۞ عربي     ۞  Kurdi      ۞  Deutsch     ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîv

 
Google

 
 

Nivîsar

 

Qamişlo Kurdistan e!Kûçikê bi çefî û egal

 
 

Silêman Demir - Nisêbîn
kurdroj.com-20/07/05
Ez çûm Qamişlo, ez hinekî geriyam, min li rewşa kurdan û a bajêr pirsî, min li bûyer û baweriyan pirsî. Min guhdar kir û bihîst. Min bihîst ko di dema teeziya Şêx Maşûq de xortên kurdan egal dan serê kûçikekî û berê wî dan nav bajêr. Gava kûçikê bi egal yê tirsiyayî dît ko xelk û alem hemû li wî dinerin, dest û lepên xwe ber wî de bilind dikin, wî beza xwe xurtir kir, çiv û kuçe li xwe badan û xwe berda nav kûraya bajêr. Di nav bajêr tevî re beziya. Xortan dît ko ew yek kirineke xweş û efektîv e, kûçikekî din girtin, îcarê çefî jî dan serê wî, egalek dan ser û berê wî dan taxa ereban. "De kerem bike here nav merivên xwe." Wî jî nig hildan û gav avêtin. Lê ew kûçikê reben piştî wê çalakiya xwe careke din nema hat dîtin.

Wê demê egal bûbûn heşîş û qaçax. Gava xortan egalek li serê hinan didîtin, diçûn ba wî, hêdîka radihştinê û didan destê hev, ji hev re diavêtin û bilind dikirin. Heta çav dihatin girtin û vekirin, ew egal di serê bajêr yê din re derdiket. Li nava sûka bajêr çafî û şimikek (şihate) bi hev ve girêk dan û avêtin ser xetên elektrîkê. Ew wilo bi rojan li ber bê man û hejiyan.

"Zahranên" ser motoran bi sedan xwe kar kiribûn û li bendî xir û bazdaneke mezin bûn, da bajêr ji ereban pak bikin, da bajêr ji polîs û eskeran re bikin dojeh. Lê aqil selîman xwe gihandin wan û got: “Yaxî ka bisekinin, ka li bendî me siyasetvan û pêşevanan bin.” Wan jî xwe di edeb û dîsiplînê de girtin û bûyer nekirin wek xireke bêkontrol. Lê li hin deveran mîrên kuçan wek xwe kirin, darê îdara kuçan girtin destê xwe. Li hin taxên kurdan, wek Enteriyê û Qanat Swês, hîna jî palîs û muxaberat nikarin bikevin nav taxên wan.

Bajar dikeliya. Gundî daketibûn hewara bajêr. Kurd nema di kuçe û kolanan de hildihatin. Qamişlo bûbû bajarekî kurdan, ê azadiya biryardarî, hogiçî û serbilindiya wan.

Hal û rewşa Qamişlo wilo bû. Her rojê meş û civîn li dar bûn. Bin konê teezaiya Şêx bi mikrofon û kursî wek saloneke civînan bû. Meşa roja dawî ji gotar û ajîtasyonan derket û nema hat sekinandin.

Mixabin ku min hemû rewşenbîr û nivîskar nedîtin. Ji xwe ne gengaz e jî. Di bajarê Qamişlo û gundên der û dora wê tenê de dor 200 nivîskarên zimanê kurdî û bi hezaran xwendevan hene. Ez bi taybetî spasî Istas Ebbas û kek Dîlawerê Zengî dikim. Pirtûkên xwe yên hêja diyarî min kirin û ji min re behsa rewşa bajêr û edebiyata kurdan kirin.

