| |
Kurte
lêkolînek
Xeleka sêyem
" Yê bêje û bike , mêr e,
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e."
Ji pendên kurdî
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Bizava jinên Kurdistanê, eger bi
awakî rêjeyî be jî, bi rexberî tevgera xwe
ya siyasî re xwe pêşda dide û li gor
gengaziyên heyî hewaldanên xwe ji bo azadiya
xwe û li pênawî serbestiya gelê Kurd li
dervayî welêt jî dike, lewra em dibînin hin
komele û yekitiyên jinên Kurdistanê li
Siwêdê, Sovyetistana berê, Almaniya, Holenda
bi alîkariya partî û saziyên kurdistanî
yekser û nerasterast hatine avakirin.Emê li
vir mîna nimûneyên pelandî hin saziyên jinan
bi nav bikin; di sala 1980 î de" Komela
jinên Kurdistanê" bi serdariya siyasetmedar
Novîn Hersan ji Kurdistana Rojava li Siwêdê
tête damezrandin, Novîn Hesen mîna
siysetmedsreke Kurd di civaka siwêdî de jî
çalakvan e, ewa di hin komgirên navnetewî de
beşdar bû ye, û di wir de berevaniya kêşa
jinên Kurd û doza gelê xwe kiriye. Di vê
salê de jî hin xwendekarên Kurdistana Rojava
li Lênîngrada berê(Soveytistana berê) Fatme
Resul, Leman Îbrahîm, Şehnaz û Hêvîn Quflî
bi alîkariyeke rasterast ji aliyê nivîsevanê
vê berhemê û xwendkar Ebdil Hemîd Sulêman de
"Komîta damezrandina yekitiya jinên
Kurdistanê liYekitiya Sovyetê" çê kirin.
EvêYekitiyê hin çalakî û civînên kêrhatî bi
jinên biyanî re amede kirin, dengê vê
"Yekitiyê " bi riya nameyeke pîrozbahê giha
bû kongira "Yekitiya xwendekarên Kurdîstanê
li dervayî welêt (AKSA)-Berlîn). Weke diyar
bû ku vê saziyê ji ber tunebûna alîkariyên
berçav ji aliyên tevgera kurdî û dewleta
Sovyetistanê de nikanî pirtirî salekê xebata
xwe berdewam bikira.
Di sala 1985 an de "Komela jinên dêmokratên
Kurdistanê" bi seroketiya Benî Hesen (Suad)
keça helbestvanê gewre Cegerxwîn li Siwêdê
tête avakirin, evê komelê bi jîrbûn karên
xwe bi rêve dibir, li ser rewşa jinên Kurd
pirtûkek weşandi bû û herweha jî ewê hin
şanoyên giring derbarê kêşa jinên Kurdistanê
de bi zindî pêşkeşî temeşevanên Kurd kiri
bû, Şanogeran di wan şanoyan de,"Ez nizanim,
mêrê min zane", Sê Quriş têra pênc koftan
nakin ", Ne wextê mîzê ye " bi zelalî
setemkariya mêrê Kurd û zordestiya
destlatdarên Kurdistanê li dijî jina Kurd jî
xûyan kiri bûn.
Em dikanin bêjin; ku evê komelê di maweyekê
de roleke giring di pêşketina asoyaên
tevgera jinên Kurd de lîstiye.
Weke hatiye diyarkirin ku jinên Kurd li
Siwêdê têgihîştin ku pirbûn û perçebûna
tevgera jinên Kurdistanê li dervayî welêt
ziyaneke mezin dighîne tevgera wê, û rudawa
dabeşbûnê aloziyên ne xweserî li pêş
têkoşînên jinan peyda dikin. Lewra jî ewanan
herdu komelên jinan li Siwêdê dikin yek sazî
û "Yekitiya jinên Kurdistanê li Siwêdê
dadimezrînin, endamên vê "Yekitiyê" dibin
500 keç û jin û dîsan Bunye Hesen dibe
seroka vê "Yekitiya jinên Kurdistanê "Li gor
agahdariyên me jiyana vê "Yekitiyê" ta sala
2005 an hîn berdewam bû.
