| |
Besam
Mistefa
“Merqeda”te li kû ye
Qazî
Ta ko em bidinê berê xwe!!?
…………
Ta ko zirta me jî
Di nav tiliyên te de bixeniqe.
-Ehmed Huseynî
Dem: 22/1/1946
Cih: Mihabad!
Li wir, tovê pêşîn li erda tiya aso û
azadiyê, hate reşandin.Li wê meydana
xweşik-Çarçira-di dilê Mihabada birîndar de,
tîrêjên hêviyê yên destpêkê ronahî dan.Kurd
in sade bi kesera dilkutiya pêşîn ya jiyana
ku çend û çend hate kuştin lê nemir, berbi
Çarçira ve kişiyan.Kurdên ji her şûn û
warekî li wir civiyan da ku pêka yekemîn ya
avahiya ku heta anuha pêk nehatiye,
deyinin.Çavên pêşmergeyan bi tivingên wan
yên dirêj li wir pêwaniya xewnê dikirin.Al û
êş û çiya û asîmaneke mîna xewnê fireh
çavdêriya cihê matmayî dikirin.Li pêşiya
herzala sakar hindek mêr bi serpêç û kincên
xwe yên Kurdî, di nav wan de Barzaniyê nemir
ko xewn av dida û bi cil û berg dikir, bi
mêr û tivingên ku qet ranwestiyane dikir ,
rawestiyabûn.Li ser herzalê, dadwerê sade û
pêşewayê mezin-Qazî Mihemmed–silav lêdida û
ji aso re digot:Vaye em hatin, em ên ko qet
neçûbûn!
Li Mihabad-bûka rojê-xewna şêrîn mîna
çirûskekê ji çîrokên cinan û welatê
efsaneyan û landika
şaristaniyan–Mêzopotamiya-û sînorên Gilgamiş
û Kawayê hesinkar, vepengizî!Wê demê-ko
cenga cîhanî lidarbû-Qazî dît ku dem hatiye
da ku tava nuxumandî dîsa geş bibe û reng li
kok û rêzkirina xwe ya pêşîn vegerin.Li
Çarçira xewnê , ji herzala xwe ya piçûk
rastî hemû vegot…aso tev didît reş û sipî,
rengfirîn û çirûskdar ..weke ku bizanibe roj
çi pilanan li serê wî û milletê wî
girêdidin, lê zanebûna wî nebû asteng ko ew
rê ji xewnê re veke berev sibebroja bendewar
manendî keçeke nûber ku ji evîndarê xwe yê
dûr re xewnekê bi firehiya asîmanan, bi
tayên dilê xwe yê piûçk, vedihûne….û Qazî
sade bû….feqîrên Mihabadê bi cil dikirin,
wan li hev dianî,û di tenge esran de, dema
tavsorkê, di nav zeviyan de dimeşiya, û
êvaran vedigeriya mala xwe da ku tiştekî
hindik ku jina wî amade kiriye bixwe û raze
û xewnên hêvîdar ko Mihabada xweşik û
Mihabadiyên belengaz rojên xweş bibînin,
didîtin.Xweşik bû….bi herdû çavên xwe yên
nivandî û rûyê xwe yê tahir û rih û por û
şîna di kûrahiyan de veşartî.Wî dizanibû çi
dike û nêzîkî rastiya weke agir geş dibû ,
diviya bû ew wisa bike,destpêkê bi xwîna xwe
ya paqij wêne bike, da ku zaro û nevî piştre
rêveçûna xwînê bişopînin.
