| |
Hevpeyivîn:
Şoreşê Omerî
Dr. Şêx Mahşûq Xeznewî ji alîyê dewlata
Sûrîyê ve di 10. 05 2005 hat windakirin û
laşê wî di 01.06 2005 de hat dîtin. Dr. Şêx
Mahşûq Xeznewî di warê olî de gelek bi nav û
deng bû û beşdarî gelek konferansên
navnetewî bûbû, navandek ji bo diyalogên
olên/mezhebên cuda vekiribû seroke wê bû jî.
Wî di gelek komitên olî de cih stendibû.
Berî kuştina wî ew ê beşdari konferansekê
bibûya. Di konferansên navnetewî de
pirsgirêka gelê kurd bi xurtî dianî zimên û
doza piştgirîyê dikir.
Di serhildana 12-ê adarê ya Qamişlo de rolek
mezin lîstibû. Piştî wûndakirina wî li
seranserê Kurdistana Rojava xwepêşandanên
gelek mezin hatin kirin.
Şêx Murşîd kurê rehmetiyê Şêx Mahshûq,
mirovekî gelek mutewazî, civakî û hevdemî
ye, yanî ne wek wan şêxên bi tac û ebe ye.
Xortekî li ser xwe, dema dipeyivê ew zane
qala çi dike.
Me bihîst kû Şêx Murşîd wek penaber hatîye
welatê em lê dijîn, Norweçê û bi taybetî li
bajarê em lê dimînin, bo vê munasebetê me
pewîst dît kû em herin serdana wî. Bi rêya
telefonê em li cenabê wî gerîyan û me li hev
kir ku em herin mala wî.
Şêx Murşîd 33 salî ye û li gundê Tilmaruf ê
30 km dûrî Qamisloyê hatiye dinyayê. Bi jin
e û 3 zarokên wî hene. Dibistana pêşî 6 sal
li gund xwendiye û bi dûre jî 7 sal li
Helebê medresa dînî xwendiye. Paşê li Şamê 4
sal li Unîversîteya Underman Îslamîye
xwendiye. Magîstra xwe jî li Beyrûdê di beşê
fakulteya “ Îmam Al Awzahî –xwendiye, lê hîn
têza magîstra xwe bi dawî neanîye û dixwaze
têza xwe li ser “îslama nû” bide.
Hundurê mala Şêx rût bû, salon ji sê
kursîyan, dîwanek û masak hatibû bicîhkirin.
Salon, bi tû tiştekî xwe nedişibiya dîwana
bav û kalên wî. Li dîwar wênekî bavê wî yê
rehmetî û yên zarokên wî li ser maseya
xwendinê daleqandî bûn. Şaşikek sipî li ser
masê hatibû bi cîh kirin.
- Şêxê min em dixwazin bi cenabetê were
hevpeyvinekê bikin.
- Hun ê le kû neşirbikin?
- Di Netkurdê de.
- Tu manih li cem min tuneye, fermo.
- Şêx tu ji kerema xwe re dikarî ji me re
bêjî, ji bo çi tu ji welatê xwe derketî û
hatî li Norweçê bi cîh bûyî?
- Piştî kuştina bavê min, min xebata wî ya
olî û civakî berdawam kir. Lê berpirsyarên
dewlata Sûrîyeyê dev ji me bernedan ji ber
ku min ew wek bikujê bavê xwe
destnîşankirin. Min hinek kes bi nav kirin û
min got ku destê wan kesen di kuştina bavê
min de heye. Ji wan yek jê birayê serokê
Sûrîyeyê, Mahir Esed: serokê leşkerên taybet
e. Yê din Mensûra Mohammad serokê beşê
polîsê dizî yê bi navê “Firh Filistîn” e. Ev
kes 22 salan li Qamişloyê jiyaye, kurdan û
rewşa Kurdistanê baş dizane, niha jî ew bûye
berpirsyarê polîsên siyasî yên Sûrîyeyê.
Wan bawer nedikir ku ez ê xebata bavê xwe
berdewam bikim. Di despêkê de gotin belki ev
rexne ye ku li wan tê kirin û em ê biseknin,
lê wan dît ku xebata min bi program e, xwest
min rawestînin û devê min bigrin. Lê min
pirsa kurdi û lêkolina bavê xwe berdawam
kir, ev bi rejimê nexweş bû.
- Xebatên bavê te şehîd Şêx Maşûq çi bûn?
- Xebatên wi yên bingehîn pirsên olî, netewî
û mafên mirovan bûn.
