۞ عربي     ۞  Kurdi     ۞  Deutsch    ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf

 
Google

 
 

Nivîsar

 

Sibat li Esfûrîyê ye

 
   

 Elwan Şivan
Sibat meheke dûyem ji salê ,û mehek bitaybete ji temen ku 28 yan jî 29roj û ku di rojeke Sibatê de her car demsal lê peydedibin û lê dibine mêvan û tê nasîn bi bûyer, serpêhatî , cîrok û tishtên cide.
Ji wan : Enter , Dihik, Dihkê Bizinan, Bayê Pîrê, Gîsko û Avisbûna Pisîkan...
Sibata pepûk yan jî sibata dîn li vê cerxê dem û dewran û feleka malwêran lê geriya û bê qidoshiya ku lê tê xwendin ji waqa waqa kund û qajîna qijôkên bêxêr ku bi temenê xwey kurt sha nabê û tevnên wê ti mersh û tayîshik ji berfê nehûnand û nehatin raxistin li ser bana û li bêndera û sirê xwe li teshiya wê nerîsî ku bû qajik û benîshtê devê dost û neyara ?
Lê mixabin Sibat li vê demê di pêshberke Enter û Gîsko û Psîkan de têk cû.
Emê sedemê hersê xalan bidin xwiyanî û cima Sibatê nevexwar.
1- Enter û gushtarê bê hijmar: Merivek xwedanê gushtarekî bê hijmar û gelek ji keriyên pez û ji garanên dewara ku li deshtê peyaya û li zozana siwara .
Enter li vê demê ti hesaba ji Sibatê nakê ku dema berê pez û dewarên tawî û bawî li mal dihishtin , li roja îro wan jî li tev gushtar dikê û bê tiris xatira dixwazê û oxirê bi xêr dike .
Li vê demê Enter li Sibatê serbeste ,demên estengiyan bihûrîn û derbasbûn ku linkê Enter dixistin sola teng de ,îro li cûna zozanaEnter ti êzing di rê de neshewitandin û zikê ti devih û hespa neqelasht da ku xwe biparêzê ji zirt û cirtên Sibatê Enter neme kufletê xwe mehkeme dikê di pirsgirêkên ezmana de ku cend caran ewra û cend caran dibê sayî...?
Enter kurê pîrebiyê û mêrê du jina ci xatûn û ci bêrîvan ku di nav bera demsalan de karê wextane bi rêve dibin ,meshk û hevanên misht ji rûn û duhinê dûv, û cekurên misht ji qeliya dermale û goshtê xwê kirî û kûzên misht ji penêr û sîrkê sûrafkirî û ji xeynî , shûrtan , nîvishk, jajî,lorik ,firo,mast û ceqilmast.
Erê qûcê Sibatê hate hildan lê estengî netenê qir û qeshe û tavê baranê ûbarîna berfê ye ,lê basha ku meriv xwe ji êrîshên gurên Adarê biparêzê...?
2- Gîsko : Li demên Sibata gelek mitala û tirsê dikshîne ji zirt û tifinkên wê ,ku Sibat wek sînorek gelek asê di navbera Gîsko û Adarê de ku heye niha Gîsko bûye qurbanê qir û qeshe û sermê û berfê gelek caran .
Li Sibata vê demê Gîsko henek û qilfê xwe pê dike û li ser pishta ting nayê xwar ku
sitran û goraniyan dibêjê :
Tirtû û tirt
Sibatokê min ji
Te xwar Adarokê
Dema Sibatê ev sitran hisdikir cavê wê bûna pizotik û dinanê xwe disîqirandin û hewilde ku vê tirê ji Gîsko re nehêlê lê mixabin li gorî dema berê Sibatê shûva xwe tajot.
û nizanê ku bûya diya ewrên sitewr ku yek birûsik jê nevecenqiya û tor û bextê Adarê
nema fêde dike ûher kesekî li ser miriyê xwe dikirî.
Lê derdê xwe ji Adarê re got :
Xwakaminî Adar
Bidemin cend rojên xedar
Da ez Gîsko di ting de bikim xwar
Mixabin Adarê deng nebira xwe û ti xwestek pêkne anîn û Sibat ne qedand ne bi deyin
û ne belash lê Sibat gelek ji Eyend û pêsheroja xwe bitirse ku Gîsko nema qîma xwe
bi tinga tînê ,ku li sikak û kolana cerebûnga ji xelkê dixwazê cimkî bûya dewlet û xwedî hêz .
3-Avisbûna Pisîkan :
Pisîkên kewjî û cav nehêrên li benda Sibatê ku ji sermê xwe li quncikê xalî li nav tirafa tifikan xwe di gevêzin û kayîna xwe dikin ku wê kewjan dinê di stîlên kayînê de sha dikin , lê mixabin ev Sibata berê bû ku taybetîka wê hebû bi dawet û zemawendê Pisîkan re. bê qidoshiya ku li Sibata vê demê peyde bû ew taybet ma bê hurmet û her tisht hishkere bû ku nema pisîk xwe hewceyî tifik û axwir û delava dikê , lê îro Pisîk li tava heyvê û li dîlanê ristên sitêra kayîna xwe hishker dikê ku ew jî ti hesaba ji Sibatê nakin û nema kewjandin ji wan re derd û hisrete .
Mixabin dem hemî li hev gelciya Sibat û Adar û Nîsan ji hev nayên nasîn ji loma nixwiriyên pisîkan virnî cê dibin (xwe ji êrîshên Adarê biparêzin û xwe bihevzênin cimkî ji nishkê ve êrîsh dike ) ....

 

kurdroj-kurdi@hotmail.de

 
 
 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞

 


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005