Yanzdeh mehan xewn berdewam bû, xwediyên wê
jê re dilsoz bûn, û di wê çaxa kêm de,
tiştên ku dehan sal ji wan re
divên,pêkanîn.Ew tenê, afirînerên destpêka
zehmet didîtin dawî nêzîk dibe û bihna genî
ya petrolê difûre û mizgîniya ne
xêrê,mizgîniya êş û azaran bi xwe re
tîne!Yanzdeh mehan, û ala kurdiya rengîn li
asîmanê Mihabadê liba dibû û sirûda sermedî
ji bajêr bilind dibû û xak bi kurdî diaxivî
li wir.Li wir jî, qederê xwest ko serok
Mesûd Barzanî kurê Barzaniyê nemir–ê ko
komara nûzayî diparast û bi dilzosî û
evîndariya xwe tevî berevaniya wê dikir berî
ko dijmin li ser kuştina wê lihev bikin û ew
tevî pêncsed lehengî berê xwe bide
Soviyetistanê di rêveçûneke efsanewî di gel
emaneta ko ji Qazî wergirtibû:ala ko
Barzaniyê kur jê pêve di asîmanê Kurdsitanê
de, nepijirand-li wir jidayik bibe.Yanzdeh
mehan, weke ku Mihabadî nêzîkbûna dawiyê ji
destpêka xwe bibînin, bê rawestan kar
dikirin, şanoyeke kurdî
damezirandin,sirûdeke netewî afirandin û
dibistanên kurdî avakirin û pirtûk çapkirin
û rojname û kovar belavkirin, ev hemû di
demeke kurt de bi vîneke xurt û bilind wekû
bilindahiya çiyayên Kurdistanê.
Hingê, dîrokê ji neviyên Kawa re xefik
vedidan.Wekû hercar çîroka dilbijan
destpêkir, û bayên konevaniyên navneteweyî
yên ko ji berjewendiya xwe zêdtir nikarin
tutiştî bibînin,rabûn.Bazara li derê ha
pêkhat, û kurdên bihêzî qels dîsa hatine
firotin…bûne qurban û tevlî axa dasitan û
kilamet û efsaneyan ta demekê bûn , ji ber
ku ew hercar nediyar dibin û paşê bihêztir û
xweşiktir vedigerin!
Di heman meydanê de, piştî yanzdeh mehan,
nûxuriyê nazik diviya bû were serjêkirin û
bibe qurbanê biyanî û hemnijadên ko ji bihna
xwînê pêve, ti bihnê hew dikin.Ew nizanin ku
xwîn xwînê peyde dike, û rastî her û her
tête holê…û rastî wirde wirde tê, mîna
bayekî nepenî tê.Li Çarçirayê, tola xwe ji
Kawa sitendin, lê nizanin ko Kawayê ku
beriya hezarên salan Ezdehak serjêkir, bi
hezrana kur û keç û neviyên wî çê bûne, erê,
veşartî ne lê jinişkave dixuyin, dema ku
sitemkar wan li ber çavên xwe nabînin!
Di berbanga wê rojê de, Qazî Mihemmed hate
bidarvekirin.Qaziyê ko aram û rûnazik bû, û
ji dawiya xwe razî û serbilind bû….pêka
pêşîn ya xewnê êdî hate danîn, xewna nemir
ko bi xwîna mêrxas û pakrewanan geş
dibe.Qaziyê ko eger kurdan weke Çeçanan navê
şehîd û lehengên xwe li çiyayên xwe
bikirana, dê navê wî li mezintirîn û
bilindtirîn çiyayê kurdistanê bûna.Qaziyê
pêşewayê şehîd ê mîna ewreke sipî û bilind
ku ji xêr û hezkirin û aşîtiyê pêve jê
nabare.Qaziyê kurdê resen ê ko ji bilî jiyan
û xwîna xwe tembînameyeke bê hempa ji nifşên
nuh re hişt, ev nifşê ko berbi pêşve gav
dide, berev xewna bi xwîna Qazî û hemû
pakrewanên kurd ên ko tenê ji Kurdistanê re
jiyan û tenê ji boyî wê mirin, rengdayî.
Di salvegera yekemîn komara Kurdistanê de,
Mihabada-eşq û evînê-bila her yek ji me
tembînameya pêşewayê şehîd bixwîne da ku
bibîne çendî xewn nêzîk e û çendî xewn şêrîn
û giranbuha ye û çiqasî li ber pêkhatinê
ye.Ji Mihabad ta bi Mihabad, gelo çi ji hêvî
û bicihanîna xewnê xweştir heye?
|
|