|
Werger: Mucteba Baravî
kurdroj.com-09-08-05
Bûyerinî terorî ku aheng, têkilî, hetta
awayê jiyanê, nerîn û çandê serûbin dikin û
zorê didin guherîna wan çêdibin.
Li bin her bûyerekê ji vana îmza El- Qaîde
heye. El- Qaîde li ser dinê ku bixwaze di cî
de dikare lêxê, çalakiyên wê ji her hêlên
dinê ve tên dîtin lê li tu devera dinê naye
dîtin û girtin. Temamê dewletên dinê bi hemû
hêzên xwe, digel ajansên xwe yên sîxuriyê
dixwazin vê rêxistinê bigirin lê nikarin.
Herwekî ku em bi rêxistineke ku ji hemû dinê
xurtir rû bi rû bin. Armanc û daxwazeke
berbiçav û xuya ya ji van çalakiyên ku tên
kirin jî tuneye.
Baş e ev çi ye?
Gelo dikare tiştekî weha hebe? Rêxistineke
ku ji dinê xurtir çawa dikare bê ku were
dîtîn hebe?
Me ev tiştên ku jihevderxistin û
şîrovekirina wan gelekî tevlîhev û wek ku
qet mirov nikare fam bike xuya dikin,
îhtimalên ku El-Qaîde çi û kî ye, ji hêla
kê ve tê destikkirin, armanca wê û di nav
kîjan nakokiyên siyasî de ciyê xwe werdigire
ji endamê Îstixbaratê yê berê Mahîr Kaynak
pirsî. Kaynakê ku 20 sala di zanîngehê de
wek profesorê aboriyê û 10 salan jî di MÎT
ê de kar kiriye, nerîninî ji yên ku tên
zanîn cihê û dê bêne nîqaşkirin got.
p-Dinya dîsa ketiye tirsa El-Qaîde. Ev
rêxistin digel ku li her derê dinê hebûna
xwe nîşan dide li tu dera dinê nexuya ye û
naye dîtin. Ev rêxistineke teror ya wisa ye
ku tarîfa wê mîna ya Xwedê ye. Dema ku mirov
ji endamekî îstixbaratê re bahsa rêxistineke
ku dikare li her dera dinê be lê li tu dera
dinê neye dîtin dê çi were bîra wî?
B- Dê bifikire ku rêxistineke wisa tuneye.
p-Rêxistineke bi navê El-Qaîde tuneye?
Hinekî dinê vê terora hanê dikin û em jî li
rêxistineke ku tuneye digerin?
B- Rêxistineke bi navê El-Qaîde tuneye. Heke
hun bahsa rêxistinekê dikin, divê ku
armanceke wê rêxistinê ya siyasî jî hebe.
Hêj bersîva pirsa ”gelo armanca rêxistina
el-Qaîde çiye?” tuneye. Kesek nizane ku gelo
El-Qaîde dixwaze xwe bigihîne armanceke
berbiçav ya çawa. Ji xwe re lê binerin
armancên siyasî û herêmên cografî yên
rêxistinên wek IRA û ETA hene. Wekî dinê jî
qadroyek wan û bunya rêxistina wan heye. Di
El-Qaîdê de ji vana yek jî tuneye. Ne
qedroyek wê heye, ne jî herêmeke wê ya
cografî heye. Hemû dinya meydana çalakiyên
wan e.
p-Tê gotin ku armanca El-Qaîde ew e ku ew
rejîma demekê li Avganistan hatibû avakirin
li hemû alema îslamê ava bike. Li gor te
armanceke El-Qaîde ya wisa tuneye?
B- Divê ku armanc û derfetên li ber desta li
gorî hev bin. Heke hun rahêjin derzîkekê û
bêjin ”ez ê mêrekî bikujim” ev nabe. Bêîmkan
e ku El-Qaîde bikaribe bi derfetên di destê
xwe de bikaribe rejîmeke ku daxwaza dilê wê
ye saz bike. Ne taqeta wê, ne Qadroyên wê ne
jî piştgirên wê hene. Heke hun ya rast
bixwazin rêxistineke bi navê El-Qaîde
tuneye. El-Qaîde navê kod yê çalakiyên ku ji
hêla serwîseke îstixbaratê ve tên kirin e.
