|
Metînê Kewê Dilxêrî
Ji Çapemenîya Tirkîye
Çend Jêgirtin
Serokwezîrê Tirkiye
R.Tayyîp Erdogan, li ser pirsgirêka Kerkûkê
axifî û gotî bû; “Kerkûk bajarê Tirkmenan
e, kurd gelheya(nîfûs) Kerkûk gûherandî ye
dike bajarê Kurd û ji bo wî em encama
referandûma Kerkûkê ji niha ve
napejîrinin(qebûlnakin).”
Lêbelê wan raveyan ne
tenê ya serokwezîr e. Her çapemenîya tirk,
weşanên T.V.yên tirk, nûçe û dengûbasên wan
û her nivîskarên wan(ê nijadperest in) jî
wekî devhev êrîşê kurdên başûr û tevî kurd
dikin.
Tirkîye û Cepheya
Tirkmen
Ev jî xuya ye serokê
Cepheya Tirkmenan ya Îraqê Sadettin Ergeç
jî her tim tê tirkîyê û rave û daxuyanî dide
weşan û çapemenîyan. Mixabin her xeberdana
wî de nijadperestî û dijminatîya kurd heye.
Li hefteya borî jî weha
got; “kurd mafê me binpê kirîye û nade.
Sedhezar pêşmerge jî ligel çekên xwe li
Kerkûkê amade ne ji bo qirqirina tirkmenan!”
Mafê Kurdên Tirkîye û
Mafê Tirkmenan
Ez ji wir dipirsim, ey
serokê Cepheya Tirkmen! Hukumeta Herema
Kurdistanê her mafê we û heqê we da ye û
xistîye nav zagonê û hûn doza çi dikin? Tu
her dem dibêjî; “Kurd mafê me û keda me
nade.” Ey qijiko, ji alîya kurd
mafê(keda) we hatîye dayin, sedûyekê(%1ê)
tirk bo kurdên xwe(kurdên bakûr) vê mafê ne
da ye…!
Di Başûrê Kurdistanê de
zimanê tirkmenan hatiye qebulkirin û di
dibistanan de zimanê wan tê perwerde kirin û
TV.ya wan bi zimanê wan heye. Di nav zagona
Tirkîyê de jî ti mafê zimanê kurd tine û di
dibistanan de kurd û zimanê wan hê jî nayê
qebulkirin.
Hûn jî wekî kurd ji destê
Sedamê zalîm, zilm û êş kişandin, wê demê
çima dengê we nedihat? Û kurd we diparêzine
û her mafê we dide û heta niha kesekî kurd,
we zilm û zordestî nekirîye û çima niha
dibêjî; “pêşmerge ji bo kuştina me amade
ye?”
Panêla Kerkûkê 2007 Li
Tirkîyê
Îro(15.01.2007) jî
Sadettin Ergeç li Tirkiyê Panêla Kerkûkê
2007 li dar xist. -Beşdarê
vê panelê de Ereb, Şîa û zêdehî jî Tirkmen
hebû. Balkêş e hîç kurd ne bû!?-
Sadettin Ergeç di vê
panelê de jî kerha xwe nişan da. Got; “kurd
ji bo nift(petrolê) bajarê me dixwaze.”
Disa îroyin mêvana kanala
TRT2yê beşdarvanên vê panelê bûn. Çend kes
ya Endama Civata Bajarê Kerkûkê bû.
Jale Neftçi got; “di hilbijartinê
ne rast de Mistefa Ebdulrehman bû Parêzgarê
Kerkûkê. Em êdî nikarin derkevin kolan û
derve. Ewlehî bo me ne ma ye.” Hasan
Turan jî endama cıvata bajarê kerkûkê ye
wiha got; “serbazên pêşmerge jî zextê me
dikin kû bila em koçber bin.”
