| |
Anahîta
Hemo
Lîstokên zarokan "û tevlî fîlmên
kartonî gerekin û pêtiviyeke ko jiyana
zarokan ,şîrovebike ,ravebike,
Û her wiha bighêje wê perwerdê û pirskgirêkê
pêşerojê di civakê û çareseriyaekê bibîne bo
wan problêmên jiyana zarok ya psykolog û wan
pirsgirêkan ji hev derxîne di jiyana xwe ya
rojane û her dem bi riya dialog û hevpeyvînê
bi lîstokan re Di wan pênc salan kesayetiya
zarok avedibe",xesma di temenê herî biçûk
berî derbasbûna dibistana destpêkî , Ew
pêwendiyên bi wê lîstokê re giringtirîn ji
hemû derdora zarok re .Ew pirr bandorek xort
heye li ser jiyana psykolojîk ya zarok .
Kî dikare derîne ji mejû û hizir û bîrên me
bîranînên zaroktiyê di wî temenê berî
derbasbûna dibistanê bi dijwariyê hînbûna,
bi dijwarî û ew ramanên bê sûde derbasî mejû
dibûn ji hawîr dûra me ?
Ew xweşî û nexweşiyên wê bi lîstokên wê re
,kî jî dirame bi giringiya lîstokên zarokan
û pêwîstiyên wan mîna av û xwarina wî minalê
kurd li rojhilat?
di jiyana psykolojik de ta temenê
meznahiyê,gihaştinê dimînin bi mere ew têbîr
em nikarin ji wan
cudabibin ,ew cihên lîskê , fîlmên kartonî
balafirên ji qaxezan û Çi û neÇi ji
afrandiyarên minaliyê .
Lê, dimînin ew dîmenên herî mijûl pê û
nêzîkî zarok ,fîlmên zarokan bi wî lehengî
re girêdayî dimîne ta mirinê.
jê hîndibe hemû moralên jiyanê bi wan livê
bi lîstokê derbasdibe jiyanê .
Û her dema lîstok nêzîkî cih û warê wan
zarokan be, wiha jî bi bandorek berfireh û
xurtir rola xwe dilîze û bi şêwakî pak û
Çak,kûr ,û dûr .
Barbî ,Batman< fûlla ,Mîkî Maws, ev hemû
lîstokên cîhanî ne ,û tevlî wiha dikarin
nêzîkî zarokên kurda bibin lê û wana vejîn
bikin ta radeyekê ji aliyê hişê mirovayetî
"inconscient socil",li vir pirsek xwe tîne
li ser hole Ma ew leheng bi hemû moralên xwe
dikarin avabikin hasten civaka wan ya teybet
bi jiyana kurdî bi hemû dijwariyên wê û
hişkaya wê .
Lê , dimînin ew lîstok dervî jiyana zarokê
kurd ya civakî," sosyal", bi teybetî ,dûrî
êş û janên ,bê pariya zarokê me ,erê tevlî
wilo dirin bi nîgaş û ramanên xwere , mejû
berfireh dikin û wiha jî dûrî civaka xwe ya
teybet dikevin ,ev jî dikare xwe verge li
ser ramanê wî minalî di salên gihaştinê û
sîpekiyê de , Mîna ko hemû zanistên psykolog
didin xuya kirin "Lîsk",ew pira herî giringe
bi saya wê zarok dibûre ji temenê zaroktiyê
tevlî jiyanê bibe û dibe mirovek Çalak û
jîndar ,sekeftî .
Li vir dimîne em kesên ko di warê perwerde
kardikin lîstokê teybet afrandiyarkirina
avabûna nifşan li ser rêzgirtina lehengên
civaka xwe ya kurdî û bidin xuya kirin di
riya wan lîstokên zarokan ,kultura kurd ta e
m xwe bighînin warê cîhanî û her kes kultuta
me bixwîne ,xesma li welatê rojhilat ,mîna
ko zimanê kurdî derbasbû her malê di riya
"ÎNTERNET" , Û êdî bûye cîhanî di riya
malperên kurdî re ,wiha jî ger C.D bêne
Afrandiyarkirin û bi navê "DILVÎN",bi
şêweyekî perwerdeyî ew ji rahêje torbe û li
welata bigere bi bazinên ala rengîn ,gerdenî
û gustîlk ,bi cil û bergên kurdî gelo kî
dikare zarokan bigre ger bi şêweyekî erezan
be ne buha bê firitin bawer dikim ger li
"Misirê ",li nêv milletê perîşan bête
firotin mîna ko yekemîn rojname kurdî di
sala 1889 ,belvbûyî , li wir hate weşandin
,wiha jî wê ew lîstok bête firotin .
