| |
Lava
“Miletên bindest
heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi
qeweta
du çekan diparêzin:Ol yek, ziman dido. Lê
heke ola miletên serdest û bindest yek bibe,
hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman
e.” Celadet
Bedirxan
Dema Mîr Celadet Bedirxan rêziman û alfabaya
kurdî sazkir û di hawara xwe, ya dilsoz bo
kurdatiyê û ya dilşewat ser çanda me, de
belav kir, gelek asteng peyda dibûn. Herweha
jî vedenga hawara wî hîn jî nifşan şiyar
dike.
Lê di dema îro de, di serdema Internêt û
şêweyên dî yên ragihandinê, ew astengî
nemane û belavkirin, xwendin û hînbûna bi
zimanê zikmakî êdî hêsan e, ger xwestek û
viyan hebe. Bi taybetî bo Kurdên ji dervey
welêt.
Dixwazim li ser şêwek giring ya ragihandinê
nerîna xwe bibêjim û rexneyên xwe
bînim ziman. Şêweyek ku bawerim di her
malekê de peyda dibe: Internêt û malperên
Kurdî.
Weke xwendevanekê ji berhemên bi zimanê
kurdî re, û weke şagirtekê ku tim dixwazim
hînî her peyvekî bibim, her êşek,
şahiyek, hawarek û ta bi navê her kevirek
kurdî, ez malperan dişopênim, beşên kurdî
dixwênim; carnan bi kêfxweşî û carnan bi
mixabinî û dipûnijim:”aya
berpirsiyarên hin malperan yan bi alfabaya
xwe nizanin, yan jî nivîsan çawa dighêjin
nav destê wan wisa pêşkêşî xwendevana dikin
tevî çewtiyên rastnivîsê”. Li gel
rêza min ji herkesekî re yên ku xwe
dixwestênin di warê ragihandin û wêjeya
kurdî de dixwazim bêjim ku yek ji erka
rojnamevan û berpirsyaran rastkirina nivîsan
e; ji ber rastxwendin, rastfêrbûn e.
Dibe ku hinek kes bêjin ku ez ne zimanzanim
yan rewşenbîrim ta ku rexneyê bikim. Lê ev
rastiya ku ez ne zimanzanim dihêle ku rexna
min li cihê xwe be û çewtiyên tên kirin hîn
beloqtir bin û berçav bin. Ev şaşiyên
rastinvîsê, rêziman û bikar anîna peyvan yên
ku ez dibînim, vêca yên ku ez wan nabînim ji
ber nezaniya xwe, çendin?
Li vir dixwazim tenê çend nimûneyan bidim
nîşandan û di bin de têbîniyên min. Pêşî
spasiya min û rêza min ji nivîskaran re.
Naveroka berheman pir xweş û balkêş in.
Di malpera kurdroj de
nivîsarek bi navê “Herêma xwe ne ragir” :
- Piştî, êrîşên holako
û cengîzxan , teter ,mexol û teymorling
.gelê vê herêmê xwe diveweşênê ji toza simên
hespên leşkerên dadgeran, û serê xwe careke
dî hildidê û çi binêrê, kû warên wan,
avadaniya wan talan û xopan bûye, mane şikêr
, gir û xirbeh ......
* navên kesan û miletan yan welatan bi tîpên
mezin tên nivîsîn: Holako, Cengîz, Wan..
* piştî nîşana xalê (niqta) mirov bi tîpên
mezin dest bi hevokê dike: Gelê vê…
* peyva diveweşênê: (ve) ducarkirinê dide
xwiyakirin û tu car nabe di nîva peyvê de
were gotin yan nivîsînà
vediweşênê
* mane şikêr = mane ji kê re
* peyva herêm di her hevokekê de bi awakî
hatiye nivîsîn
* dijmin herêm dadkir dikir-à
gerek: dijimin herêm dagirkir
* di gelek cihan de xalbendî ne di cihê xwe
de tên bi kar anîn û ev xwendinê bi zehmet
dixe û mebesta nivîskar baş diyar nabe.
* dawîwa= dawî wan
* û derevê ber bi roj hilatve...= û direvê
ber bi Rojhilat ve
*Rabû alî karî da hin êlên ereban= alîkarî
da hin êlên Ereban
*bi karanîna daçek û bernavan li gelek cihan
şaş e.