Belê di wan heyv û mehan
de em li Tirkiyê mixabin wek tirk çapemenîya
wan temaşa dikin û di bandora şaşî û şêwîn
de diminin. Mîna dijminatî êrîşî kurdên
başûr dikin. Ev êrîş ne tenê li ser
bajarê qedim ya kurd ê Kerkûkê ye. Birêz
serokê Herema Kurdistanê Kek Mesud Barzanî
re, birêz serokkomarê Îraqê Mam Celal
Talebanî re, azadbûna başurê Kurdistan re,
xebata wan û hwd. re êrîşek ne dirust û ne
baş dikin…
Mixabin êrîşa wan
zêdehî bêrûmet û binpêkirin e. Ji
kurd dikerihîn, birastî jî ji xwe
dikin kerihandin.
Nikare Têkeve Başûrê
Kurdistanê
Wezîrên Tirkîyê û
koordînatorê Edîp Başer jî dibêjin;
“em dikarin ligel artêşên xwe ve bikevin
Bakurê Îraqê.”
Dewleta Tirk ji berê heta
niha dixwaze bikeve bakûrê Îraqê. Di her
firsendê de wisa dibêjin. Hêncetê wan zehf
e. Pirsa Tirkmenan, pirsa Kerkûkê, pirsa
Çiyayê Qendîlê û azadbûna başûrê kurdistanê
ji bo wan xêza sor e.
Li gor min tirkîye nikare
têkeve sînora din. Çimkî Tirkîye endamê
NATOye. Endamek NATO bê rêdan nikare axek
din dagirker bike. Li alîyekî din Tirkîye
keşeya Qîbrîsê hê jî çareser nekirî ye.
Ji bo wî nikare pirsgirêka Kerkûkê
çareser bike. Çend meh e di çiyayê
qendîlê de şer û pevçûn tine û tirk çima
biçe û welatan re ji bo wî çi bersiv bide?
Tirkîye disa nikare bikeve başurê, ji ber
ku, tirkîye dixwaze endamê yekîtîye ewropa
bibe û krîtera zagonên Kopenhag jî qebûl
kirîye.
Ji bo wî tirkîye cesaret
nake. Heger bike jî di welatê wî de jî pirsa
kurd heye û tirkîye dizane ku kurdên bakûr
jî di vê bûyerê de alîkarîya başûr bike.
Gotinên Lawaz û Siyasî
Her kesek dizane wan
gotinan ne rast e. Ev armanca vegotinan tenê
politîk û sîyasî ye. Dixwazin çavên kurd
bitirsinin û tirkmenan re tiştan bikarbinin
û kurd re karên hindik bikarbinin. Başur
dizane ku heta tirkiye pirsgirêka kurdên xwe
çareser neke, nikare xwedî çareserê karên
hûndirê Îraqê bibe.
Rast e, Tirkiye
pirsgirêka kurdên xwe çareser nekirîye, çawa
pirs û keşeya tirkmen çareser bike? Kî
bawerî wan bike?
Rewşa Demografik
Ergeç
di panêla kerkûkê de wekî Erdogan dom
dike û dibêje; “kurd hezaran kes anîye û
niştecihê kerkûkê kiriye. Kurdan nîfûs û
hejmara kerkûkê xirab kirin û kerkûk kirin
bajarê kurd.”
Di dema diktatora
Sedam de rewşa demografik a kerkûkê hat
guherandin. Hezaran malbatên kurd ji alîya
Sedamê zalim ve hatîbû koçberkirin. Hezaran
jî hatîbû kuştin. Di vê demê de çima dengê
kesê nehatî bû?
Niha jî tenê nîvê
koçberbûyînan hatî ye. Ya dinan jî wenda
bûne. Kurd tenê mafê xwe digere ew jî tawan
dibe.
Di zagonên 140 ya
Îraqê de jî heye ku kurdên ji kerkûkê
koçberbûyî dubare vekêşe bajarên xwe. Ev
biryar di zagona bingehin de jî heye.
Vegotina Tirkmen û
Tirkîye Ne Rast e
Tirkîye û tirkmenan
dibêjin Kerkûk bajarê Tirkmen e. Ev gotin ne
rast e. Kerkûk ji kevnê heta niha
bajarekî kurdistanî bû ye. Bajarê kurdê
dîrokî ye. Hejmarê kurd û nifûsa kurd jî di
vê demê de jî herî zêde bû ye. Ev dokumen jî
ev rastîya nişan dide.
