| |
Muctaba
Beravî:
kurdroj.com_20/07/05
Pêşveçûyînên teknîkî û aletên elektronîk ji
hêlekê de jiyan li mirovan hêsan û xweş
kirin, lê ji gelek hêlan de tamsarkî û reş
kirin.
Dema ku televizyon derketin pêşberî
temaşegeran, devê wan du bihusta ji hev çû û
di nav xwe de digotin ”hun ji xwe re li vê
ecêbê binerin, li serê dinyê tiştek çêbibe,
em li vê derê pê dihesin…” û ev yeka hanê ji
bo xwe gelekî girîng didîtin.
Dema ku di fîliman de kesên belengaz û
xemgîn dîtin bi wan re xemxwar bûn û giriyan.
Giriyê wan li ser miriyê xelkê hat û têra
xwe giriyan, lê dûvre fêrî dîtina miriyan
bûn û nema giriyê wan li ser wan hat, ne ev
tenê êdî giriyê wan li ser miriyê wan jî
nehat… ji xwe ya xeter jî ew bû ku ev gotina
bav û kalan pûç derxistibûn ”giriyê herkesî
li ser miriyê wî tê”.
Di dema berê de heke ji herêma wan yekî
kêrhatî bihatana kuştin kilam li ser wan
dihatin çêkirin û demeke dûdirêj bandora wê
kuştinê li ser hemû mirovên wê herêmê
berdewam dikir. Lê vê gavê çi bûye? Kuştina
mirov bû tiştekî ji rêzê û heqek ji heqê
desthilatdaran yê rewa… dema ku ciwanekî
temenê wî di 17 yan 18an de di ber xiyal û
daxwazên xwe yên mezin de tê kuştin, yê herî
dilsoz belkî du sê cara bike niçe niç û ax û
wax, lê bi niçûn û axîneke ji gewriyê berjor…
ji xwe yên dinê wê jî nakin… piştî vê yekê
ez dikarim bêjim, na televizyonê bûyerên
dinê neanîbûn nigên we ey temaşegerên ku du
bihusta devê we ji hev çûbûn, lê hun biribûn
hinda bûyeran, hun li der û dora dinê
gerandibûn hem jî tî û birçî…
ji liberketina bûyerên ku dê tu carî têna
xwe nedana we û têkiliya we bi wan re nebûna,
me bûyerên ber pozê xwe, êş û azara di
bedena xwe de jibîr kir. Her wisa mejiyê me
jî bi wî rengî çelqo melqo bû…
Bi her mirovekî re taqet û hêzeke diyar heye;
heke mirov himmet û xîreta xwe bide hev û
bixwaze tiştekî bike karê xwe, ew taqet û
hêz têra biserketina wê dike.
Lê îroj mixabin nod ji sedî mirov bûne ji
rêzê û xwediyê mejî, himmet û taqeteke
belawela…
Ewlebûna bi xwe ya mirov bi qansî ku di vê
demê de têk çûye tu demên din têk neçûye; ji
ber ku hemû pirsgirêkên cîhanê yê xwe dibîne
û dema ku ji bo çareserkirinê li sermiyanê
xwe dinihêre ku li hember wan karesat û
bûyerên dijwar bêwate dimîne, bêhêvîtî ji
her hêlê de wî/wê dorpêç dike û di nav
xemgîniyeke dijwar de dihêle.
Yên ku ji binî de bêhêvî dibin dev ji her
tiştî berdidin û êdî dest bi xizmeta egoya
xwe dikin û êdî ji wan pêvtir tu tiştek bala
wan nakişîne, heta dê û bav, zar û zêçên wan
jî êdî ne layiqî xemxwarinê ne li gorî wan û
divê ku ew berê xwe bidin şakirina nefsa xwe
û xweşbihurandina demên xwe…
Lê na hinek jê hêj jî dev ji xwe bera nadin
û mîna qoqê ku bi ser avê ketiye, ji hêlekê
de ber bi avê de diçe û li bin guhê kevir û
gomeyan dikeve, ji hêlekê jî di nav pêlên
dijwar de û guf gufa avê de tirseke bêhempa
dijî û tenê ji bo rizgarbûna ji wê rewşê xwe
daye bendî mucîzeyan… ji bo wî kesî êdî
şopandina bûyerên rojane yên her devera dinê
bûye tiştekî ku nebe nabe… û ew kesên
girîngên ku li gor xwe bi vî karî daketine
car caran di xiyalên xwe de dikarin xwe
gelekî mezin bikin û di şûna mirovên qerase
de bibînin.
Herkes li her kesî dinere lê tu kes li xwe
nanere, ji xwe derfet û firseta li xwe
nerînê nabîne…
Min di destpêkê de televizyon nimûne da lê
ew ji dehan aletên ragihandinê yek e,
compiuter, telefon, radyo, rojnameyên rojane...
Gelek kes hene ku bi kelecana bikaranîna van
aletên hemdem derdikevin rê û di coşiya ku
wan têxin xizmeta xwe de ne, lê di demeke
kurt de gelek ji wan bi xwe dikevin xizmetan
wan aletan û dozê jî li ser dikin…
ji bo nimûne, dema ku dest pê dike û dibêje
”bi xwedê êdî ezê înternetê jî bikar bînim û
di wê derê de ji her deverên dinê bi mirovan
re têkevim têkiliyan û dikarim doza xwe ji
bo wan ragihînim” biryar herçiqas ji derve
de xweş û girîng xuya dike, lê di rastiyê ne
wisa ye, mîna ku mirov di bajarekî deh pazde
milyon de bê navnîşan derkeve lihevcivandin
û serîdana dost û hogirên xwe.
Belê dibe ku bi wê rêkê tenê bêhna xwe
derxîne û xwe bixapîne ku karekî girîng
kiriye, lê dema ku derkeva nav civata ku tê
de dijî û li der û dora xwe binihêre, dê
bibîne ku êdî taqet û himmeta wî ya ku
tiştekî bide wan pê re nemaye…
Ji ber van tiştên ku min gotin, divê ku
mirov li xwe miqate be û hema wisa zû bi zû
ji dest bernede, heke bikar anî jî bi
zanebûn û bi sînor van aletên wan bikar bîne.
Û girîngiyê bide avakirina şexsiyeta xwe.
”Çira ku dohn tê de tunebe, naçirûse û kesek
xwe nade ber ronahiya wê”. Ji dêvila daxwaza
xwedîbûna tiştên teknîkî, alet û alavên zêde,
mirov girîngiyê bide xwedîbûna li xwe.
diberxwe bide ku kesayetiyeke hevgirtî saz
bike… kesayetiyeke dilê wê bi dilovaniyê
dagirtî û bi xîreta rohnîkirina der û dora
xwe tije…
|
|