| |
Kurte
lêkolînek
Xeleka yekem
" Yê bêje û bike , mêr e,
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e."
Ji pendên kurdî
Dr.Ebdilmecît
Şêxo
Pirsa jina Kurd ji zû de li nik hin
Ewropiyan û li cem hin Kurdên bîrewer bû ye
mijarek balkêş, li gor hin çavkanî
diçespînin ku Lecy M.J.Gornett di sala 1891
ê de pirtûka xwe " Jin li Turkiyê û folklura
wê" weşandiye. Di vir de lêkolînvan bi
qaserî 80 rûpelan terxandine kar û ayinên
malbetî yên jina Kurd.
Dîsan N.A.Simîrnove pirtûkeke serbixwe "Jina
Kurd " di sala 1927 an de li Mosko çap
kiriye, li gor texmînan eva berhema yekem e
ku ewa petî li ser jina Kurd hatiye nivîsîn.
Di nirîna lêkolîner Rohat Alakom de jineke
danîmarkî Henny Harald Hansan baştirîn
pirtûk li ser jina Kurd bi navê " Jina kurd
" li Kurdistana Îraqê bi zimanê êngilîzî di
sala 1961 ê de weşandiye. Dîsan vê
lêkolînera danîmarkî berhemek bi navê "
Keçên xudê di nav jinên musliman de li
Kurdistanê "nivisiye, R.Alakom dibêje;
"Henny Harald Hansan dayika lêkolînên li ser
jinên Kurd e ".
Lê ji nav gelê Kurd, Mehmudê Beyazîdî
yekemîn kes e ku berhemeke berfereh bi navê
"Erf-edetên Kurdan " di sedsala 19 an de
nivisiye, di vê pirtûkê de ew li ser rewşa
jina Kurd, destlat, têkoşîn û ayinên wê
rawestiya ye, zaniyara nasdar M.B.Rodênko ji
ber giringiya vê pirtûkê, ewa di sala1963 an
de wergerandiye ser zimanê rusî.
Ji bilî van kesayetiyên jorîn hin kesên
biyanî, mîna karmend, gerokan,
misyoneran(oldarên xaçeperest ola xwe bi
gelên Rojhilatê jî didan nasîn ) li ser jina
Kurd nivîsîne. ji wanan ev in, C.J.Edmunds,
E.B.Soane, Gasparad Droville, Wilhelm
Köhlner, Moritz Wagner, Pietro Della Valle û
h.d.
Di sala 1948 an de nivîskar Emînê Evdel
yekem Kurd bû ku berhemeke zanistî li ser
jina Kurd bi navê " Jina Kurd angorî
metiryalên (berhemên.E.M.Şêxo ) êtnografîk û
folklorîk di malbeta pederşahî de pileya
doktoriyê li ser vê berhema xwe ya zanistî
li Rewanê wergirti bû.".Herweha Emînê Evdel
dîsan pirtûkek bi navê " Pêwendiyên
pismametiyê" di sala 1965 an de daye
çapkirin, di vir de nivîskar pir bi awayeke
berferh li ser jina Kurd rawestiya ye .
Cara yekem e pirtûkek xwerû bi navê "Afretê
Kurd "bi zimanê kurdî ji aliyê nivîskar
Şakir Fetah, di sala1959 an de roniyê
dibîne.
Di sala 1984 an de keçeke Kurd ji Rojavayê
Kurdistanê Leman Îbrahîm li ser berhemeke
zanistî" Cihê jinên Kurdistanê di nav
rûpelên weşanên kurdî yên pêryodîk de ", ji
zanîngeha Lênîningradê ya berê, pileya
Macêstêr di pêşeya rojnamevaniyê de distîne.
Herwisa jî lêkolîner Rohat Alakom pirtûkek
gelek dewlemend li ser jina Kurd " Li
Kurdistanê hêzeke nû- Jinên Kurd " di sala
1995 an de bi zimanê kurdî li Siwêdê
weşandiye, di baweriya me de cihê vê pirtûkê
û rola wê di nav dîroka jina Kurd de zor
bilind de.
