| |
Dr.Ebdilmecît
Şêxo
Di sereta de ez jî mîna her Kurdekî bi
bûneya bîranîna 28 saliya şehîdbûna serokê
nemir M.Mistefa Berznî serê xwe li ber gorna
wî bi xemgînî, bi serbilindî û bi şehnazî
ditewînim.
Weke diyar e, di dîrokê de gelek miletên
cîhanê nasnamên xwe yên netewî bi kesayetî û
qehremanên xwe yên navdar tên nasîn,herweha
jî gelê me jî di sedsala bîstan de li
seranserî cîhanê bi navê serokê nemir,
têkoşerê gewre M.M.Berzanî hatiye naskirin.
Serok Berzanî dîrok e, serok Berzanî şoreş
e, serok Berzanî raman e, helbest e, çêrok
e, serok Berzanî çemek mezin di nav
pirêzeyên hestên niştimanî yên gelê
Kurdistan de ye, serok Berzanî ziman gelê
Kurd û hemû netewên din li Kurdstanê û
kawayê sedsala bîstan e.
Lewra jî nivisîn û axivtin li ser vî lehengî
nemir di kurtebîranîne de gelek dijwar e, lê
ez dixwzim di vê bîranîna pîroz de çend
gotinên Prof.Qenatê Kurd û xanima wî dermafê
nemir Berzanî de hûnim zimên.
Gava ez li Lênîngrada berê di salên
1978-1988 an de xwendekar bûm, Nemir Q.
Kurdo ji min re got; gava ez li Lênîngradê
xwendekar bûm, mamostên min ji min dipirsîn,
tu çi milet î ?, min gote wan, ez Kurd im,
ewan li min vedigerandin û digotine min,
yanê tu Berzanî yî. Yekser ji şabûnên mezin
re, stêr bi çavên min diketin, dilê min di
sîngê min de mîna çûkan sema dikir, min
digote xanima xwe yaRus Nadêjda, binêre !
Binêre! Çawa miletê me bi navê vî şêrî
hatiya bihîstin ! Çawa vî dilêrî navê me,
navê gelê Kurd xistiye dîrokê, vêca çawa ezê
xwe niha serbilind nebînim !!
Dîsan Q.Kurd gote min; gava nemir Berzanî
hate Mosko, ez û xanima xwe çûn cem wî, em
bûne mîvanên wî, me gelek axftin kir, ewî
rewşa hevalên xwe û ya xwe li Sovyetistanê
ji me re got; me li çavên wî temeşe dikir,
me wêneya Kurdistanê, me çem û şaxên
Kurdistanê tê de didîtin, hîn me wa hîngê
bawer dikir ku serokekî me , qehremanekî me
weha mezin hebe, divê em qet ne xemxwar bin,
dê gelê me rojekê azad be. Dîsan nemir
Qenatê Kurd gote min, min xwast hinekî
henekan bikim, û min yekser ji cênêralê
mezin pirsî, tu zanî goraniyan bêjî? Ew
keniya, û gote min, na ! Min dîsa ji wî
pirsî li tu zanî semayê bikî ? Dîsan nemir
Berzanî nermik keniya, û gote min,,na ! Lê
min ji wî re got; dêmek tu ne kurd î. Dîsan
Berzanî bi giyaneke zor sivik keniya û
heneka min bi xûn sivikî pejrand, Qenat hîn
got; min hemû riweştên rêbertiyê û
mezinahiyê di serok Berzanî de dîtin.û
hêviyên min bi rizgariya gelê Kurd gelek
xurt bûn.
Dîroka me ya nûjen diçespîne, ku serokê
nemir bi lehengî û bi pîdarî li hember
dijminên xwe têkoşîn dikir û ramanên wî ne
tenê li Kurdistana Îraqê nirxbuha bûn, lê
ronahiya rêbaza wî ya netewî li seranserî
Kurdistanê ta niha cihê rêzdariyê ye. Lewra
jî
ew dibe sîmbola tevgera azadîxwaza her çar
beşên Kurdistanê.
Bi vê bûneya mêjoyî, ez silavên welatparêzî
ji pêşmergê serok, rêzdar Mesud Berzanî, û
ji hemû kurdistaniyên dilsoz re dişînim û
dibêjim hemûyan , hûn hemî dilşad û serfiraz
bin û bi rizgariya Kurdistanê bextewar bin.
|
|