- Hûn ê çawa xebata bavê xwe bi domînîn?
- Ez ê ya olî û pirsa kurdî her berdawam
bikim. Paş dilovanîya bavê min, min hinek ji
xebatên wî yên olî xwest berdewam bikim lê
ji aliyê rejima Baas ve pêşiya min hat
girtin. Min têkiliyên xwe bi wan kesên kû
bavê min bi wan re dida û distend
berdewamkir.
- Gelo çima rejimê bavê te kuşt?
- Wek hûn ji dizanin kû rejima sûrî ji
rexneyan hez nake û wexta bavê min digot
divê em mafên xwe bistînin, ji bona wê xebat
dikir û digot ”maf pêwist be ew ê bi zorê bê
stendin” rejim ji wan gotinên wî ditirsîya û
xwest wî bê deng bike.
- Bawer dikim rejimê dixwest te jî bigire,
ji bo ci wan dixwest te bigrin?
- Wek min li jor jî got, wan dixwest ku min
û doza min bisekinîn, ew rexne û rastiyê
tehemul nakin.
- Ma tu qet li Suriyeyê hatî girtin?
- Ez rojekê hatim girtin û carekê jî hatim
îfadekirin, lê wan ez berdam. Qaymaqamê
Qamisloyê got şaşiyek bûye, lê min xweş
niyeta wan fêm kir kû wan dixwest min
bitirsînin ku ez ji doza xwe sar bibim.
Dîtin ku ev fêde neke, wan xwest bi peran û
bertîlan cih di nav xwe de bidin min, wexta
vê jî fêde nekir, rabûn ez tehdîd kirim,
heta bi telefona bavê min ya wî ya destan ji
min re (sms) dihatin birêkirin û digotin çi
bi serê bavê te hat ê wisa jî bi serê te bê.
- Kê tu tehdîd dikirî?
- Mohammed Habbaş, endameki parlementoya
Sûrîyeyê ye û rolek gelek mezin jî ji bo
serokê Suriyeyê dilîze. Wî bi xwe telefona
min kir û got eger tu rûnenê ’ê te ji bavê
te xerabtir’ bikin. Min jî bersiva wî da û
got çi ji we bê bikin, min dizanîbû ku ew jî
şirikê wan e.
- Tu çawa derketî?
- Min li Erebistana Suûdî di rojnameya Al
Hayat ya beşê Suûdî de kar dikir. Berî bavê
min bê kuştin jî ez li wir dixebitîm.
Divîyabû ku min mudeta pasaporta xwe dirêj
kiriba. Ez çûm balyozxaneya Suriyeyê min
dawa dirêjkirina mudeta passporta xwe li wan
kir. Ji min re gotin pêwist e ku ez herim li
Surîyeyê dirêj bikim. Min têkilîyên xwe bi
nas û dostên xwe re danîn da ku bipirsin ji
bo çi paseporta min dirêj nakin. Wan ji min
re got ku emrê girtinê li ser min derketiye
û eman ez venegerim Sûriyeyê.
Ji ber tewawbûna mudeta pasportê min
divîyabû kû ez ji Suûdiye derkevim. Min
pêwist dît kû ez rêkê ji xwe re bibînim. Min
têkiliyen xwe bi berpirsyarên Kurdistana
azad re danîn, ji bo ez li wir bi cîh û şûn
bibim.
Di destpêkê de ez bi hêvî bûm, bi cavekî
erênî lê dinerîn, lê wexta çûna min nêzik bû
û ez hatibûm Urdunê ji bona derbasî Iraqê
bibim zahmetî ji bo min derketin,
balyozxaneya Iraqê vîze neda min.
Ji aliye din jî dewlata Suriyê bi rêya
serokê xwe Bişar El Esed teslîmkirina min ji
melikê Urdunê bi xwe dixwest ku min teslîmî
wan bikin. Hukumeta Urdunê xweş dizanibû ku
ew min teslîmî Suriyeyê bikin ew ê çi bê
serê min. Berpirsyarên Urdunê mudeta 24
seetan dan min ku ez ji welatê wan derkevim.
