|
|
| |
|
Nivîsar |
| |
Jinû
avakirina mala kurd û Giringîya kongirê
Broksilê |
|
| |
Bipênûsa -
Mehmûd Biro
Nêzîkî 50 salî ye ku tevgera rezgarîxwaza
kurd di rojavayî kurdistanê de kar û xebat û
çalakîyên corbicor pêktînê. Dihin qûnaxan de
heyetên hevbeş wek Hevbndî û Ber hatin
avakirin kû diwande jimarek berbiçav
jipartîyên polîtikî cih digirt, û dikarîbûn
carcaran hin karên hevbeş bikin, û dihêleke
din de jî, carne dikarîbûn ahingên Newrozê û
hin bîranînê dîrokî bihevre bikin, lê
mixabin demek dirêj derbasnedibû me didît
partîyên me riya rast berdidan û ber bi riya
çewt ve diçûn, jinişkêde milmilanîya part û
kesayetî dinav wan de dest pêdikir û pênûsên
wan dibûne agir û serê hev dişewitandin.
Milmilaniya wan liser wê yekê bû ku her yekî
jiwan digot: tenê rastî liba mine, û tenê ez
xwedîyê meselê me û her kesên din derveyî
min û behwerîyên min şaşe.
Wan dijmin jibîr dikirin, azadîya gel jibîr
dikirin, êş û kederên xort û keçên kurd
binpê dikirin û wek kewê binav serê hevdû
diketin û qebeqeb dikirin hetanî hêzên
dewletê dihatin ew binçav dikirin, yan hin
jiwan digirtin, û ji hinek din re digotin
eferim bo we hun karekî birûmet dikin.
Hetanî roj biroj partiîyên me zede kirin û
yekîtîya me jihev dixistin û her wisa bi
hesanî hêza me lawaz dikirin.
Divirde gava mero bixwazê zanibê ka gelo
sedemên wan nakokiyan çibûn kû dinav tevgera
mede hebûn , û heta radeyekî pir mezin em
dikarin bêjin kû heta roja îro jî pir jiwan
nakokiyan hene, divê mero diwarê politikî û
civakî de meselê binerxînê û faktorên wê yên
serekî bidê diyar kirin, ku dibawerîya min
de evin:
1- Kêm hişyarbûna netewî ya rastteqîne dinav
miletê mede.
2- Nenaskirina doza kurd wek gelekî xwedan
erd û niştiman, ji alîyê tevgera mede , (Hinan
digot Kurdistan li Başûre û hinan digot li
Bakure), jibîr dikirin ku Kurdistan yek
parçeye lê dijminan lihev par kirîye û
kirîye çar parçe
3- Feqirbûn û nebûna zelalîyê di programên
polîtîkî yê tevgera mede, û ne zelalî di
têkilîyên wan de ligel hev.
4- Zordarîya xerab û dijwar ji alîyê rejîma
sûryê ve liser gelê me, dihişt kû gel tenê
bi nanê zikê xweve mijûl bibê û erkên xwe
yên niştimanperwerî jibîr bike
5- Polîtîka totalîtar ku liser gelê me bêk
dihat, û her wisa tirsa mezin ji rêjîmê
6- Perwerdekirna sîstemê diktatorî di welatê
Sûryê de bigiştî, û bandora we liser şeweyê
karê tevgera me.
7- Sîstema yek partî û take kes di Sûryê de
û bandora wê liser partiyên me û serkirdeyên
me
8- Milmilanî dinavbera ilmanî û ayînî de.
9- Jibîr nekin carna sedemên malbetî jî heta
radeyekê rolek negatif dileyîst.
Merov van xalan bigiştî dibêjê lê rastîyek
jî hebû ku hejayî gotinê ye em bêjin, di vê
qûnaxa bihûrtî bixwede jî hin şanên
şoreşgerî dinav tevgera mede peydedibûn, û
xwedî ligel derdiketin lê hindikbûn, û rêjîm
jiwan bi qewettir bû, ew jihev belav dikirin.
Ev nexweşiya me bû hetanî qûnaxa serhildana
pîroz, kû têde gel bi qehremanî dîwarê tirsê
şikand û dest pêkir liber xweda, û xwîna xwe
rijand jibo azadiyê , û nema qebûl dikê ku
hezên wê jihev dûrbin.
