| |
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Cîhana serdem bi hemû aliyên xwe
ve pêşda diçe, gelek awa û alvên kevneşopî
di jîna me de hatine gornekirin, yan eger ez
bi zimanê zanistî bêjim; ewanan niha di
rûpelên dîrokê de cihên xwe istandine.
Zimanê siyasetê jî mîna hemû rudawên din
hatiye guhertin,Gelek dengên dêmokrat û
rizgarîxwez bi aştiyane li dijî rêcîmêm
dîktetur û dewletên ne dêmokrat bilind
dibin. Ango cîhana me nûjentir dibe, lê xûya
ye dewleteke mînaTurkiyê hîn li dervayî
hevkêşiya yasayên pêşketina civaka cîhanê de
gavên xwe yên siyasî li hundir Turkiyê, li
KurdistanaTurkiyê, li dervayî Turkiye, bê
pîvanên hişmendî û bê rêzgirtin ji sinciya
siyasî re davêje.
Turkiyê beşekî mezin ji welatê me dagîr
kiriye ewê gelek raperîn û şoreşên kurdî bi
hovane aşbetal kirine û rûya xwe ya siyasî
di dîrokê de pir reş kiriye. Di sala 1973 an
de dîsan Toranperestên Turkiyê bi mebesta
parastina hemwelatiyên Turk li girava
Qubirsê, beşek ji wê giravê dagîr kir û
dewleteke xwe li wir ava kirî ye û ewê carek
din rûya xwe di mêjoya Rojhilata Navîn de û
li qada cîhanê hîn reştir kiriye.
Mîna min li jor gotiye; di bin sîbera niweya
siyasî ya nû li cîhanê gelên Îraqê û
Kurdistanê rêcîma Bexdadê di nîsana, 2004 an
de bi alîkariya hêzên hevpeyman hilweşandin.
Dagîrkerên Kurdistanê û dijminên dêmokratiyê
bi vê bayê nû re serxweş bûn, ewanan ji wê
rojê de û ta roja îroîn pir bi awayên ne
mirovane û têrorane dixwazin dîwarên gelek
bilind li pêş pêşveçûna Îraqê û Kurdistanê
dînin.Turkiyê herdem bi zelalî li dijî
Kurdistanê û dêmokratîkirina Îraqê mîna
segeke har xwe dide xûya kirin. Di vê mehê
de dîsan dewletaTurkiyê gefgurên mezin li
dijî hukumeta herêma Kurdistanê ragîhandin,
û ewa dibêje; emê girîleyên PKK ji holê
rakin û emê hemwelatiyên xwe Turkmanan li
Kerkukê ji zordariyê biparêzin ...
Lê mebesta rastîn ya dewletaTurkiyê
têkbirina hukumeta Kurdistanê ye û
dagîrkirina dilê Kurdistanê (Kerkokê ) ye.
HukumetaTurkiyê ji pêkanîna biryara 140 î ji
destura Îraqê derbarê kêşeya Kerkukê pir
ditirse; ewa baş dizane ku eger ev
biryara140 î pêk were, yanê di warê siyasî
de jî Kerkuk dikeve çarçewa Kurdistana Îraqê
û di pişt re hukumeta Kurdistana Îraqê dê
jiTurkiyê û ji pir welatên Rojhilata Navîn
dewlemendtir û hêztir bibe û Turkiyê vê
rastiya pîroz jî dizane ku hukumeta herêma
Kurdistanê dê di pêşerojê de piştvaniya gelê
xwe li beşên din jî bike û ji bo wan beşan
jî têkoşanên xwe ji bo zadiyê gelê Kurd li
her sê beşên mayîn jî berdewam bike.
Lewra jî ne Turkiyê, ne Îranê û ne Sûriyê
dixwazin dewleteke kurdî xurt li Îraqê were
damezrandin.
Cîhana siyasî rind dizane ku çiqas serokê
nemir M.M.Berzanî rêz li dewlet û gelên
cîran dikir û ewî herdem ji bo çareserkirina
astengan li hindir Îraqê û li dervayî Îraqê
bi şêweyên aştiyane amede bû. Serokê herêma
Kurdistanê, pêşmergê serok, rêzdar Mesud
Berzanî jî bi hişmendiyeke bilind û pir bi
mêrene bersiva dewletaTurkiyê daye, ewî bi
bersiva xwe vîna gelê Kurd li her çar beşên
Kurdistanê derbiriye. Gelê Kurd li welatê
Kurdistanê tucarî hêrişî gelên din an
dewletên ne kiriye, ewî herdem berevaniya
xwe kiriye, herdem bi qehermanî li dijî
hêrişên dagîrkeran rawestiye û ew hîn jî di
bin siya pêşengên Kurdistanê û bi rêbertiya
serok Mesud Berzanî amede ye ku li dijî hemû
gefgur û hêrişên nijadperestan raweste. Di
vê derbarê de "Baregeha navbendî ya hêzên
berevaniya gelî û kurdistanî" di 13.04.2007
an de helwesta xwe ya netewî bi
berpirsiyerke bilind daye xûya kirin û
gotiye; "Em rêdanê nadin ku gelê me li
Kurdistana Îraqê û hemû desketinên netewî
ziyanê bibînin û emê bi hemî hêzên xwe wanan
ji hêrîşên leşgerên Turkan biparêzin."