Di sala1987 an de bi piştvaniya PKK"Yekitiya
jinên Kurdistanê"li Almaniya tête avakirin,
vê "Yekitiyê" ji sala 1992 -1995 an (8
)hejmar kovar bi navê "Jina serbilind"
Weşandine, zimanê kovarê bi piranî bi turkî
bû ye, lê pêwîst e em bêjin; ku eva"Yekitiya
"navê xwe di sala 1994 an de dike"Tevgera
azadiya jinên Kurdistanê".
Mîna diyar dibe ku vê rêxistina jinan
giringiyek mezin dida perwerdeyên siyasî û
leşgerî li nik jinên Kurd, lewra jî em bawer
dikin ku evê rêxistinê kadirên siyasî û
leşgerî ji şerê çekdarî re li dijî koledarên
KurdistanaTurkiyê amedekirine, bi vî rengî
em kanin biçespînin ku evê rêxistinê erkên
xwe yên dijwar û rewa pêk anîne.
Dîsan di sala 1989 an de "Yekitiya jinên
Kurdistanê "(Komjin) li Almaniya hate
damezrandin,û ewê kovarek bi navê "Jin"
derdixist.
Eger em dîsan vegerin Kurdistana Sûriyê, em
dibînin ku di van salên dawî de jina Kurd
hinekî ji berê çalaktir dibe, li gor nirîna
me tevî ku tevgera azadîxwaza Kurd ne di
radeyeke pesnebariyê de dijî, lê dîsan ewa
dikane hin jinên Kurd ber bi qada têkoşîna
siyasî ya aştiyane bikşînin. Bi bûneya
çejina zarokên cîhanî, nîzîkî 200 jinên Kurd
di 26.06.2003 an, bi rêbertiya çar partiyên
Kurdî 1-(Partiya yekitî ya dêmokrata Kurd li
Sûriyê), 2-(Partiya yekitî ya Kurd li Sûriyê
) 3-(Partiya çepa Kurd li Sûriyê ),
4-(Hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê ) di
xwepêşandanê de li Şamê beşdar bûn. Dîsan
jinên Kurd di 12.03.2004 an, di raperîna
Qamuşliyê de û paşê li Efrînê, Helebê pir bi
jîrbûn amede bûn, dengên xwe li dijî
karbidestên Sûriyê bilind kirin, û cara
yekem e ku hin jinên Kurd li pênavê doza
Kurd li Kurdistana Rojava şehîd û birîndar
dibin. Bi bîranîna roja navnetewî ya mafê
mirovan di 10.12.2004 an de jinên Kurd di
xwepêşandanê de ji bo mafên gelê Kurd li
Şamê bi mêran re hevpar bûn .
Em van hemû çalakiyên jinên Kurd mîna
firkeke civakî, siyasî bi hin gavên erênî
dinerxînin, hêdî hêdî jina Kurd dixwaze xwe
azad bike û ji bo pêşxistina tevgera gelê
xwe, xwe berpirsiyar bibîne, û ev dibin
nîşana destpêkirina şiyarbûnê li nik jinên
Kurdistana Rojava.