Divirde gelê me êşa xwe naskir, êdî derman
divê bidestê hekîman werê nivisandin, da ku
êş nemînê, û jinûve avakirina mala kurd dest
pêbikê, û yekbûna biryara polîtîkî ya gelê
kurd di rojavayî kurdistan de werê standin,
û helwesta kolana kurdî zelal bibê, ku gelê
me li rojavayi kurdistan beşeke ji dayika
kurd li Kurdisana mezin de, û liser xaka xwe
ya dîrokî dijî, û mafê wî yê siruştî heye kû
çarenûsa xwe wek duem netewe bidestê xwe
bixwazê û biryar bidê,û di destûra welat de
werê tekez kirin ku bixwe jî divê destûrek
ilmanîbe.
Em wek hemû miletê dinyayê ligor peymanên
navdewletî yên liser mafên gelan û mirovan,
mafê xwe bigrin û her wisa karekî bê
rawestandin bikin bo piroseya guhertina
aştiyane û demokrat li rojhilata naverast û
Sûryê de û terorê pirotesto û rûreş bikin, û
rê liber bigrin ligor derfetên xwe.
Zor girînge ku her alîyek,ji part û sazîyên
rojavayî kurdistanê zanibin ku nikarin
bitenha xwe di çarenûsa milet de biryar
bidin, û tenê xwe bibînin nûnerê milet di
roja îro de. Jiber iro roja yekitî û
hevgirtinê ye, roja lihev hatina gelê kurde,
roja rezgirtin û wefadarî bo xwina şehidane,
ne roja ezezîyê ye, jiber ku birastî ezezîyê
mala kurd xerabkirîye heta roja îro.
Hejayî gotinê ye em bêjin kû ew karê birûmet
yê kurdên me yên li bakurê Emrika bi
serperiştiya birêz Dr Shergoh Ebas hate
kirin, û herwisa bidilsozîya hemû kesên
amadekar di kongirde ku ji hemû deverê
Europayê zehmet kişandin û hazirbûn, û pêkve
gihane rekkeftinek dîrokî binavê(( peymana
Waşinton)) di 13.03 .06 an de.
Dibehwerîya min de ev peymana ku dinav part
û rewşenbîr û siyaset medar û kesên serbixwe
yên gelê me de hate danîn, bi wan xalên
zêrîn ku wê dîrok dinav rûpelê xwede
biserberzî hilênê, wê bibe dermanê derdê
gelê me.
Lewre em zor giringiyek mezin didin kongira
Biroksilê ku di /27-28-29/.05.06 wê
lidarbikevê, jiber ku ew berdewambûna
pêkanîna xalên peymana Waşintonê ye, ku têde
wê Encumenek netewî kurdî yanjî Kurdisanî bo
rojavayî Kurdistan pêk bê, her wisa lêvegera
kurdî û nûnerayetîya rastteqîne ya gelê me
ku xwesteka her kurdekî dilsoze pêkbê, da ku
biyek deng û rengî, dengê xwe bilnd bikin û
bighînin dunyayê, û mala xwe ya nû ji hasin
avabikin û armencên xwe pêk bînin û azad û
serbest bijîn.
Em dibînin ku erkekî niştimanperwerî ji hemû
partî û hêzên kurdî û kesên serbixwe li
rojavayî kurdistan tê xwestin, bo beşdarî di
avakirina mala kurd de liser bingihekî asê û
yek girtî, jiber ku siyaseta ku dibêjê
biryara avakirina encumenekî divê jihundirê
Kurdistan derkevê ne ji derveyî Kurdusanê,
em vê yekê pir şaş dibînin, divirde divê
birayên me yên ku vî tiştî dibêjin
diyalîktîka têkilîyê dinavbera hundir û
dervede baş fêm bikin jiber ku herdû hevdû
temam dikin, jehevdû cida nabin û ne dijî
hevin. Lê bere jibîrnekin kû ev kesên
liderve dixebitin qetek ji laşê kesên
hundirin û her wisa karê wan berdewmbûna
karê lihundire, lewre jî em hêvîdarin ku
xelkên me lixwe vegerin û bercewendîya gel û
niştiman liber çavê xwe deynin û werin
bimêranî tevlî karwanê wêrek û qehremanan
bibin û xwe ji tirêna kurdayetîyê nehêlin,
lê dîrok wê rehmê likesî nekê.
15.05.06
|
|
|
|
info@kurdroj.com |
|
|
|