Jiber vê yekê jî divê ku em beriya her tiştî
vê operasynona hanê deşîfre bikin. Lewra bi
saya rêxistina El-Qaîde dixwazin ku
armanceke siyasî bicîh bînin.
p-Li gor we bi terora El-Qaîde encameke
siyasî ya çawa tê çêkirin?
B-Encama çalakiyên ku El Qaîde dike ew e ku
li cîhana rojava dibe sedema dujminantiya
Îslamê û navê Îslamê û terorê li ber çavê
wan dibe yek.
Divê em bersiva pirsa ku ”gelo çima encameke
siyasî ya weha tê daxwazkirin?” bibînin.
Lewra çalakiyên El-Qaîde ahengên ku li
cîhanê hene diguherîne. Ne maqûl e mirov
bifikire ku dinya ji nuhde ji hêla
rêxistineke piçûk ve tê guhertin. Ev
operasyoneke mezin e. wisa ku, berî her
tiştî,li dinê li gel milletan eniyeke li
hemberî îslamê ava dibe
p-Gelo bi avakirina eniyeke weha dixwazin çi
bidest bixînin?
B-Binerin vê gavê li dinê derbarê ji nuhde
avakirina ahengên dinê du nerîn hene. Yek jê
nerîna sermiyanê navnetewî ye, ya dinê jî
nêzîkahiya Emerîka Bush û Rusya Pûtîn e.
Sermiyanê navnetewî nerîna Huttington ya bi
navê ”Pevçûna Şaristaniyan-medeniyetan”
qebûl dike. Dinyê dike du hêla ”şaristaniya
rojava û yên li derveyê wê” û dibêjin ”bila
ahenga nuh di navbera şaristaniya rojava û
yên dinê de ava bibe”. Nerîna dinê jî
dixwazin mîna berê ”li hêlekê Emerîka û li
hêlekê jî Rûsya hebe”. Şerê vê gavê yê li
dinê, derbarê vê ahenga nuh ya ku dê saz
bibe de ye.
Vê gavê diyar e ku Emerîka Bysh û Rûsya
Putin li hevûdû kirine. Li hember vana jî
sermiyanê navnetewî wek hêzekê li hêleke
dinê ye. Vê gavê li dinê ji derveyê vana,
hêzeke dinê ya ku armanca wê ya siyasî hebe
tuneye.
Awayekî birêvebirinê ya sermiyanê
navneteweyî ku ji bo vê dinê dixwaze jî
heye.
p-Çiye ew?
B-Polîtîka ”Îslama Nerm” ya Sermiyanê
navnetetewî heye. Ev polîtîka dixwaze,
nakokiyên Îslamê yên bi kapîtalîzmê re hene
ji holê rake û wê bigşîne nav ekonomiya
piyasê. Sermiyanê navnetewî dibêje ”Em ê
alema Îslamê bigşînin nav sîstema Rojava û
bazara wê û dê bi vî rengî pirsgirêk çareser
bibe.”
Heçî El-Qaîde ye armanceke ji polîtîkayên
Sermiyanê navnetewî cihêtir dide ber xwe û
dibêje ”bila Misliman neyar û yên dinê bin”.
Û ji xwe dema ku em bala xwe didinê, di
encama çalakiyên El-Qaîde de li dinê eniyeke
li hember Îslamê ya wisa berfireh çêdibe ku
êdî bê ku ferqê têxin navbera mislimanên req
û yên nerm hemûyan wek terorîst dibînin.
ne karê aqila ye ku hinek misliman rabin û
encameke weha biafirînin. Hinekî rojavayî vê
yekê dikin. Ji bo ku polîtîkaya ”islama
nerm” ya Sermiyanê Navnetewî pûç û bêencam
bihêlin û dawî li Îslama siyasî bînin vê
yekê dikin.
p-Gelo dê Emerîka ji bo çi bixwaze ”îslama
nerm ya ku pirsgirêkeke wê bi Kapîtalîzmê re
tuneye tine bike?
B- Ji ber ku Sermiyanê navnetewî xwe di nav
Îslamê de bi cîh kiriye. Sermiyanê navnetewî
ne xwediyê niftê ye û saxîtiya şîrketên
niftê jî nake lê belê rêveberiya welatên ku
niftê derdixînin bi dest dixe. Di dema
Yeltsîn de Rûsya jî bidest dixist. Vê gavê
di navbera xwediyên pera yên li Siûdî
Erebistan û Sermiyanê navnetewî ahengeke
xweş heye. Aha dê Emerîka vê yekê têk bibe.