*hokometa= hukûmeta, desthilatdariya
Her di wê malperê de
gotarek bi navê”:
Dilvîn "ew lîstoka
teybet bi zarokên kurda" di kurdroj de
çareseriyaekê bibîne
bo wan problêmên jiyana zarok ya psykolog û
wan Lîstokên zarokan "û tevlî fîlmên kartonî
gerekin û pêtiviyeke ko jiyana zarokan
,şîrovebike ,ravebike,
*çareseryaek = çareseriyek
*pêtiviyek= pêdiviyek
Û her wiha bighêje wê
perwerdê û pirskgirêkê pêşerojê di civakê û
çareseriyaekê bibîne bo wan problêmên jiyana
zarok ya psykolog û wan pirsgirêkan ji hev
derxîne di jiyana xwe ya rojane û her dem bi
riya dialog û hevpeyvînê bi lîstokan re Di
wan pênc salan kesayetiya zarok avedibe",
* bi rastî hevokek pir dirêj û bê xalbend
(ango xal, bihnok..)
*dîsan bi karanîna tîpên mezin û biçûk
Ew pêwendiyên bi wê
lîstokê re giringtirîn ji hemû derdora zarok
re .
*giringtirîn … (çi) hevok kêm e
Ew pirr bandorek xort
heye li ser jiyana psykolojîk ya zarok .
*xort = xwirt
afrandiyarkirina
avabûna nifşan
*?... afrandina…
û gelek hevok û peyvên din.
Malpera kerkuk dilê
kurdistan e, pir peyvên Erebî bi kar
tênin bi awakî ecêb! Dibe ku peyvên biyanî
di her zimanî de hebin û helbet di zimanê
kurdî de jî wê peyda bin. Lê ne bi vê
piraniyê ku sêribê peyvan Erebî ne.
Di nuça 5/2/07
Berkay dibêje
operasyoneka
mehdûd, belkî bi avêtina topan û
rêkirina eskerî bi balafiran li wî
aliyê hidûdî mimkin e.
* di yek hevokê de 4 peyvên Erebî.
Nûçeya ser Orhan
Pamûk:
Orhan Pamuk ji aliyê
Yunus Hayal-î yê ko bi plankirina kuştina
rojnamevanê ermenî Hrant Dinkî têt îtham
kirin û niho jî girtiye ve hatibû tehdît
kirin.
Orhan Pamuk niyet kiribû here
Elmanyayê lê seyaheta xwe şemirand
mişawre kiriye, qerar daye, lê
tirkan jî dixwest ew temamî teslîm
bibe, neheqî û zilma li
kurdan, qatilên….
20-2-2007 nûçe wilo
dest pê dike:
Ewil wezîrê derve yê tirkan.
Ziyareta Abdullah Gulî zêde giring
nehat hesabkirin, ji ber dihat zanîn
ko Yaşar Buyukanit dê here Emerîkayê û têt
zanîn ko li Tirkiyeyê hakimê
mitleq esker û hêzên çekdarên
tirk in. midaxeleyeka eskerî
Herweha malpera nefel
peyvên Erebî pir bi kar tînin
( 21/2 “Fuad Husen rê
li ber dawetnameya DTP girt” ev nivîsiye:
divêt dewleta Tirkiyeyê bi awayekê resmî wan
dawet bike… peyvên wek ..
Mimkin/Îdiayek/Resmî)
Ev malperên hêja û çendeke din jî, mînak bûn
ji malperên ragihandinê.
Dixwazim nimûnekê ji malperên mûzîkê jî
bînim ziman:
Di malpera daxwaz-kurd
ya mûzikê ku beşê wêjeyê jî di nav de
çêkirine… Ez rastî beşê
Hêlpest hatim!!
Û beşê dersên kurdî. Dîsan pûnijîm” gelo
xwedyê malperê ji bo kê beşê alfabayê
sazkirye!?
Hêjano! Hawara mîr
Celadet hate bîra min ku di Hawarê de
nivîsî bû:
“Malxirabno! ma we ew
çend wext nîne ko hun ji bo hînbûna zimanê
biyaniyan bi salan dixebitin… Kuro eyb e,
şerm e, fihêt e, an hînî zimanê xwe bibin an
mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji me
re ne tu rûmet e…”
Wek xwendevanek dibînim ji mafê min e ku
gaziya xwe bighênim herkesên vê nerînê
bixwênin ji berpirsiyar û rojnamevanan:
şaşiyên rêziman û nivîsê gunehek mezine di
derheqê zimanê kurdî ya birîndar de. Birînên
kurdî zêde mekin hêjano!
Dîsan spasiya we dikim ji bo xebata we.
|
|