Min ji piraniya nûnerên hêlên siyasî û rewşenbîran pirsî bê ma rewşa gera siyasetê çawa bû. Naveroka tiştê ko min bihîst wilo bû:
Siyasetmedaran piştî 4-5 rojan dît ko rewş giran dibe, wê ji destan derkeve, wê zêdî ko hewce be mezin bibe, bê kontrol bibe û wê ji armanca xwe ya sereke derkeve. Û her wilo hat bihîstin û gotin ko hin eşîrên ereban xwe kar dikin da bigirin ser Qamişlo, da xerabûnê bikin û bajêr talan bikin. Siyasetmedar rabûn bi xar li hev civiyan û li hev kirin ko divê rewşê hinekî sar bikin, bûyeran sist bikin û bajêr biparêzin. Xwestin meşa dawî ko dihat amadekirin, betal bikin. Heger na, wê kurd ji bedêla ko bi dest bixin ve, wenda bikin. Kurd ketin şika ko wê kurd û erebên Tey ên hov li hev biqelibin û gelek xwîn birije. Lê hemûyan di vê yekê de li hev nekirin. Du partiyan gotin heyran "şer" û pevçûn berdewam e û dan pêşiya xortan. Li gora ko hat gotin, ew, Yekîtî (a nû) û Partiya Azadî bûn.

Meş û civînên berê, û ên rojên çûyî û navtêdan û sorkirinên li bin konê teeziyê, kurd germ kiribûn. Li gor ko dihat gotin, ji xwe grupeke mezin ya xortên kurdan ên ko şer dixwestin, habûn, ew her demê bêyî ko di encama kirinên xwe de bifikirin, wek ko herin dawetê, li bendî xir û bazdanekê bûn, li bendî ko siyasetmedarin bidin pêşiya wan û ji wan re bêjin de îro şer û meşîn e, hebûn. Gava du partî û egîtekî wek Fuad Elîko derketin pêşiya wan, ew xort zû derketin û meş germ kirin. Ji xwe heta wî çaxî xortan egal jî dabûn serê kûçikan

Piraniya kurdên ko min dîtin, rewş ji min re wilo rave kirin û gotin ko meşa dawî a ko bajar ji ereban re vala kir, ne rast bû. Meş bû wek meşa li dijî dewletê, lê kurd dibêjin ko şerê wan ne ew e, doza wan bi rejîmê re ye, doza mafên însanî ne, ên demokratî ne, ne doz û şerê hilweşandina dewletê ye.

Min dixwest ez di vê derheqê de li Fuad Elîko jî guhdar bikim, lê heyf e ko ez negiham ser rûniştina ko camêr Fuad lê bû û ez ê biçûma wir. Roja din gava ez çûm, îcarê ew çûbû Şamê, min ew nedît û min lê guhdar nekir. Bêguman fikirên wî yên giranbuha hebûn. Tê gotin ko ên ko dan pêşiya meşa dawî, xelitîn. Meş ji du serên bajêr dest pê dikir, ji Hilêlîkê û Enteriyê. Gava kurdan ji wir, ji du serên bajêr dest pê kirin û hatin pêrgî hev, nava bajêr vala hiştibûn. Ereb wî çaxî ketin nav bajarê bêxwedî. Polîs ketibûn pêşiya kurdan û ew radigirtin, da ereb bajêr talan bikin. Dibêjin ko 72 dikanên kurdan talan kirin, xisara bi sed milyonan li kurdan kirin. Piştî ko ereban bajar talan kir, polîsan bi otomobîlan dan nav xelkê û ajot ser wan. Ew ji hev belav kirin. Meş û tiştên wilo qedexe kirin. Tê gotin ko ew yek ji bo kurdan wendakirin e. Kirina Ereban jî, ji bo beşekî ji kurdan bû sinyalên ko gava ew bixwazin, ew karin bên bigirin ser bajarê kurdan, devera ko kurd herî bêtir lê xurt in.

Min li gelek deveran bihîst ko Roj tv wê demê rol û dewreke xerab lîst. Bi gotar û anonsên xwe xelk ajotin ser xir û bazdanê, xortên germ ji kontrola pêşengiya siyasî derxistin. Dixwestin xir û bazdan rewşê ji kontrolê derxe, partiyan ji hev de bixe, wan û xelkê dûrî hev bixe da prestîja ko Apoiyan wenda kirine, ji nû ve di nav kurdên li Sûriyê de bi dest bixin. Çend camêran got: "Wellehî Apoiyan dixwest û dikir ko agirekî mezin bi Qamişlo bixin, da bikaribin gotinên qelew di televizyonan de bikin û kurdên ko rastiyê nizanin, bixapînin û dîsa bidin dû xwe û bibêjin “ha va ye em karan dikin”. Lê kirinên wan yên dawî kurd hîn bêtir dûrî wan xistin."