Wek tête zanîn bizava jinên Kurdisatana
Îraqê bi alîkarî û piştvaniya hukumeta
herêma Kurdistanê hîn bi leztir pêşda diçe,
rewşa siyasî li wir di van salên dawî de pir
baş e, bi kêmasî jina Kurd ji sala 1992 an
de ji rêcîma dîktetur rizgar bû ye, ewa niha
li Kurdistanê, ne tenê di karên siyasî û
rewşenbîrî de beşdar e, lê hîn jina Kurd bi
jîrbûn, bi wireyên bilind pêşeya leşgeriyê
jî dixûne û di pişt re dibe efsera welatê
xwe, bi vî rengî em kanin bêjin, ku firkeke
dîrokî payebilind di bizava jinên Kurdistanê
de hatiye terxandin. Ji 9 nîsana 2003 an de
Îraq (beşa erebî ) jî ji destladara xûnmêj
serbest dibe, û yekemîn car e ku jina Kurd
Nesrîn Berwarî di hukumeta katî de dibe
şalyara avahiyê li Îraqê. Lê eva netê vê
wateyê ku jinên Kurdistanê, xwe ji hemû
diyardeyên din, nexweşiyên civakî, aborî yên
neyênî azad kirine, Jina Kurd hîn li her çar
beşên Kurdistanê di heyamek şûnketî û bin
zor û setema mêran de dîjin, ji sala1992 an
de ta sala 2005 an, 5 000 hezar keç û jinên
Kurd li Kurdistana Îraqê bi sedema namusê ji
aliyên bav, mêr û biran de hatine kuştin,
şêwirmenda serokşalyarê Kurdistan Nêçirvan
Berzanî, ji bo mafên jinan, Mehabad Qeredaxî
di 30.03.2006 an de li Kölnê(Almaniya) di
Sêmînarekê de bi xwe goti bû; rewşa jina
Kurd li Başur ne baş e, lê ewanan bo mafê
jinan her di nav hewaldanan da ne .." ji ber
vê em dibînin ku di 2-3.04.2006 an de li
Sulêmaniyê Konfiransek li dijî zordestiya li
ser jinan di bin navê "Têkoşîna li dijî
zordestiya li hemberî jinan li Rojhilata
Navîn "de û bi amedebûna nûnerên Libnanê,
Îraqê û Filestîne hate girêdan. Eva
konfiransa ji aliyê rêxistina mafê jinan ya
Narwêcê( NPAN) hate birêvebirin. Di wir de
ne tenê ser rewşa jina Kurd hati bû axivtin,
lê li ser jiyana jinên hin welatên Rojhilata
Navîn jî hati bû şirovekirin, weke hatiye
ragihandin ku armanca vê konfiransê ew bû
jî, ta ku rêxistinên li dijî zordestiya
jinan dixebitin, kanibin agahî, pêzanînan
bidin hev, sudan ji zanînên hevdu wergirin û
planên kêrhatî ji bo pêşerojê amede bikin.
Li gor texmîna me, ne bê sedem ev konfiransa
navnetwî li Kurdistanê bû, diyar e,
rêxistinên mafên jinan li ser rewşa jinên
Kurd jî baş agahdar bûne, û pêşda jî
metirsiyên mezin pelandine, û di rastiyê de
weke nimûne; wezareta tenderustiyê li
Kurdistanê ragihand ku di 14 mehan de 831
jinan li Başurê Kurdistanê xwe şewitandine,
ji van jinan 35 jin bi destên mêrên xwe
hatine kuştin, lê "Navenda parastina jinan
li Îraqê" nivisiye; di 12 salên dawiyê de
2604 jinan li Başurê Kurdistanê xwe, xwe
kuştine, ji wanan 2095 an xwe şewitandine,
temenên wan jî, ji 12-25 salî bû ne.