Herwisa jî di van demên dawiyê de gelek
nivîskarên kurdistanî bi berhem û nirînên
xwe xwendina li ser pirs û kêşeya jina Kurd
dewlemend kirine, em tenê ji bo nimûne
dixwazin navên çend xemxwerên doza jina Kurd
li vir hûnin zimên, Narîn (Helîme) Omer
)."Netewa yekbûyî û setemkarî li dijî
jinan","Ketina jinê hundir qesrê gunehkarî
ye ", "Keça ciwan û asoyên pêşeroj ",
"Pirbûna jinanînê ji bo mêrekî li dijî
mirovpereweriyê ye ", Çawa em serbestiyê di
nav rêzikên çîna bîrewer de têdigînin ."
.2-Lava Xalid " Jinberdan ", ewa û ewê", 3-
Saman Emîn "Jin û dîsan jin û li dawiyê
dîsan jin "4-Konê Reş "Pencera jinan ", 5-
Rewşen Qasim "Jina Kurd di navbera seyrana
têkoşînê û hêvîbirîna dadmendiyê de " 6-Suad
Cegerxwîn " Mafên mirovane yên jinan
".7-Hoşeng Osî "Şêr şêr e çi jin e çi mêr e
", 8-Dr.Mihdî Kakayî "Jin û sêstêma cîhanî
ya nû" 9- " Hevpeyvîn bi Vînos Faîq re,
Dr.Midiya Mehmud"10- Jîn "Wateya azadiya
aborî ji jinan re çi ye ? , û bi dehên din
lêkolîner, nivîskar, malperên kurdî,
telviziyonên kurdî berxwe didin pirsgirên
jinên Kurdistanê şirove bikin.
Wek ji me re diyar bû ye, hemû biyaniyan
pesna jina Kurd dane, chi û rolên wanan di
civakê de li gor jinên miletên dirawsê baş
dîtine û ew rastiyên dîrokî di nav pirtûkên
xwe de bi chi anîne. Em li jêr wek çend
mînakên pelandî tînin zimên.Gerokê îtalî
Pietro Della Valle bi hevsera xwe re serdanê
li Îraqa niha û Îranê dike, ewan dibin
mêvanên malek Kurdan, pesnê jina malê Sultan
xanimê didin û dibêjin, ewa bi tenê li mal
bû, em pêşwazî kirin, xwarin û vexwarin ji
me ra pêşkêş kir.." , G. Droville di
destpêka sedsala 19 an de ji gera xwe
vedigere û dinivîse;" li vir(-Herêmên
Kurdistanê li Îranê- M.Şêxo ) jin ji jinên
Farisan pirtir serbest in, piraniya wan bi
sibê derdikevin û ta êvarê li derva dimînin,
eger ewanan kuda diçûn, mêrên wan xemên wan
nedixwarin " . W.Köhlner gotiye;" Li
Rojhilatê tu jin bi qaserî jinên Kurd azad
nebûn e ." , C.J.Rich di pirtûka xwe ya li
ser Kurdan de li ser jineke Kurd ya Amazon
(a koordish amazon ) (" bi mebesta jineke
têkoşer") dipeyve; ji êla Bilbasî jinek hebû
ye, ewê baş li hespê sîwar dibû û mîna mêran
cilûberg li xwe dikrin, rojekê ji rojan,
peyakî Turk dixwaze bi namusa wê bilîze, eva
jina Kurd bi rimê li wî Turkî dixe û
dikuje..".
Dîsan li gor Rohat Alakom dinvîse;
Mîsyonerekî emêrîkî li serê çiyan, di rêkeke
teng de rastî jineke Kurd tê, ewa ji nişkava
hemû barê kerê xwe bi qaserî 50 kîloyê dide
ser pişta xwe, bi meşa xwe dikeve pêşiya
kerê, û bi ser da jî bi destekî teşiya xwe
dirêse. Lê Henny Harald Hansen rola jina
Kurd weke "Hêza Kurdistanê ya nû " bi nav
dike.
