| |
Fûad Sîpan (Akpînar)
Kurdistaniyên hêja!
Bila Erdogan û çeqelên wek wî baş bizanibin
ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî
taca serê Kurdan e, ew ne tenê serokê
Kurdistana Azad e, ew herwiha serok û
îradeya hemû Kurdan li her çar perçên
Kurdistanê ye. Em ji Xwedayê dilovan razî ne
ku ew lawê Melle Mistefa Barzaniyê mezin e û
îro bi mêranî û bi mêrxasî di şopa bavê xwe
de dimeşe û doza Kurdistanê diparêze. Birêz
Mesûd Barzanî ji bo Kurdan mîras û diyariya
Melle Mistefa Barzaniyê mezin ya herî
payebilind û bi zêr e.
Dewleta Tirk dîsa rojeva Kurdistanê û
Tirkiyê gur kir û Tirk dixwezin bi alavê xwe
bigihînin armancên xwe yên bi kirêt. Çima
serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di
hevpeyvîneke di televîzyona Al Arabiya de
gotibû ”heger Tirkiye ji bo sedhezar
Tirkmenên Kerkûkê midaxele bike, emê jî ji
bo 30 mîlyon Kurdan midaxele bikin” û di
eynî hevpeyvînê de serok Barzanî wiha dibêje
”heger Tirkiye dest dirêjî Kerkûkê bike, wê
mafê me jî hebe em dest biavêjin Amedê û
bajarên din yên Kurdan”
Li ser van gotinên serok Mesûd Barzanî di
serî de serokwezîrê Tirkan Erdogan û hemû
qaşo çep, rast û çeqelên wan ji sînorê
terbiye û bêedebiyê derketin, di şexsê
serokê Kurdistanê de êrişî hemû Kurdan
dikin. Erdogan li ser gotinên serokê
Kurdistanê birêz Barzanî wiha dibêje,
”Barzanî heddê xwe derbas kiriye” Erdogan
her wiha bi gef û tehdîdên din berdewam
dike. Çapemeniya Tirk jî heta ji dest tê ji
dijminahiya li hemberî Kurdan sûdê
werdigire, ji ne çareseriya pirsgirêkê re
xizmetê dike.
Heger Tirk dîsa dixwezin telîs û çiwalan
têxin serên Mehmetçîkên xwe, bila kerem
bikin êrişî Kurdistanê bikin. Bila Tirk baş
bizanibin dê çiyayên Kurdistanê ji wan re
bibin goristan.
Hemû derdên Tirkan li ser Kurdistana
serbixwe ye û ew dixwezin îstiqrara
Kurdistanê xerab bikin. Lê Tirkan hên fêhm
nekirine ku Kurdan ti caran li ber wan serî
daneaniye û dê ti caran jî li ber wan serî
daneyne. Yanê bi gotineke din, ewên mala min
xerab bikin, ez jî mala wan xerab dikim. Yên
Tirkan baş nas dikin bi hêsanî dikarin
bibêjin, ku Tirkan ji zû de ji heddên xwe
jî, ji ceddên xwe jî û ji hedd û ceddên
bavên xwe jî derbas kirine. Nayê fêhmkirin
ku Tirk çawa wî mafî di xwe de dibînin, ku
êrişî Kurdan bikin, Kurdan bi gotinên bêedeb
birîndar bikin. Bi salan e Tirk êrişî Kurdan
dikin, Kurdan biçûk dixin. Pir caran
rayedarên Kurdistana Azad bê deng û bê
bersiv dimînin, loma Tirkan ewqas zimanê xwe
li ser Kurdistana Azad dirêj kiriye. Bi raya
min heger rayedarên Kurdistana Azad di heman
deman de wisa bersivê bidin Tirkan dê herin
wek pisîkan di cihên xwe de rûnin.
Tirkên ku hetanî sedsala 21an bê nav bûn, bi
saya Ewropiyan bûne xwedî nav, ji vir hezar
sal berê bi kurtanên ker û hespan, bi
hovane, bi destê zorê welatên xelkê talan
kirin, welatekî karton ji xwe re bi saya
xelkê ava kirin, lê di ser de jî li ser
nasekinin, wek donê rûnê ku bi ser avê
dikeve dibiriqin û li roja dawiyan xwe
digerin. Dijminahiya Tirkan li dijî Kurdan û
yên din êdî wek nexweşiyeke bê derman e û di
civata Tirkan de cih girtiye. Hezar carî
mixabin ku bibêjim, li ser helwesta Tirkan
ya îrrasiyonal, ya mantiqê teng (raste ku
mirov bibêje ya dijminane û faşîstane), Tirk
ne amade ne û dê ti carî jî ne amade bin ku
pirsgirêka Kurdan bi awayekî aştiyane
çareser bikin. Wisa tê xwiyakirin ku dê Tirk
bi vê polîtîkaya xwe di dawiya dawîn de
felaketeke wisa bînin serê gelên xwe ku ti
kes nikaribe wan xelas bike. Jixwe heta Tirk
derbeyeke mezin nexwin û zerarê nebînin dê
dest ji siyaseta xwe ya hovane jî ber nedin.
Lê ez bawerim, dê Tirk di demeke kin de
lingê dîk di tawê de bibînin.
Ji sala 1991an vir de Tirk her carê dibêjin,
goya wan alîkariya Kurdan kiriye, paseport
dane serokên Kurdan û hwd. Tirkan ti caran
ji dil de, bi awayekî durist û dostane
alîkariya Kurdan nekiriye. Ew her demê bi
hêsabên xwe yên kirêt tevgeriyane. Tiştên ji
bo başûrê Kurdistanê kirine jî hemû ji bo
berjewendiyên xwe kirine. Dewleta Tirk heta
rûxandina Sedamê dîktator di hin mijaran de
jî mecbûr bû li gorî biryara UNO ya 688
tevbigere. Yanê di rastiyê de heger ji tirsa
dinyayê neba dê Tirkan di rojekê de lê
bixebitiyana ku Kurdan ji holê rabikin.
Bila her kes aqilê xwe topî serê xwe bike.
Ev sala sala qedera serxwebûna Kurdistanê
ye. Divêt Kurdên li Bakur bi taybetî yên di
nava refên partiyên Tirkan (AKP û hwd.) de
ne hêsabên xwe baş bikin û di roja teng de
li birayên xwe yên Başûr xwedî derên. Heger
çewtiya wê bêye kirin, bila ew baş bizanibin
dîrok wan efû nake.
Divêt Kurdistana Azad jî aqilê xwe topî serê
xwe bike û hemû şîrketên Tirkan ji
Kurdistanê biavêje. Heger wiha berdewam be,
dê Tirk vê carê jî li Kurdistana Azad bibin
kolonyalîstên modern û li ser siyaseta
Kurdistanê rola xwe bihêlin.
Du rê li ber Tirkan hene, yan ewê bibin
mirov, yan jî dê têk herin. Alternatîva
sisiyan ji bo Tirkan tineye.
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 12.04.2007
|
|