Dinya li ber min teng bûbû. Ez ne amade bûm
derkevim, lê tu rê jî li ber min nemabûn. Di
24 seetan de ez ê kijan rîyê ji xwe re
bibînim û dawiya heftê bû, balyozxaneyên
ewropî hemî girtî bûn. Min hewara xwe avêt
komela rêxestina penaberan ya koma gelan
(UNHCR). Wan ji Urdunê daxwaza 48 seetan kir
û Urdunê çavên xwe jê re girtin.Wan jî
têkiliyên xwe bi welatên ku min wek penaber
qebûl bikin danîn. Ji van welatê kû ez zû
qebûlkirim Norwec bû, ji ber ku wan bavê min
nas dikir û bavê min wek mêvan li ser navê
konferansa”dialogên dîyanetan” carekê dawetî
Norveç hatibû kirin.
- Gelo we çima doza penabertî li Erebistana
Suûdiye nekir? Ji we re wek kesekî oldar ne
rehet û baştir buya?
- Bi rastî, divîyabû min zû biryara xwe
dabûya ka ez ê herim ku. Wexta ez li Suûdîyê
bûm tu niyeta min tunebû kû ez ê li welatê
xeribiyê bibim penaber.
.
- Çima rejima Sûrî xwest cenabetê te nuha
bigre û ne wexta ku tu li welêt bûyî?
- Rejim pê hesîyabû ku ez ê beşdarî civîneka
Parlamentoya Ewrupî bibim, ji bona vê babetê
fermana girtina min da.
- Piştgiriyek gelek mezin û berfireh ji
aliyê partî û rêxistinên kurdî, ji bo
rehmetiyê bavê te hat kirin. Gelo ev ji ber
çi bû?
- Ez dibêm ev ji bo xebata bavê min ya olî û
netewî bû. Em minetdarê gelê xwe ne.
- Mala Xiznewî ji pirsa kurdî re çi kirine?
- Em malek oldar bûn. Lê tiştê ji destê me
bê em ê xebatê di warê sîyasî de û olî de ji
bo berjewendîya gele kurd berdewam bikin.
- Hûn wek malek olî çima, roleka îcabî di
nav partî û rêxistinên kurdî de nalizin?
- Rehmetiye bavê min tim û tim daxwaza
yekitî û hevkarîya partî û rêxistinên kurdî
li serokê parti û rêxistinan dikir. Rehmetî
di vi warî de baş hewl da, lê mixabin xwiya
kir ku gelek zahmet bû. Wek numûne di bûyera
12-ê adarê de bavê min têkiliyên xwe bi
berpirsyarên ewrupî yên li Suriyeyê danî,
armanca wî ew bû ku danûstendinek di nav
partiyên kurdî û dîplomatên ewrupî de bê
kirin. Ez bawer im pirsgirêk û zehmetiya
herî mezin a şexsî ye û ne a sîyasî ye. Min
bi xwe jî hewl da lê ne çû serî.
- Hûn ê pirsa bavê xwe li Ewropayê bi çi
rengî berdewam bikin? Yan jî we teslîmî
Xudayê xwe kiriye?
- Ne doza bavê min tenê. Min têkiliyên xwe
bi Amnesty Internasyonal re danine u
07.02.07 de berpirsiyaretiya wan ji Londone
bûn mêvanên min.
- Yani hûn ê doza bavê xwe bi rîya Amnesty
li hukûmeta Suriyeyê bikin?
- Belê, ne tenê doza bavê min. Ez ê doza 49
girtiyên xortên kurd, doza xisar û zirara
maddi kû li gelê me hatiye kirin bi
mehkemeyeka navnetwî bi alikariya amnestî li
hukumeta Suriyeyê vekim.
- Di nav malbata we û muridên we de pirsa
kurdi bêdeng bû, çima û li gor we sebeb çi
bûn?
- Ew dem buhurî. Muridên me yî kurd jî ew ê
bi doza kurdî re bin.
-Tu bawer dikî ku ê Kurdistanek azad çêbibe?
- Belê ez bahwer im madem em hene û em
dijîn, ê çebibe!
- Banga we ji kurdên ewrûpare çiye?
- Divê kurd jibîrnekin kû çima ew li
Ewrupayê ne û jibîr nekin ji bo çi hatine
Ewrûpayê.
Pêwiste ku zarokên xwe fêri zimanê kurdî
bikin.
Divê ku kurd piştgirtiya tekoşîna gelê xwe
bi xwirtî bikin
Divê em têkevin nav partiyên siyasî yên
welate em lê dijîn.
Nexweşîyên xwe ên siyasî neynin Ewrupayê.
Birakujiyê ji nav xwe rakin
Divê kû her yek ji me bibe sefirê gelê xwe.