Li gor nirînên biyaniyên ku me li jor bi
navkirine û li gor hin cihderên dîn dîroka
jina Kurd ji pir aliyan ve, bi gelek rudawên
xwe ve li gor jinên gelên dirawsê pêşketîtir
bûne, ewanan herdem mîna nimûneyên geş di
nav jinên Rojhilata Navîn de hatine danasîn.
Di derbarê jina Kurd de mîna me li jor
nivîsiye; gelek pêzanîn hewasdar di berhem û
lêkolênên bîrewerên Kurdan de jî hatine
nivîsîn. Rola jina Kurd di hemû aliyên
jiyanê de pir caran bi erênî hatine
destnîşankirin, wek nimîne, jina Kurd dikarî
bû rola navber di nav du êlên hevdij de(ango
yên li dijî hev şer dikirin) bilîsta û agirê
şer di nav wan de vemiranda. Nivîskar Erebê
Şemo di bîranînên xwe de gotiye; di navbera
êlên Hetroşa û Simîreka şer çê dibe, diya
min Gewrê laçika serê xwe derdixe û li nik
wan wê davêje erdê û dibêje wan herdu êlan,
bese hûn xûna hevdû birêjin! Bese vekşin !
piştî van gotinan herdu êl şerên xwe
radiwestînin. Eva li aliyekê, li aliyê din
Kurdan di şerên nav xwe de li jinan
nexistine, û bi ya me be, ev tun rêzlêgirtin
ji refên jinan re, ta roja îro hatiye
parastin, eva bê guman aliyekê ji
şaristaniya mêrên Kurd baş dide diyarkirin.
Dîroka gelê Kurd hîn dibêje; di sedsala deh
û yanzdan de navên jinên Kurd di wara wêje
de jî de hatine geşkirin, mîna nimûne; Daya
Tebrez Hewaramî, Celale Xanim Luristanî,
Reyhan Luristanî, Xatun Meyzad, Daya Xazan
Serkat .
Piştî Selah Eldîn Eleyobî diçe dilovaniya
xwe, kurê wî dewsa bavê xwe di serdariyê de
dike, piştî maweyekê ew jî têye kuştin, vê
carê hevsera Selah Eldîn Eleyobî, Şeceret
Eldure şûna kurê xwe destlatdariyê li Misirê
dike, hemû karûbarên giran têne ser şanên
wê, lê paşê diyar dibe ku muslimanên rikrewî
nikanî bûn serdariya jineke musliman
bipejrandana, lewra jî ewa bi destên
muslimanên asoteng û şûnmayî tête kuştin. Em
li vir ji dîrokê têdigînin ku li nik Kurdan
jina Kurd dikane bi sanahî şûna mêrê xwe an
bav û birayê xwe di pir aliyên jiyanê de
bigre. Yekemîn dîrokzanê Kurd Şeref Xan
Bedlîsî di berhema xwe ya dîrokî de van
rastiyan diterxîne û ew weke nimûne
dinivîse; Dewlet Xatun jî piştî mirina
malxûyê xwe rêbertiya êla xwe dike .
Serpêhatiyên "Kelha Dimdimê " ya di salên
(1608-1610) ê de li dijî Şah Ebasê yekem û
qehremantiya jinên Kurd di wê berxwedana
mêrane de, rûpelên mêjuya jina Kurd geş
kirine, ji ber vê jî bûyerên "Kela Dimdimê"
li nik pir wêjevanên Kurd bûne mijarên
giring di berheman de, mîna nimûne, yekemîn
romannivîsê Kurd Erebê Şemo romanek bi navê
" Kelha Dimdimê "nivisiye, ewî di vê ramana
dîrokî de qehremantiya jinên Kurd û
berxwedanên wan li dijî leşgerên Farisan baş
dide xûyakirin, ewî weha nivisiye; gava
hêzên Şah Ebas hêriş birin ser "Kelha
Dimdimê" mêr û jinên Kurdan bi hev re û bi
serdariya Emîr Xan( Xanê Lepzêrîn ) pir
berxwedan li dijî wan kirin, li dawiyê
leşgerên Farisan zora Kurdan dibin, lê jinên
Kurd nexwestin di vê cengê de xwe radestî
dijminên xwe bikin, lewra jî pirên wan xwe
ji" Kelhê" avêtin xwerê, û xwe kuştin, û
hinekan xwe bi cehrê kuştin, û hinekan ji
wan "Kelha" bi ser xwe de hilweşandin, û
jinêm mayîn mîna dîl û yexsîran ketin ber
destên leşgerên dijminan.