Hîna berî wê roja dawî, dewletê gazî kir hin eşîrên ereban, xwest sîlah li dijî kurdan bide wan. Piraniya wan sîlah girtin. Erebên koçer ên ko hatina pezên xwe li der û dora Qamîşlo li nav milkên kurdan diçêrînin û konên xwe li nav pirêzên wan vegirtine, rahiştine sîlah. Ew hov bi rehetî û ji bo tiştên gelekî biçûk karin berê sîlahên xwe bidin kurdan.

Hêvîdar im ko wê tu caran sedem û cesareta ko wan sîlahan li dijî kurdan bi kar bînin, nebînin.

Lê wilo xuya ye, ko tu tiştek kurdan natirsîne, wan nawestîne û hêza wan a aqil û bêhnfirehiya wan ji wan nastîne. Niha li hev digerin ko xwe bêtir bi ser hev de bicivînin û kirin û gotina xwe bikin yek. Tê derdixin ko hewcedariya wan bêtir bi yekîtî, tîfaq û şêwrê heye.

Ez ji Nisêbînê daketibûm Qamişlo. Nisêbînê bajarekî kurdan ê li Tirkiyê ye. Rûniştvanên wê hemû kurd in. Lê mixabin ko li sûk, çaşî û kuçan dengê axavtina bi tirkî, ji a bi kurdî bêtir tê mirov. Gava zarok li kuçan dilîzin, bi tirkî bi hev re dilîzin û dipeyivin. Gava xort û zilamên simbêlbok li kuçan dimeşin û bi telefonan dipeyivin, bi tirkî dipeyivin. Tu yek, ne biçûk ne mezin hejmara telefona xwe bi kurdî nizane bêje. Pîrekên ser bi çarî bi hev re bi tirkiyeke ko incex Bavê Teyar ji wan fam bike, dipeyivin. Îcarê Nisêbînê yek ji bajarên kurdan yê ko bêtir kurd maye, ye. Agir di sênga min de bi dilê min diket. Lê gava ez çûm Qamişlo, min dît ko ez çûme nav kurdan. Wir Kurdistan e, ziman bi kurdî ye, erebî eyb e. Zarok, pîrek li hemû deran bi kurdî dipeyivin. Lîstikên zarokan bi kurdî ne. Peyva bi erebî eyb e. Min bêtir lê pirsî, îcarê dersên kurdî dest pê kirine. Heta niha dor hezar xwendekaran xwendina xwe xelas kirine û xwendin hîna jî berdewam e. Her yekê ko xwendina xwe xelas dike, dibe mamostê grûpeke din. Xwendevan zarok û mezin in. Min dît ko şagirtek heftsalî bû. Mamosteyek jî nehsalî bû. Kovareke wan jî bi navê ZIMAN derdikeve. Heta niha çar hejmar derxistine.

Wilo xuya ye ko kurdan li wir xweş li hev kirine. Heta azadiyê bi kurdî, heta azadiyê ew ê kurd bimînin. Ew ê heta hezar salan kurd bin. Tu hêz û dewlet nikarin wan asîmîle bikin.

Bijî kurdên li Suriyê. Bîst milyon kurdên Tirkiyê, ko bîst kesên ko kitêbên kurdî bixwînin di nav wan de tune ne, bi qurbana we bin. Sed zarokên wan ên ko bikaribin heta bîstan bi kurdî bihejmêrin, tune ne. Belkî gundiyên ko hîna fêrî tirkî nebûne, bizanibin. Piraniya wan li malên xwe bi tirkî bi zarokên xwe re dipeyivin û derdikevin derve dibêjin “em doza mafê xwendina bi zimanê kurdî dikin”. Ementubilleh, ji gotinên qelew û badana simbêlan re di ser wan re tune ne.

Ez bi xwe ji Bakur im, ez nisêbînî me, lê rastî ev e.


Havîna 2005an


silemand@yahoo.se
 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

info@kurdroj.com

۞
۞۞
۞
۞۞
۞


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005