| |
Brahîm
Qasim
Piştî, êrîşên holako û cengîzxan ,
teter ,mexol û teymorling .gelê vê herêmê
xwe diveweşênê ji toza simên hespên leşkerên
dadgeran, û serê xwe careke dî hildidê û çi
binêrê, kû warên wan, avadaniya wan talan û
xopan bûye, mane şikêr , gir û xirbeh ......
Gelê kû ji war û xaka wî hatiye rakirin bi
zor bi kuştin û lêdanê di bin navê dijîtiya
almecûs......
Xelkên hirêma xwe ne ragirin ewin misûsanan,
ew gelê kurdên yezîdîne.
Herêma musûsanan di navbera çiyayê qereçox û
çiyayê şingalê deye, wesa dihate bi nav
kirin .
Giringe em bikevin derîva hin taybet,
mixabin dîroka vî warî tu lêkolîn jêre bi
duristî û rastî çênebûne .
Ev herêm gelekî zor û nexweşî bi serde
hatine, ev beriya dirêj û fereh, cihê dana
abûriyek mezinbû,lewra dijmin herêm dadkir
dikir ,binçav dikir û êrîşên mezin di berdan
ser musûsanan malên wan talan dikirin
mixabin nikarîbûn xwe ragirin, bê hêz û çare
diman çimkî bê asêgih û bê piştbûn, kurdên
musilman pişta wan ne digirtin belê wan jî
pişikdarî didan dijmin .
Hrêm hêdî hêdî dihate vale kirin ji hêzên
musûsanan , xwe dighandin çiyayê şingalê, û
carna herêm ji encamên nexeşiyan di hate
vale kirin, wek nexweşiya kolêra ûsorik,
xurî û tahonê.
Piştî misûsana li çiyayê şingalê hatin
qefandin dawîwa wan ji layê osmaniyave, şûn
û warên wan ta nuha diyarin wek bajarê
kurikê rehwal, gir û xirbehên wan, mixabin
çi lêkolîn nînin.
Careke dî osmaniya êrîş berdane ser vê
herêmê û Hemzebegê şikakî bê çar dimînê û
derevê ber bi roj hilatve...
Piştî osmanî herêmê dadgir dikin di bin
alayê Mustefa başa / paşê mîran / yê hukmê
wî ji wanê ta şingalê ji dimil qapo ta
nîzîkî musilê , osmaniya nexoş bi xwe hesa
ku tevgerek kurd hêdî hêdî çêdibê ji paşa û
mîr,şêx û melên kurdan piştî fermana
ermeniyan,
Rabû alî karî da hin êlên ereban û ew anîn
di vê herêmêde, da piştevaniyê bidin tirkan
dijî daxwaziyên kurdan di pêşde.her wekî
firinsa û engilîz jî bi erebanre bûne alîkar
.
Hukmê mustefa paşa namînê , û gelek gundê wî
yên başûr jê distînin, û dikin destên
erebande, wek gundê koz û girê
elo,girkendal, hemo ker û gir koçer û gelek
gundên dî ….
Kurê mustefa başa NAYÎF ne razîna xwe didê
xwiya kirin ji encamê du serek eşîrê ereban
têne kuştin bi destê nayîf lê mixabin wîjî
nikarî xwe ragirê di hember fiinsa û
hokometa nû bi navê hukmeta sûrî , vî warê
xwe ne ragir çi kirye bi serê sedên hezarên
kurdan, îro çihê şêra rovî dikin gêre.
|
|