Tevgera jinên Kurdistanê di pêkanîna destura
Îraqê û hilbijartina endamên perlemana
Kurdistana Îraqê de bi çalakî beşdar bû ye,
lê mixabin gava ku encumena şalyarên
Kurdistanê tête ragihandin, ji 43 şalyaran,
tenê sê şalyar jin têtin vebjartin, lewraji
bo vê newekheviyê û ji bo pir pirsgirêkên
din yên ku bi jinênên Kurdistanê ve girêdayî
, rêxistinên jinên Kurdistanê konfiransan di
bin vê parolê de " Hefteya helwestê "li
bajarên mezin, Hewlêr, Dohok, Sulêmaniyê li
dardixînin. Naciye Ehmed berpirsiyara
çalakiyên "Hefteya helwestê" got bû; me
nameyke arastî hemû mektebên siyasî yên
partiyên Kurdistanê kiri bûn, herdu mektebên
siyasî yên "Partî" û "Yekitî"li civîna
Hewlêrê amede bûn, lê li Sulêmaniyê tenê
endamek ji mekteba siyasî ya " Yekitî " û
endamek ji partiya kumunîst beşdar bûn. Bê
guman mebestên rêxistinên jinên Kurdistanê
ji van civîn û koreyan ev bûn ku ewanan
derd, nexweşiyên xwe, yên mêran û kêmkasiyên
partiyên Kurdistanî bi awakî vekirî û li
hember wanan guftegu bikin û pêşniyarên xwe
ji wan re pêşkê bikin. Li gor em bawer
dikin, radeya asoyên siyasî, rewşenbîrî li
nik gelek jinên Kurdistana Îraqê bi şêweke
rêjeyî bilind bû ye, ji ber vê jî tevgera
jinan bi wêrekî li rex û li pêş hukumeta
Kurdistanê dikane rexnên xwe ji nûnerên
hukemetê û perlemana Kurdistanê re bêje û
mafên xwe yên rewa ji wanan bixweze, lê
aliyê din jî, divê em vê rastiyê jî li vir
biçespînin, eger herdu partiyên sereke P.D.K
û Y.N. K û perlemana Kurdî rêz li
dêmokratiyê ne girtana, dê nûnerên jinên
Kurdistanê nikanîbana bi serbestî rexnên xwe
arastî hukumeta xwe kiribana. Eva rastiya li
nik me di warê zanistî û siyasî de nîşana
destpêkirina azadiya jina Kurd e. Lê eger em
çiqas bi erênî li ser tevgera jinên
Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê bipeyvin,
eva ne netê vê wateyê ku jiyana jinên
Kurdistanê niha di tendeustiyeke baş da ye,
yan ewanan ji nexweşiyên civakî û destlata
mêran rizgar bûne, na! Zordestî û
setemkariya li ser jinên Kurdistanê ji
aliyên mêr, bav û birayên xwe hîn berdewame.
Dîsan em mîna nimûne dikanin vê agahiyê
bidin zanîn; Di hejmartineke "Navenda Xatû
jin"hatiye nivisîn ku ji 01 01 2006 an ta 01
07 2006 an de 166 jin li Hewlêrê bi birînên
şewatê çûne nexweşxanê û li gor "Navenda
Xatû jin" şewtandina jinan di sala 2006 an
de pirtir bû ne.
lewra jî tevgera jinan bi jîrbûn xebatên xwe
dike. Di bin siya hukumeta Kurdistanê, di
rojên 9.04-10.04 2005 an de li paytexta
Siwêdê (Stokholmê) kongireke jinên Kurd ya
navnetewî di bin vê parolê de" jin li Başurê
Kurdistanê û avahiya civaka bajarvanî " li
darket, Mehabad Qeredaxî, Şene Hîdayetî,
Munîre Muftî Zade di amedebûn û girêdana vê
komgirê de roleke pir gewre lîstine. Di vê
komgirê de Teha Berwarî peyva serokê
encumena şalyaran, Nêçîr Berzanî xwend û ewî
got; "... Berê barên jina Kurd pirtir giran
bûn..",lê niha biryara siyasî di destên
hêzên kurdî û kurdistanî de ne.. û herweha
serokê hukumeta Kurdistanê di peyvên xwe de
çespand û got; divê yasayên nû li gor
civakên bajarvanî werin deranîn, divê jin di
hemwelatiya xwe û di dadweriyê de mîna mîran
bi maf be .." Herweha jî pir lêkolînên cuda
li ser pirsa jina Kurd di warên civakî,
perwerdeyî û siyasî de ji aliyên hin pispor
û lêkolîneran de hatin xwendin.