Lê helbestavanê navdar Hêmen dinivîs; piştî
şeş salan jinek ji jinên Mîr Ebdela Xan
dîsan "Kelha Dimdimê " ji Farisan rizgar
dike.
Em li ber roniya van bûyeran bawer dikin ku
jinên Kurd tevî hemû dijwariyên jiyana xwe
ya taybetî, li rex mêr, bira û bavên xwe di
çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de
rawestiyane, û ne hêştine ku namusa wan di
nav lepên dijminan de bête berbatkirin, ev
ne tenê nîşana welatparêziya jinên Kurd e,
lê bi ya me be ewa dibe nîşana xweparastina
rûmet û sinciyê jî.
Di sedsala 17 an , di dîroka jinên Kurd de
dîsan Mîra Soranê Xanezade Sultan gernas
dibe, ewa nîzîkî (13) salan navçeya Soran bi
rêve dibe û ewa serdariya (12-40) hezar
leşger dike, bi ser da jî ewê gelek Kelha li
wir ava kirine, û ta roja îro "Kelha Xanzade
Soran li herêma Soranan nas kiriye .
Di salên (1750-1794) an de Muhemed Kerîm
Zend hukumetek kurdî li Kurdistana Îranê
damezrand, lê Îran bi xwe jî di vê demê de,
di bin destlatdariya Efxaniyan de bû, Kurdan
li gel Farisan li dijî Efxaniyan şer kirin,
di vî şerî de jinên Kurd dîsan bi wêrekî û
mêrane li rex mêr û birayên xwe li dijî
Evxaniyan şer kirin, çavên leşgerên Evxan ji
çalakiyên jinên Kurd pir teng bûn, ewanan bi
xwe dîtine ku çawa mêrên Kurd bi xwe re
jinên Kurd jî dibin şer, lê li aliyê din
serbazên Evxaniyan nikanîbûn û nexwestine
jinên xwe bi xwe re bibin şer, lewra ewan
tinaziyên xwe bi Kurdan kirine û gotine
"Mêrên Kurdan ketine bin dawên jinên xwe"
.Lê em van gotinên wan bê dudilî li vir pir
bi erênî dinerxînin û em dibêjin dijminên
Kurdan bê mebesteke pesneyî bi xwe dibin
çavnirînvan ku çawa jina Kurd ne tenê
bermaliya malê bûne, lê ewanan herdem
têkoşer û hevalên mêran jî bûne.
Di destpêka sedsala 19 an (1805-1847)de
jinek dîn Kurd li Rojhilata
Kurdistanê(Senendecê li Mîrşena Edelanê ) bi
navê Mah Şeref Xan (Mestore ) mîna
helbestvan û dîrokzan pir navdar dibe, lê
pêwîst e em li vir biçespînin ku rola bavê
Mestorê di perwerdekirina keça xwe de zor
bala bû ye, ewî keça xwe tim li malê ne
dihêşt, ewa bi xwe re dibir her deverekê,
ewî ji Mestorê re keys û derfet amede
dikirin, li aliyê din jî Mestorê xwe şûnda
venedikişand û ewê mîna keçeke şhereza gelek
sudên nirxbuha ji gerên xwe wergirtine û
pirtûka wê dîroka "Mîrşena Erdelan" di
dîroka Kurdistanê de ji lêgervanên mêjunivîs
re herdem cihdereke giring û balkêş e.
Dumahîk heye
|
|