Spêsyalîstên tendiristiya psykolog û perwrdê
dibêjin ko ev lîstok rêçên perwerdek moral
Bo zarokên me û bi rengekî hesan û baş,ji
ber ko mînak,moral ji wan lîstokan
destpêdike ,ji ber ko her gelek her demê de
peydabûna û pêtiviya kesayetîk xurt serbixwe
û azad bi moral xwe bibîne xwedî kultûr mîna
nemûnek li pêş çavên zarokên malbatê her dem
hebe ,da zarok li bayê xwe ranebe ,bi wan
hestên netewî mezin bibe bibe hemwilatî
serkeftî da neyê xapandin bi bayê ji her alî
tê , Bi dilşewat welatê xwe biparêze ,û her
nifşek vê berpirsiyarê bispêre nifên tên
,wan fêrî hastên netewî teybet bikin .
Diramin –Hûn bi min re ko ew kesê bê mînak
,nemûnek" , dijî bi çi astengiên û krîzên
psykolog de dibûrînin jiyana xwe ???
Gelo, kî ji me ne girêdayî ye bi bîranîn û
têbîrên xoş û zilindar ? û nayên widakirin û
li ser wan avedibe jiyana me ya psykolojîk
li demên pêşerojê de û dibe ko jiyana me li
rex wan bîranîna rawestiyaye !!!
Ger em dîsa vegerin , ew lîstokên cîhanî
""FULLA"" "FULLA" ew lîstoka afrandiyara
ramanek biyan,ji jinek ereb,çêbûye ,berember
"BARBÎ", ew lîstoka ewropî ,ya bi kincên
nîv-Mil û bi Mînî - jup- li ser kabê li xwe
dike , Gelo ,ger em bêjin ko "DILVîn",wê
bibe Boka zarokên kurdên Kurdistan û rahêje
paspora xwe ya kultûra civaka kurd û
Kurdistan Û li cîhan bigere bi wan kincê
kurdî, an pêşmergayetî bi dismalek bi nexşe
kurdistana serbixwe û xeftanê ,ma wê ew
kultûr derbasnebe her male ??Giringiya
peydebûna zarokên kurd bo lîstokek teybet bi
kultûra kurd-bi navek kurdî " DILVÎN", Bi
hemû moralên kurdî da zarok bibe hezker û
dildarê welatê xwe û wî welatêxwe nefroşe
mîna ko wê lîstokê di himbêza xwede hiltîne
,ew hêlîna wî welatî be ,himbêza mirovê
pêşerojê .
Û her dema cihê xwe jî bughere bi wî navê di
dest û sîng ,tiliyê de bimîne ,pêtiviya xurt
ji me tê xwestin ,bo parastina hebûna
xwebikin ,ji ber ko " Globalîzasîon" ,xwe
peyda dike û div ê dema dijwar de ,û hêjî em
bin axkirîne ,ta zarokê me ji netewa xwe
hezbike ,û kultûra xwe berî her netewan,û
paşê ji hemû cîhanê bibe dildarê welatê xwe
.
Dibe ko serkeftina perwerdek kurdî teybet bi
mercên jiyana me ya teybet ji hemû gelên
cîhanê ,girêdayî be bi serkeftina wê lîstoka
afrandiyara hunermend1n perwerdek nûjen bi
berhemên zanistî li dibistana destpêkî û Ew
pêwendiyên rast û dirust di nêv perwerda mal
û dibistanê ,wê zarok bi hestên xwe di
zelalbûnek rûnî bi heste , Dilvîn" ew
lehenga derbasbe jiyana zarokê kurd wê ji
hemû gelan hezbike wê bibe rêbera û paspora
morala kurd .
Û bi qasî ko dilvîn" serdemî be wê zarokên
kurd her wiha jî "zanebûnê bêhtir û zûtir wê
bi kar bînin û bighêjin mejû û hiş
,hizir,bîra zaokan .
|
|