Yan na dê ji bo çi Emerîka bixwaze rejîma
Siûdiya ku demekê wê ji bajarên xwe nêzîktir
didît bibîne.
Demeke berê navekî nêzîkî rêveberiya Bush
giliyê dewlemendekî Ereby ê Siûdî dikir ku
perê xwe ji Emerîka kişandiye û rêkiriye
Tirkiyê û bi vî awayî aboriya Tirkiyê li ser
piya hiştiye.
p-Gelo ciyê Tirkiyê di vê pevçûnê de çiye?
B-Vê gavê Tirkiye girîngtirîn dewletek ji
wan dewletên ku di rêveberiya sermiyanê
navnetewî de ye. Navbera Hukumet û Emerîka
nebaş e. Serokwezîr Erdogan gazina dike û
dibêje ”dîsa pêl bişkokê kirin”. Rêveberiya
Bush û Putîn dixwazin nerîna Sermiyanê
navnetewî ya ”Îslama nerm” ji holê rakin.
Dibêjin ”Îslama nerm tuneye, Îslam hemû yek
e, hemû req e. yan hûnê sekuler(dinyewî)
bibin yan jî hunê tine bibin.”
Dê vana Îslamê ji awayê wê yê siyasî dûr
bixin. Yanî şer ne di navbera mirovekî di
şikeftê û dinê de ye. Pevçûn di navbera
Sermiyanê navnetewî û rêveberiya Bush de ye.
El-Qaîde jî li ser navê eniya Bush û Putin
hemû provokasyonan çêdike, modela sermiyanê
navnetewî ya Îslama nermik dikuje.
P-Mebesta we ji Sermiyanê Navnetewî çi ye?
B-Sermiyanê navnetewî ne yên ku saziyekê,
şîrketekê an jî karxaneyekê birêve dibin, ne
jî yên xwediyê pera ne: lê ew grûba ku li
pera hukum dikin û bikar tînin. Pereyê ku ev
kesên di Fînansê de bikar tînin ne tenê perê
wan e. lewra îroj xwediyê pera hinek in û
yên ku wan bikar tînin jî hinek in. Yanî yên
xwediyê pera hun in, perê xwe dixin
bankeyan, ew pereyên hanê ji hêla rêveberiya
bankeyê ve tên bikaranîn. Ji ber vê yekê
îroj Sermiyanê navnetewî ji serweta xwe
bêtir hukum li trilyon dolara dike û qansî
dewletên niştimanî xurt e. û biserde jî ew
sermiyan bi cografyayekê ve ne girêdayî ye.
Her der herema wî ye. Têkçûna Emerîka jî
gelekî wî xemgîn nake.
P-Soroz yek ji vana ye?
B-Soroz, Rochild, Rockefeller nûnerên
sermiyanê navnetewî ne. Sermiyanê navnetewî
hêzeke ji hêza dewletê xurtir e. vê gavê
rêveberiya Emerîka û Rûsyayê, bi têkbirina
hêza Sermiyanê navnetewî ya siyasî ve
daketine. El-Qaîde li hember Sermiyanê
navnetewî û Îslamê tê bikaranîn. Lê hinek
radibin dibêjin “Di şikeftên Afganistan de
Usame bin Ladînek heye bi hemû dinê re şer
dike.”
P-Heke El-Qaîde, wek ku hun dibêjin navê kod
yê operasyonan be, di encamê de dîsa
rêxistineke ku operasyonan pêk tîne heye.
Hemû îstixbaratên cîhanê digerin lê tu şopa
wê nabînin, çawa dikare rêxistinek ku ji
hemû rêxistinên îstixbaratî yên cîhanê
xurtir hebe?
B-Operasyonên El-Qaîdeyê CIA birêve dibe û
hayê Putîn jî ji vê yekê heye yan jî şirîkê
wî ye. Serwîsên istixbaratê yên welatên dinê
jî tenê têra xwe bi famkirina mijarê tînin.