Eger em li vir dîsan hinekî vegerin
Kurdistana Bakur û bi lez li ser aliyeke din
pir neyinî û metirsî rawestin; emê bibînin
ku bûyerên xemgînî di nav refên jinan de li
Kurdistana Bakur jî pir çê bûn e;
namusşikandin, kuştin, xwekuştina keç û
jinan e. li gor çapemeniyên kurdî êliktronî
dinivisînin; li Amedê peyakî Kurd ji ber
sedema namusê jina xwe kuşt, "Tevger jinên
azad û yên dêmokrat" kuştina vê jinê di
daxûyaniya xwe de bi tundî şermeze kir û
dewleta Turkiyê ji rexne kir, ji ber ku ewa
yasayên dadmendiyê li dijî tawanbaran pêk
nîne. Herweha di vê çarçewê de, bajarê
Batmanê bi kuştina jinan û xwekuştina jinan
nasdar bû ye; lewra jî "Însiyatîvên jinên
azad "gelek xwepêşandanên şermezariyê di bin
van sloganan de "Wekheviya jin û mêran ","
Dawî li xwekujiyan bibe", "Xwekujî ne
çareserî ye " li Batmanê çê kirine.
Li gorî agahiyên "Roj TV"di roja 25.03.2007
an de ; di 5 salên dawiyê de li Kurdistana
Bakur 5000 jin bi sedema namusê hatine
kuştin û 5000 jinan xwe kuştine
Di rastiyê de li Kurdistana Rojava jî, jina
Kurd bi gelemperî mîna jinên beşên din
bindest e, lê ev rudawa kuştina jinan an
xwekuştina jinan li wir di hundir pir salan
de belkî bi qaserî 10-20 kesan tune bin.
Lê rewşa jina Kurd di warê rewşenbîrî,
wêjeyî û zanistî de li her beşekî Kurdistanê
bi rengekî bi rêve diçe, bê guman e ji ber
sedemên siyasî, heyamên lêhatî û azadiya
Kurdistanê, rewşa jina Kurd li Kurdistana
Îraqê di warên rewşenbîrî de jî ji beşên din
pêşdatir e, bi sedan nivîskar, zimanzan,
dîrokzan di nav jinên Kurd de bi saya
hukumeta herêma Kurdistanê peydabûne û di
pêşketina şaristaniya Kurdistanê de hevpar
in.
Lê di hersê beşên din yên ne rizgarkirî de,
jina Kurd dubare bindest e, divê ewanan li
zanîgehên miletên serdest û bi zimanên wan
miletan bixûnin, lewra jî em dibînin ne tenê
jina Kurd, lê mêrê Kurd jî li van beşên
bindest nikanin wek tête xwestin çand, wêje
û zimanê kurdî pêşda bibin. Lê di baweriya
me de, tevî rewşa xerap ya awerte li her sê
beşên din, dîsan rêxistinên kurdî,
çapemeniya kurdî û kenalên "KTV", ROJ TV",
"KURDSAT" û niha " KOMELE" rolên mezin di
pêşketina hemû aliyên jiyana Kurd li her çar
beşên Kurdistanê de dilîzin.
Rêyên çareserkirina nexweşiyên bizava jinên
Kurdistanê bi gelek faktorên têkeldar ve
girêdayî ne1-Bilindkirina radeya
rewşenbîriyê di nav mêr û jinên Kurd de .2-
Divê mêrê Kurd xwe ji ayênên kevneşopî,
şunketî û destlatdariya bê rewa rizgar
bike.3- Pêwîst e jina Kurd kanibe li dervayê
malê kar bike û ji warê aborî, ango darayî
ji mêrê xwe, an bavê xwe an birayê xwe, xwe
rizgar bike û pêkanîna vê xalê di azadiya
jinê de merceke serkîn e.4 –Divê jina Kurd
bi jîrekî di bizava siyasî de beşdar be.