Kerkûk Bajarê Kurd e
Dokumentên dîrokî ya
tirkan dike peyitandin(ispatkirin), Kerkûk
ji berê ve bajarekê kurd bû ye. Di
“Kamûs’ul-A’lam” de bi şêweyekî gelek
eşkere tê xuya kirin ku Kerkûk bajarekî
Kurdistanê ye. Ev Kamûs’ul-A’lam ji alîyekî
tirk ve di sala 1889an de hatîyê çêkirin. Di
vê xebatê de li ser beşa Kerkûkê weha hatiye
nivîsin; “Kerkûk
160 km dûrê bajarê
Kurdistanê Mûsilê ye. Kerkûk li rojhilatê
başurê Mûsilê, li bin rêzegiran, li ber
deşteke firek e û navenda sancaxa Şehrezorê
ye. Runiştvanên bajêr 30.000(sî hezar) in.
Di bajêr de keleh, 36 mizgerft, 7
medrese(dibistan), 15 tekye û zavîye, 12
xan, 1282 firoşgeh û dikan, 8 hemam hene. Li
ser çem pirek, 18 dibistan(mektep), 3 dêr, 1
kenîşte(sînagog), heye. Ji rûniştvanan li
çarê sê 4/3 kurd in. Yên din jî tirkmen û
ereb in. Li bajêr 760 cihû û 460 keldanî
hene.”
Sedûhejdeh(118) sal berê
jî xûya ye Kerkûk şarek kurd e.
Kêmzêde bistûsê hezar(23.000) kurd hebû ye
lêbelê hetanî heft hezar(7.000) jî Tirkmen,
Ereb, Asûrî, Keldanî û Ermen hebû ye.
Belê hat xuyakirin ku
Kerkûk bajarek kurd
e.
Gotîna hejmara tirkmen
zêde ye ev jî ne rast e.
Li hilbijartina Îraqê jî
ev jimare hat holê. Kurdên Kerkûkê heft
heyşt parlamantêr şand parlementoyê lêbelê
Tirkmen jî tenê kesek şiyand. Yanê dengdan
jî îspat û peyt kir ku hejmarê kurd herî
zêde ye. Û bajar şarekî kurd e.
Tirkmen Mêvan e
Tirkmen
ji eslê xwe ne Mezopotamî û ne jî
Rojhilata Navîn e. Dema Osmanîyan
welatên rojhilata navînê dagir kirin, wê
çaxê koçber tirkmenan anî wan deran.
Tirkmen di nav me de mêvan in. Kurd
mirov e ku mafê mêvan binpê nekirî ye. Wek
mirov têkîlî bû ye. Mixabin Tirkmenan jî, ji
derve hatîye navbera kurdan û cihê wan re
xwedîtî dike.
Çareserî
Pêwîst e mirov pêşî xwe
binêre û paşê yekî din re binêre. Mirovan
xeletîya xwe çareser neke çawa xeletîya kesê
din çareser bike.
Gere Tirkîye pêşî di
welatê xwe de çareserîya pirsgirêka kurd
bike û mafên netewa kurd bide.
Pirsa Qîbrîsê miheqek
çareser bike.
Paşê keşeya komkujîya
Ermenîyan çareser bike û paşê belkî dest
bavêje çareserîya Kerkûkê.
Çareserîya wî ya ji bo
Kerkûkê misoger biratî ye. Feraset û têgih
e. Ji bo kurd re
rêz derketin û hinek hezkirin e. Çareserîya
giran qebûlîya mafên kurd e.
Wezîr û serokwezîrên
dinya diçe seredana Kurdistana Federal dike
û balyozê tirkîye ji bexdayê naçe hewlêrê.
Ji bo çi naçe? Ji cîhanê tê qebûlkirin ku
serokkomarê Îraqê birêz Celal Talebanî
ye, mixabin tirkîye hê jî qebûl nake.
Dibêje; “çima kurd serokkomar dibe?”
Divê tirkîye û tirkmen
dev ji dijminatî berde û kurd ve têkîlîyek
biratî çêbike. Hinek bawerî kurd re bine.
Heger rewşa Îraqa îro qebûl bike dibeku
gavek mezin tê avitin. |