۞ عربي     ۞  Kurdi     ۞  Deutsch    ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf

 
Google

 
 

Nivîsar

 

Ey reqîb yan Kurdistan?

 
   

Can Dost
Ev bûye demek ku di Medyaya kurdî de behsa hewldanekê ji bo guhertina Ala rengîn û sirûda Ey Reqîb ya neteweyî ya gelê Kurd, tê kirin. Her weha tê gotin ku helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes sirûdeke nivîsiye da ku şûna Ey reqîb bigire.
Nivîskarê Kurd Jan Dost, ew sirûda Şêrko Bêkes ku navê wê Kurdistan e guherandiye Kurmanciya jorîn û niha jî li ber destê xwendevanan e ku ew jî nêrînên xwe li ser naverokê bibêjin û vê sirûdê û sirûda Ey reqîb bidin ber hev û binêrin ka kîjan bêtir nêzîkî hest û dil û giyanê gelê Kurd e.
 

            Kurdistan

Dayka me yî, çi şêrînî, serbilindî, Kurdistan
Kevnareyî, tu pîrozî, roniya çavê hemyan

Li bakur û li başûr bî, rojava, rojhilatî
Armanc yeke , al jî yeke, doza me ye azadî

Te dparêzin, li çarhawîr, wek rêza çiyayên te
Canfida ne, dilpola ne, bi milyonan lawên te

Bi salane, çira xwîna şehîdan e, ev xak e
Ta hetayê, dê li ser me biçirise, ronak e

Yekgirtîne, di rê de ne, jin û mêrin, mil li mil
ji bo pêşerojek geştir, ciwantir ji roj û gul

 

 

info@kurdroj.com

 
 
 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞

 


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005