5-Divê mêrê Kurd jî ji jina Kurd bixweze ku
ewa mîna mêrê Kurd xwe di ber pêşdabirina
jînê de berpirsiyar bibîne. 6-Pêwîst e jina
Kurd bi riyên avakirina dezge û rêxistinên
jinên Kurdistanê li mafên xwe yên rewa
xudîderkevin.7-Divê jina Kurd wateya
serbestiya jinan bi awakî rast û sincî bi
kar hûne û divê ewa rêzê li kultura pêşketî
û şarastanî bigrin. 8-Divê li Kurdistana
Îraqê di destladariyê de (Perleman, wezaret,
û partiyan ) de pir beşdar bin. Eger jina
Kurdistanê bi xwe di biryarwergirtinan de,
ango di deranîna yasayên dadweriyê de beşdar
be, bê guman jina Kurd nahêle ku biryarên ne
mirovane li dijî wê derkevin .9 -Divê jina
Kurd li sê beşên din jî pir bi çalakî di
partî û rêxistinên kurdî de beşdar bin û li
gel mêran biryarên siyasî û civakî û h.w.
bistînin .10 - Divê rêxistinên jinên
Kurdistanê li Welêt û li dervayê welêt
pêwendiyên xwe bi rêxistina navnetewî ya
jinan re xurt bikin.11- Pêşketina bizava
azadîxwaza Kurd û Kurdistanê.12- Azadiya
gelê Kurd û Kurdistanê .
Eger mêrê Kurd li gel jina Kurd, û eger jina
Kurd li gel mêrê Kurd bi hev re wan pêdivî û
mercên jorîn pêk bînin, dê kanibin bi sanahî
piraniyên alozan li ser riya doza azadiyê û
şarastaniya Kurdistanê bidin aliyekê .
Di rastiyê eger em çiqasî li ser êş û derdên
jinên Kurdistanê û bindestiya wan bipeyvin,
em nikarin di kurtelêkolîneke weha de,
wêneyeke dewlemend ji rewşa jinên Kurdistanê
li vir, li ber çavan deynin. Pirsa jina Kurd
kêşeyeke gelek dijwar e, lewra divê zanayên
Kurdistanê, pisporên sosyolocî û derûnî jî
gelek berhemên xwe yên zanistî ji bo doza
jina Kurd biterxînin.
-Çavkaniyên kêrhatî û sudar
-------------------------------------------------------------------------------------------------
1-Rohar Alakom"Li Kurdistanê hêzeke nûh,
jinên Kurd" lêkolîneke dîrokî, çapa yekemîn
, Stockholm, sala 1995.
2-Leman ÎBrahîm, "Cihê jinên Kurdistanê di
weşanên kurdî yên pêryodîk de"nama Macêstêr
li zanîngeha Lênîngradê, bi zimanê rusî
,sala 1984.
3-Rojnama "Jina Kurd" ji weşanên " Partiya
yektiya dêmokrata Kurd li Sûriyê,
hej.(16.17,19,21,22), sal 2000, 2001 bi
zimanê erebî.
4-Erebê Şemo, romana "Dimdim" bi zimanê
kurdî, Stockholm, sala 1983.
5- Hin gotarên din mîna "Rêveçûna jina Kurd
di dîrokê de" (Narîn Metnî),"Jina Kurd di
navbera seyrana têkoşînê û reşbîniya
dadmendiyê de ",(Rewşen Qasim),"Mafên jinan
yên mirovî û wekheviyê ", (Suad Cegerxwîn),"
Jin û sêstêma cîhanî ya nûh", (Dr.Mihdî
Kakayî ),"Mafên jinan û azadiya wê ", (Lava
Xalid )," Keça ciwan û asoyên pêşerojê ",
"Pirbûna jinan li nik mêrekê li dijî
mirovperweriyê ye " (Narîn Omer )," Jin..
dîsan jin .. û li dawiyê dîsan jin ", (Saman
Emîn ), ji malperên kurdî bi zimanê erebî .
6-Gelek nûçe ji malpera "Netkurd"derbarê
kuştin û xwekuştina jina Kurd li Kurdistana
Turkiyê û Îraqê bi zimanê kurdî.
Avdar 2007
|
|