Lê piştî rûxandina rêcîma dîktetur li Îraqê
û damezrandina dewleta fêderal ji Kurdistanê
û Îraqê heyama siyasî bi rengekî din e, li
gor yasa û desturên dewletên fêderal herdu
herêmên fêderal neçar in bervaniyên hevûdu
li dijî hêrişên derve bikin. Ango berevaniya
Kerkukê niha ne tenê ji erkên gelê Kurd de,
lê gelê Ereb divê li gor desturê û li gor
berjewndiyên xwe yên samanî berevaniya
Kerkuka kurdistanî û ya îraqî bike. Lewra jî
em dibînin ku çawa serokê perlemanê Îraqê
birêz Mehmud Meşhedanî bi vê watayê ji raya
giştî re dibêje; "Emê li helwestên serok
M.Berzanî xudî derkevin û hîn jî ewî gotiye;
ew destên ku xwe dirêjî karên navxweyî yên
Îraqê bikin, dê ew destenan bên jêkirin." Û
herweha jî serokê encumena wezîrên Îraqê
rêzdar Norî El malikî jî ragîhand, "Em xwe
tevlî karên cîranan nakin û bila cîran jî
xwe tevlî karên me nekin."
Ez pir texmîn dikim ku Turkiyê di gefgurên
xwe de derewan dike, erê ewa hêzên leşgerî
ber bi sînora Kurdistanê ve dilivîne, lê ewa
dixwaze bi van tektîkên xwe tirsê têxe dilên
Kurdan, hukumeta Îraqê û hukumeta
Kurdistanê, û helwestên hukumeta Îraqê li
hember biryara 140 î sist bike. Ez hîn
nikanim bawer bikim ku Turkiyê nizane, ewa
dê di şerê xwe de li dijî Kurdan û Îraqê
bisernakeve, ji bilî vê rastiyê jî,
faktoreke din giring heye, ewa jî ev e; koma
netewên yekgirtî , yekitiya ewropî, hêzên
hevpeyman yên navnetewî, hemû rêxstinên
mafên mirovan li cîhanê li dijî destdirêjên
Turkiyê ne, û rûyaTurkiya ya berê reş dê hîn
di nav qada navnetewî de tarîtir bibe û dê
gelek berjewendiyên xwe yên din winda bike.
Di her hal de divê dewleta Turkiyê yasayên
pêşketina civakan baş têbigêhe û xwe ji
nexweşiyên zordestiyê û hêrişên berberyane
rizgar bike û bila ewa xwe bi pêşvebirina
doza dêmokratiyê li Turkiyê û li Kurdistana
Turkiye xerîk bike, asteya aboriya xwe
bilind bike û civaka xwe ji belengaziyê
rizgar bike.Li aliyê din divê hêzênTurk yên
dêmokrat û aştîxwez, kesayetiyên ronakbîr û
dêmokratîxwaz jî li dijî destlata xwe ya ne
dêmokrat û şerxwez rawestin û divê ewanan
mîna pir hêz û partiyên Erebên Îraqê destên
xwe bidin hêzên kurdistanî û bi hemû alav û
awayên aştîyane dêmokratiyê ji Turkiyê û
azadiya netewî ji Kurdistanê re pêkbînin,
eva tenê rêyên pêşketina Turkiyê û
Kurdistanê ye.
Ma ye ez di vê çarçûvê hîn bêjim; bersiva
gelê Kurd ya herî xurtir ew e, ku hêzên gelê
Kurdistanê, hemî saziyên ronakbîrî,
kesayetiyên serbixwe bi yekdeng gefgurên
turanîstên gewr şermezar bikin û bi yekdeng
piştvaniya helwesta serokê Kurdistanê,
têkoşerê mezin, berêz Mesud Berzanî bikin,
çimkî rêzdar Mesud Berzanî dengê 40 milyon
Kurd e, dengê rizgarbûna Kurdistanê ye.
Tutlingên,15.04.2007
|
|