Ma hêsan e ku mirov li hember Emerîka
tiştekî bike. Ji xwe di operasyonên dewletan
de rastî tu carî dernakeve holê. Hema hema
herkes dizane ku Kennedy ji hêla dewletê ve
hatiye kuştin lê delîlên vê yekê tu carî
dernakevin. Li vê derê jî ji mirovên ku
Îstixbara Emerîka bikar tîne re El-Qaîde
gotine.
Li gor karê ku dê bê kirin çar-pênc kesan
dibînin û wê çalakiyê bi wan didin kirin. Ew
ne rêxistin mêxistin in. Mirovên ku ji hêla
El-Qaîde ve têne bikaranîn in. Dewlet vê
terora hanê dimeşînin. Wan ber bi xwekuştinê
didin, li quleyên xwe yên cêwî dixin. Yên ku
siyaseta Emerîka ava dikin biryar ji bo vê
yekê dane. Dibe ku Bush bi xwe jî nizanibe.
CIA jî di nav hêzeke gelek mezin de tenê
bicîhanîna vî karî dike.
P-CIA, li qûleyên xwe yên cêwî xist û
welatiyên xwe kuşt?
B-Çima CIA 11ê Îlonê pêk neyne? Heke ji
were bêje alternatîfa vê yekê şerek bû; heke
me ev yek nekirana dê şer bikira û di vî
şerî de milyonek kes dê bimirana…
Di cenga cîhanê ya duyem de jî hesabekî
nêzîkî vê yekê, pevçûna bidestxistina derekê
hebû û di encamê de 50 milyon mirov mirin.
Vê gavê li dinê şerekî ku maliyeta wê
gelekî kêm pêk tê. Ji mer e jî dibêjin li
hêlekê El-Qaîde û li hêlekê jî hemû dinya
heye. Heke em vê yekê qebûl bkin dê bi gelek
tiştên dûrî heş rûbirû bimînin.
P-Çawa?
B-Îroj encaminî wek yê cenga cîhanê tên
afirandin. Ne karê aqil e ku em bêjin kulmek
milîtan vê yekê dikin. Yanî hêzeke wisa ye
ku bi tiştê ku dikin dinya diguhere, lê ji
nav vê rêxistinê tu îxanet çênabin. Pere qet
tesîrê li wan nakin, qet derbarê wan de
tiştek dernakeve. Çima? Jiber ku rêxistineke
bi navê El-Qaîde tuneye.
Di operasyonan de li gorî projeyên çar-pênc
misliman tên bikaranîn. Ji xwe di destê wan
de hêj zilamên ku li Avganistan û Pakistan
li hember Sovyetê perwerde kiribûn hene.
Mîlîtan ji bo demeke gelek kurt tên
bikaranîn û heta yên ku çalakiyê dikin jî
dimrin. Ji bo derbarê wan de tiştek
dernekeve hertişt tê kirin. Ji bo nimûne
carcaran hinek milîtan bi xwe dikarin ku
nizanibin ew milîtan in. Hunê wî kesî ji
serwîsa istixbaratê angaje bikin û jê re
bêjin ”rahêje vî çenteyî bibe. Dûvre bi
kumandê ji dûr ve biteqînin. Aha ji we re
teqînek xwekuştinî… hunê ji şoforê qemyonekê
re bêjin van şîrana bibe û dema di rê re
derbas bû jî wê biteqînin.
p-Mîna El-Qaîde serokekî wê yî xeyalî jî
heye. Ew jî ne kes wî dibîne û ne jî tê
dîtin. Yekî ku wisa lê tê gerîn, bê ku
destikekî gelekî xurt li pişta wî hebe çawa
dikare demeke ewqas dûdirêj xwe veşêre?
B-Nikare xwe veşêre, derfet ji vê yekê re
tuneye. Ji hêla serwîsinî îstixbaratê tê
veşartin.
p-Têkiliya di navbera Îslam û terorê de
El-Qaîde sax dike. Bi saya El-Qaîde dema ku
bahsa Misliman tê kirin, li rojava teror tê
bîra mirov. Misliman li her derê bi
tengasiyan rûbirû dimînin. Armanca El-Qaîde
ya ku Îslam û terorê weha bi hevûdû ve gerê
bide çiye?
