| |
Mehmûd
Biro
Her miletekî dinyayê ku di
dirêjahîya jiyana xwede tede û zordarî lê
hatibê kirin, mafên wi hatibin çewisandin,
mafên civakî, siyasî û çandî. Wê siruştîbê
ku ew milet lidawiyê de bi azadîya xwe şah
bibê û dagiîrkerên wî, wê biruxin û ji kokê
rabin. Jiber ku hertişt diguhertinek
berdewam deye ligor yasaya diyaliktîka
pêşxistina dîrokî.
Emjî wek miletekî cîhanê ku bisedê sala
bindest dijîn, ji mafên xwe yên sîvîl û
leşkerî bê parin, em dibînin ku îro roja
azadîyê tîrêjên xwe ji başûrê kurdistanê
tavêjê rojava, rojhilat û bakurê kurdistanê.
Îdî divê em liber tava wê ranekevin, lê
zedetir em kar û xebata xwe xwirt tir bikin,
û xwedî li gel û niştiman derkevin, û
wefadarbin bo xwîna qehremanên serhildana 12
ê adarê.
50 sal derbasbû liser xebata tevgera mede,
pir karên pîroz hatin kirin, qurbanî hatin
pêşkêşkirin,girtin , revandin, işkencekirina
xort û keçên kurda, ev hemû berhemên xebata
tevgera rêzgarîxwaza kurdin.
Lê divê em jibîr nekin ku her kesê kar bikê
, tiştekî siruştîye ku wê şaş jî bibê.
Şaşîtîyên tevgera me di qûnaxa derbasbûyî
de, ewin ku diwarê milmilanî û keferata
kesayetî û malbetî de, birînek pir mezin
peydakirin, ew birîn jimera bûye wek
nexweşîya penceşêr di laşê mirovande.
Parçebûn û jihevqetandina ne dicihde, û ne
liser sedemên îdyolocî, her du kes ji hevdû
aciz dibûn partiyek dadmezirandin, û bigiştî
dinav tevgerê de ev tişt pêkdihat. Lewre jî
em dibînin ku niha zedeyî 12 partî û sazîyên
me hene.
Nerîn û nerîna vajî tiştekî raste, û herweha
şaristanîye, lê ne bi ecêba rewşa tevgera
me.
Di rojavayî kurdistanê de, ji sala 1957 an
ve hetanî roja îro, em dikarin bêjin kû
tevger , tevlî gelek karên baş û berbiçav,
lê mixabin ne ligor demê dimeşê, lewre jî
pewiste, ji îro û bêde, em dinav
tevgeraxwede,û hetanî dinav sazîyên xwede,
bibin ardû bo yekîtî û hevgirtinan,
milmilanî tu nan neda me, û nadê jî, va em
gihan pila herî bilind ji milmilanîyê îdî ne
gunihe ku em roja lêbûrîna netewî dinav
hevde destnîşan bikin, û hevdû qebûl bikin,
û rêkbikevin. Di pila yekem de ji kesên
pispor û xwendevan û ekadîmîker ev kar tê
xwestin, kû tim dinav kêferata siyasî û
hizrî û civakî de cihê xwe bibînin, û
meydanê jibo xêrnexwazan vala nehêlin, û
bihostayî çareserîya pirsgirêk û alozîyan
peyda bikin. jiber ku êrîşek pir dijwar di
odên reş yê şovinistên beesîyande, niha
liser gelê me amade dibê, ew êrîş êrîşa
hebûn û tinebûnê ye bo gelê me, gel niha di
duryanê de rawestîya ye, pêdivîya wî bi
rêberan heye, herweha bi hostayê siyaset û
zanistîyê ,û bidibistanên şoreşgerîyê heye.
Livir bersiv ji tevgera me tê xwestin, ka
gelo dikarê ligor xwestek û helwesta gel
bilivê yan na?? Divirde mirov dibînê ku
pêwistî bi nûjenîyê di jiyana siyasî û
civakî û rêxistinî û ta radeyekî pir mezin
jiyana revebirîyê de heye.
Kembera Erebî ya nû ku li dora Dêrikê
destpêdikê sîgnala yekeme, û herweha gotara
serokê sûryê ku dagirtî ji zirt û
navtêdananên dîrekt û îndîrekt bû dijî gelê
me, ew bixwejî signala dueme bo anîna rojên
reş bo gelê me yê aştîxwaz. Pirsa min ewe:
çi kar ji me tê xwestin?
Livir naqosa bivê li zingil dixê ,Îdî divê
em hemû bihevre beramberî van pêlên dijwar
hişyarbin û bimêranî rawestin, û nakokîyên
xwe yên navxweyî û partîtî jibîrbikin,
bercewendîya gel û niştiman liser her
bercewendîyên din re bigrin, linerînên hevdû
guhdarbikin, jiber ku rastî ne milkê kesekî
yan partîyekê bitenê ye, lê rastî liba her
kes û her partiyên din peyda dibê, em hewl
bidin çanda milmilanîyê ya salê berê jibîr
bikin, lişûna wê çanda lêbûrînê û ruhê
biratîyê bikar bînin, ne gunihe em rojekê
didîrokê de liser çarenûsa gelê xwe
rêkbikevin, û litevgera xwe xwedî derkevin,
û yekîtîya wê biparêzin, jiber ku parastina
yekîtîya tevgera me erkekî
niştimanperwerîye.
|
|