- Şêxê min, bi îcaza te ez dixwazim hin
pirsên civakî yên însanî û pişt re jî yên
şexsî bikim. Li welatên Ewrûpayê pirsa
zewicandina law û keçan a bi zorê bi çavekî
krîmînel, xerab û zorane tê zanîn. Ewropî
naxwazin ev pêkhatin li welatên wan rû
bidin. Di vê derheqê de hûn çawa difikirin,
ma gelo dinê îslamê rê dide tiştên wisa?
- Di dînê îslamê de, tiştekî wisa tuneye. Lê
di nav civakên ola îslamî de bi piranî ev
yek ji xwe re kirine wek urf û adet.
Yani çawa mêr xwedî maf be, wisa jî jin
xwedî maf e. Heqê jinê heye xwe ji mêrê xwe
berde.
Mixabin di nav muslumanan de gelek tiştên
wisa xerab hene. Ez di Sala 1990-ê de li
Şamê beşdarî konferanseka olî bûbûm. Di wê
konferansê de boksorê bi nav û deng Muhammad
Ali Clay jî beşdar bû. Wî di gotara xwe de
wiha got ” Elhemdûlillah ez bûm musulman
beri kû ez musulmanan nasbikim"
Ev gotin bi xwe dide xuyakirin ku gelek
pirsên civata muslumanan hene. Divê ku meriv
pirsgirêkên xwe li pirsgirêkan zêde neke,
pêwist e meriv ji qanûn û civakên wan re
hurmet bike. Heta ji meriv bêt divê meriv
bibe wek pirekê di navbera dîn, kultur, urf,
û adetên cudade de.
Wek numûne ez bi evinî bi jina xwe re
zewicim.
- Te bêriya zarokê xwe kirine?
- Belê zehf!
- Bêrîya dayîka wan?
- Belê û ne kêmi ya zarokan û belkî bêtir
jî.
- Tu dixwazî ji herkesê ku tên Ewrupayê
bibêjî pêwist e ku xwe entegreyî civata
ewrupî bikin?
- Belê, gunehkarîya herî mezin ew e, ew kesê
rîya pêşketinê li pêşiya zarok û jinên xwe
digrin.
- Hûn wek zarokên şêxan, jîyanek çawa ji bo
xwe û zarokên xwe li Ewrûpayê difikirin?
- Divê em jiyan û xebata xwe li gor mercên
jiyana ewrûpî bikin.
- Qesda we ku meriv xwe entegre bike?
- Belê, lê ne asimîle.
- Erê, ji xwe tu Şêx î, ji bo çi ewqes
xwendin?
- Ez dijî wê fikrê me ku zarokên şêxan jî
Şêx in, yanî ew fikrek xelet e û hinek
dixwazin jîyana xwe yî şexsî wilo berdewam
bikin.
- Tû li vir diçî camîyê?
- Erê carna, lê camiyek li gor min tuneye.
Ji ber ku camiyên li vir li gorî qewmiyan
hatine cudakirin.
- Te Qur`ana xwe bi xwe re anibû?
- Na, min li vir bidestxist.
- Tu bi cube û eba xwe derdikevî derve?
- Ez bi cube dernakevim ji bo xelk bi çavekî
xerîb li min nenêrin, ez naxwazim ev yeka
bibe balkêşiyek xerab. Lê wexta pêwistî hebe
ez ê carna li xwe bikim
- Şexê min, dema mirîdên malbata we dihatin
tewafa bav û kalê we, mirîdan heta ji ser
xetê zad û tiştên bi qîmet yê ku wan bi xwe
qêmîş nedikir kû bixwin û bidin zarokên xwe
wek: savar, bastêq, dims û tiştên din li ser
milên xwe dikirin bargiraniyek zor didîtin,
xwêdanê di nav pişta wan re û … diherikî
digotin ku „çiqes bi wan zehmet bê, ewqas
xêra wan zede dibe….
Şêx dikene û li me dinere, peyvê ji me digre
û berdewam dike „ez bi xwe ne li gel û
nikarim wan tiştan qebûl bikim. Bawer bikin
eger min ew rêçik berdewam kiribûya, ew çax
ez ê ne li vir li cem we bûma û bi vî hawayî
me yê hev nedîtibûya.
- Şêxê min ji bona vê hevpevîn û ditinê ez
dixwazim bi navê Netkurdê sipasîya te bikim.
- Ez jî we spasdikim û we di karê we de
pîroz dikim û pêşketinê ji we re dixwazim.
|
|