| |
Marwan Othman
Bêguman dîmenên jiyana siyasî, di dema nêzîk
ya dawî de, li sûriyayê rewşeke taybet didin
xuya kirin. Rengvedanên vê rewşa teybet, li
ser her hêlên pêşveçûn û bûyerên siyasî,
komelayetî, rewşenbîri û abûrî akamî û
bandorên xwe dadimezrînin. Bi şêweyekî ji
şêweyan û heya astine destnîşankirî, mirov
dikare vê rewşê fêrbike û têbigihêje
Piştî dehên salan ji dûrxistin, pûçkirin û
gemkirinên bêsînor, di her warên jiyana
komelayetiya Suryayê de, ji hêla rêjîmeke
diktatorist, di hemû movikên xwe yên
bingehîn de, normal e ku dîmen weha bin û
weha werin dîtin û xuyakirin.
Ne hiştina jiyana siyasî an pûçkirin û
sînorkirina wê, di çi civak û komelgehêkê
de, heya radeyeke zor bilind, dikare kiryara
siyasî û siyasetmedariyê bi hêmîşeyî, di wê
civakê û komelgehê de, tune bike an bi
kêmahî, bêakam û bêkêr bike
Serberdan ji rewşek weha re, bêyî ku ti
veguherîn tê de bibin, û berdewamkirina vê
rewşê ta demine dirêj, ne tenê komelgehê an
civakê digihîne astengeke asogirtî, rêjîma
desthilatdar, bi xwe jî, dighîne asteke weha.
Rêjîma Sûryayê, bi qasî ku berê, bi hesanî
dikarîbû deslatdariya xwe bajo û bi karbîne,
lê di rewşa nû de, ya ku ew bi xwe tenê
berpisa çêkirina wê ye, nema dikare wê
hesaniyê bibîne û xwe, di gelek warên
bikaranîna deshiladariya xwe de, dest kin û
pûç dibîne.
Li ser ku, komelgeha sûriyayê gihaye
astengeke asogirtî -wek ku li jor hat
diyarkirin - û destpêkiriye ku ji hev biweşe
û bifelişe û wek encam ji vê yekê re, awayek
ji awayên hevdijayetîyê, di navbera parçeyên
civakî ya komelgeha Sûriyayê despêkiriye (
biner bûyerên Suweydaa di navbera ” Sunî –
Durzî yan de”, buyerên serhilana adarê li
herêma Kurdistan 2004: “bikaranîna Ereban
dijî Kurdan”û bûyerên 5/6/ 2005, li Qamişlo:
dîsa bi karanîna Ereban dijî Kurdan, buyerên
Hisça 2005: di navbera“ Ereb – Aşûrî û
Siryanî yan de” buyerên Qadmûs 2005: di
navbera ” Simaîlî – Elewî yan de” ) û Rêjîma
Sûriyayê, bi xwe jî gihaye rewşeke ne
normal, derfet li pêşiya wê, her bi her, di
vê dema dawî de, teng û lawaztir dibin,
nexasim piştî biryarên Kongerisa Welatên
Yekbûyên Emerîkî dijî Sûryayê û derketina
Biryara 1559 ya “Civata Ewlekariyê”, lê hîna
Rêjîma Sûriyayê, bi ti guhertinên navxweyî
rasteqîne ranebûye û ti guhdanên resterat bi
komelgeha xwe re nekiriye û hewlnedaye ku
dest deyne ser kokên arîşe, pirsgirêk û
problemên bingehîn yên civak û komelgeha
Sûriyayê û xuya ye ku nake jî, an nema
dikare bike, ji ber ku gihiştine radeya ku
nema têne çareserkirin bi destên, an di bin
sîwana rêjîma desthilatdar de.
Li ser vê jî, guhertin û pêşveçûnin
navneteweyî pir mezin û bigehîn çêbûne û bi
şêweke rajeyî , bi lez têne çêkirin. Bandora
van guhertin û pêşveçûnan heya radene mezin
dadikeve ser hemû gel, welat û dewletên
cîhanê û li ser tevan xwestekên xwe yên
bêçariyane datînin, lê dîsa, heya nuha
Rêjîma Sûriyayê pişta xwe dide hemû xwestin
û vexwendinên ku jê re têne şandin an
xwestin, ku bi awayekî din danustandinê, bi
evan guhertinên herêmî û navneteweyî re
bike. Rêjim hîna berdewam e, li ser rêbaz û
kiryarên xwe yên berê, dîsa wek berê li ser
lîstika” buhirandina demê dilîze”. Rast e
Rêjîma Sûriyayê, di dema serkomarê berê
Hafiz El-Esed de, bi zîrekî, dikarîbû bi vê
lîstikê bilîze: Ji ber ku rewşa herêmî û
navneteweyî pê re alîkarbû, ji bilî
taybetmendiyên din, yên serkomarê berê Hafiz
El-Esed, wek kes, nexasim kiriyarên wî yên
ku, di destpêka destdanîn û zeftkirina wî ya
leşkerî ji destlatdariyê re(1970 ), ku hemû
movikên desthilatdariyê xistin dest xwe û
artêş bi xwe tenê ve girêda û ew bi xwe ve
kontrol kir û ji hemû kes û her astên ku
metirsiyê dadimezrînin paqijkir, ji ber ku
tirsa xwe ya mezin, di artêşê de didît -
hemû guhertinên berê yên rêjîmê, ta bi ya wî,
di riya artêşê de û bi artêşê hatibûn û
hatine pêkanîn - û karîna wî ku
hevdijayatiyên herêmî û navneteweyî li gor
berjewendiya xwe û pêwestiyên berdewamiya
rêjîma xwe bi karbîne û dikarîbû gelek ji
hêzên herêmî, ji xwe re û ji bo
berjewendiyên xwe bi karbîne dijî dewlet û
hêzên herêmî yên dijber, Ango; karîna wî,
gelek caran, ku ne bixwe, bi xeynî xwe
armancên xwe pêkbîne; ta ku ew bi xwe jî
buhayê pêkanîna armancên xwe nede, wek
nimûne:
• Bikaranina hêz û partiyên rikberiya rêjîma
Iraqê ya bingor bûyî, dijî rêjîmê, li ser
zemîna rikberiya xwe ji rêjîma iraqî re.
• Bikaranîna Pkk ê û hêzên çep yên tirkî
dijî rêjîma tirkî.
• Bi karanîna hêzên felestînî dijî Israîl û
Desthilatdariya Felestînî,
• Bikaranîna hêzên felestînî û libnanî wek
Huzb-Ellah û hinin din dijî Israîl û dijî
dijberên xwe li Libnan.
Lê kurê wî yê “mîratxur” Beşar Elesed, ne
rojev û ne jî rewş pê re alîkar in ku vê
rêbazê berdewam bajo, ji ber ku ne ew, wek
kesayetî, dikare bi zîrekiya bavê xwe lîstik
û kiryarên bavê xwe berdewam bike û wan bi
zîrekî bigihîne serî .
Di baweriya min de, serkirdeyên rêjîma
sûriyayê, ew jî, di wê baweriyê de ne, ku
nema dikarin, wek berê, berdewam bikin, lê
ji ber ku dizanin: biçûktirîn guherîn, ku pê
rabin; dibe, bi tevayî, bibe bingeha nemana
wan û rêjîma wan, ji vê yekê , di destên wan
de, tişt namîne, ji bilî dana sozan û
firotina gotinan û avêtina gavine dijhev û
lerizî û bê wate. Ev hewldan û kiriyar,
mirov dikare wek lîstineke bêçareyî, di
demên windayî û mirî de li wan binere.
|
|