B-Dema ku Îslam û teror hatin wateyekê,
Îslam mecbûr dimîne ku dev ji hêla xwe ya
siyasî berde. Armanc jê ew e ku Îslam û
teror bêne yek wateyê û êdî neye hiştin ku
Îslam weke fikrekê weke alternatifeke siyasî
bimîne. Ji xwe heke hun dixwazin fikreke
siyasî têk bibin, berî her tiştî hunê
naveroka wê ji fikrê vala bikin û dûvre hunê
wê tevgerê bikin tenê yên ku çalakiyan pêk
tînin. Li Tirkiyê çep jî weha hatin
têkbirin. Naveroka çepan ji hêla fikrê de
hat valakirin û çepgir tenê bûn ew kesên ku
çalakiyên çekdar pêk tînin.
Tevgera Kurdî jî wisa bû. Wek tevgereke
çînî(sinifî) dest pê kir, ketin rewşa
terorîstan. Vê gavê rojava ji bo mislimana
heman metodê bikar tîne. Dewleta kûr ya
Emerîka Islama siyasî bi vî awayî têk dibe.
p-Li gor we çima dixwazin Islama siyasî têk
bibin?
B-Îslama siyasî li dinê şûna çepan digirt.
Li civatên rojava jî, kesên belengaz û mafê
wan binpê bûbûn, îslam ji xwe re weke dînê
rizgariyê didîtin. Vê gavê hem ji hêla fikrê
de naveroka îslamê vala dikin û hem jî
serdestiya Sermiyanê navnetewî ya li welatê
mislimana têk dibin. Ev şerê ha, yê di
navbera dewleta niştimanî û sermiyanê
navnetewî de ye. Sermiyanê navnetewî li
hemberî dewletê bû û dê di ser dewletê re
gav bavêtana. Vê gavê diber xwe didin ku
hebûna dewleta niştimanî biparêzin. Bi
çalakiyên El-Qaîde mekanîzmayên globalîzmê
tên têkbirin.
Vê gavê dixwazin Sermiyanê navnetewî ku
mêweyê kapîtalîzmê bû dîsa têxin bin
kontirola dewletên niştimanî. Ji xwe di dinê
de raperîna îslamê jî ne bi saya xwe bû ye.
Heke ji projeya kemera kesk ya ji bo
dorpêçkirina Sovyetê nebûna, me vê gavê li
der û dora xwe ewqas kesên ku nimêj dikirin
dê nedîtana. Lê niha êdî jiber ku hêza
Sermiyanê navnetewî di nav kemera kesk û
islama siyasî de tê dîtin, kemera kesk û
Îslama siyasî têk dibin.
p-Yek jî pirsgirêka terora PKKê heye. PKK,
êdî metodên xwînî ku ta niha nedikir
diceribîne. Êrişî herêmên rojava dike. Çima
wisa dike?
B-Kes nizane PKK kîye, jihev veqetiya.
Çalakiyên terorê kîja perçeyê wê dike yan
gelo PKK dike, gelek bi gûman e. PKK li
hember Îran û Suriye diber xwe dide. Emerîka
û Ewrûpa ew kirine terorîst. Bi Berzanî û
Talabanî li hev nake. Rêxistineke weha, tu
carî dibêje ”ewqasa dijmin hindik in, ez
bela xwe di TSK (hêza eskerî ya tirkiyê)
bidim, bila qenc min bipelçiqîne.” . hêzeke
ku li tinekirina PKKê digere li ser navê
PKKê çalakiyan dike. Ji bo nimûne heke ez
Berzanî bûma minê ev yek bikirana, ji
bobelata PKKê xelas bibim. Di encama van
çalakiyên terorî de heke em karibin wan ber
bi Iraqê de bajon, ji xwe ji ber ku li wê
derê îzole bûne dê birçî û bêpere bimînin û
ji ber ku destika wan ya siyasî jî nemaye dê
ji mecbûrî têkevin bin fermandariya Berzanî.
Rêxistinek ne bi çekan lê bi kirînê dikare
bê paqijkirin. Vê gavê jî paqijkirina PKKê
tê xwestin û projeya vê gavê dibe sedem ku
PKK têkeve bin fermandariya Berzanî. Tiştê
ku tê kirin ev e.. dê PKKyî bibin mîna
leşkerên bi pere.
Hevpeyvîn:
Neşe Düzel
|