| |
Besam
Mistefa
Tê gotin ku kes û milletên baş laneta wan
heye, angu xweda tola kesên bilîmet û
milletên qenc,bi şêwazekê ji şêwazan û
demekê ji deman ,vedigire.Şanonivîsê ingilîz
ê bi nav û deng William Shakespeare(Şêkspîr)
xwediyê lanetek wisa bû.Jinika ku ji bo hin
armancên şexsî dixwest dest biavêje gora wî
bi teswasê ket û dihat ku dîn
bibe.Shakespeare beriya ku bimire nifir li
çi kesê ku dirêjahiyê li gora wî bike,
kiribû.Ji milletan,kurd bi lanet in lê ne
mîna Shakespeare ew nifiran li tukesî
naxwin.Kêm zêde,dem dirêj anjî kin
be-binerin çi hat serê Îsmaîl Haniye
serokwezîrê Filistînê ko berî çend rojan
pêşmergeyên kurdistanê weke çeteyan bi
navkiribûn û çawa ew li ser sînoran hate
kepaze û şepirzekirin!! – xweda tola kurdan
ji zulimkar sitemkarên wan distîne.
Sala 1975-an li Cezayirê pilaneke qirêj li
dijî milletê kurd bi girêdana hevpeymanekê
di navbera şahê îranê û Sedam Husên de bi
mebesta xeniqandina şoreşa kurd, hate
bestin.Piştî wê, di sala 1993-an de eynî
wexta ku Boteflîqe ê ko di îmzekirina
hevpeymana bednav de amade bû, serokayetî
bidest xist ,dewleta Cezayirê bû
qesabxaneyeke vekirî ku seriyên jêkirî yên
mirovan ji yên pez û dewaran pirtir û
erzantir in!Şah jî di demeke kin de ji textê
xwe hate avêtin û deselatdariya wî
hetahetayê hate rûxandin.Sedam jî berî sê
salan mîna koremişkekî qirêj di veşargeha
xwe de hate girtin û niha bi hukimê
bidarvekirinê re, rûbirû ye .Hersê dewletên
dijkurd niha di rewşên xirpa û dijwar de
derbas dibin:Sebaret bi Sûriyê, dadgeha
navneteweyî ya taybet bi doza serok Refîq
Herîrî ji Beşar Esed û darûdestên wî re tê
amade kirin û hêdî hêdî ava serê wî tê
germkirin!Îran ji ber pirsgirêka çekjên
atomî , li benda sizayên xwe ye .Tirkiyê
ketiye rewşeke çarenûsî de ku tevlîbûna wê
bo yekîtiya ewiropa, bi misogerkirina mafên
gelê kurd yên rewa re hatiye merckirin.Li
Iraqê ji xwe rewş diyar e û zorbazên ku gelê
kurd bi dirêjahiya salan azar û êşkence û
sitembar dikirin, anuha li benda girêdana
werîs li dora stûyên xwe ne!
Hun dibînin!Qedera kurdan yek e û qedera
dijminên wan jî her yek e!Tîrên ku kurdnehez
berdidin singa kurdan, carekê li wan
vedigerin û di dilên wan de bicî dibin!ji
ber ku çawa mirovên qenc yên hev in , wisa
yên pîs jî .anjî , em dê çawa girtina
biryara bidarvekirina Sedam ê hov û dirinde
û mirina Ecewît ê nankor di yek rojê de,
şîrove bikin?Dibêjin ku dema Ecewît bihîst
ku dostê wî Sedam dê were îdamkirin, dilê wî
di cih de, sekinî.Gelo, ev tenê rasthatinek
bû anjî laneta kurdên belengaz bû ku wê rojê
du zabaniyên dijkurd li ber xwe dibir?Ez
bawer dikim ku ev ne rasthatin bû, ji ber ku
Ecewît ê ku ditirsiya berî ku bimire
dewleteke kurdî bibîne , bi bihsîtina nûçeya
daliqandina Sedam re têdighîît ku ew tirsa
wî berbi cîbicîbûnê ve ye !ji xwe berî ku
dilê wî bisekine, ew nîvmirî , di nav cîhana
xewn û xeyal û sawîr û gumanan de, bê bask
melevanî dikir:
Text û kursî, tac û erş li bin piyan
çûn!Împeratoriyet û xewnên bi avakirina wan
berba dibûn!Welat û dewlet di
hejhijîn!Artêşan, efser û generalên xwe
dadiqurtandin!Cîhan piçûk dibû!Hertiştî xwe
diguherand!Simbêlên zaliman berev asîmanekî
ji şevên wan tarîtir, difiriyan!Wirdiyan di
reviyan û girtiyan qeyd û bendên xwe
dişkênandin!
Hertiştî xwe diguherand!Û kurd mîna
birûskekê xwe li berbanga wî a manendî hişê
wî tarî û nîvmirî , dixistin….Kurd şiyar
dibûn , lehiya kurdî li ber herikînê bû …û
ew di xew/mirina xwe de direcifiya….û
jinişkêve werîsên qalind li ber çavên wî yên
ji ronahiyê bêpar çûn û hatin!Dostên wî yek
bi yek bidarve dibûn….Dema ku rengên sor û
zer dîdar vegirtin,dema ku kesk ji asîmanan
daket,dema ku zarokekî Kurd ji hawîrdora
Amedê pêxwas û cil diriyayî devê xwe dagirt
xûzî û di rûyê wî de….avêt!
Birûska rastiyê a dijwar ku bi kurdî wê rojê
diaxivî xwe li dilê wî xist û…berbi dozexa
ebedî ve kişand,
Hingê,
Ecewît çavên xwe girtin û dilê wî rawestiya!
|
|