|
|
| |
|
Nivîsar |
| |
Gelo raste em
Kurd 40 milyon in..? |
|
| |
Rizgar
Kêsteyî - Swêd
Rizgar80@hotmail.com
Em Kurd di van salên dawî de di nava civîn û
hevpeyvîn û nivîsên xwe da berdewam behsa
hindê dikin ku hejmara me di gehe 35-40
milyonan. Helbet ev ji aliyekî ve cihê
dilxweşiyê ye ku em neteweyek hinde mezinin,
lê ji aliyekî din ve em piçek ji xwe şerim
dikin ku em gelekî hinde mezin di cîhanê de
ta nuha bê dewletin. Lê ew bixwe armanca
nivîsa me ya vê care ne ewe ka ev hejmara me
ya mezin bo me başe yan ne. Belkî mebesta me
ewe em hindekî li ser vê xalê rawestin û bi
çavekî bêalî û realîzim temaşey vê meselê
bikîn ka gelo bi rastî hejmara me Kurdan
çende.
Helbet ez bixwe ne taybetmendim di warê
serjimêriyê de, lê eger em temaşey wan
çavkanî û nivîsan bikin yên ku li ser
hejmara Kurdan hatine nivîsîn li vê dawiyê,
em dê bînin her kesekî bi şêweyekî
nivîsandiye, ji ber ku ji egera dagîrkirina
Kurdistanê û zordestiya dagîrkeran ta nuha
ji vekoler û dîrûknivîsa û serjimêryaran
kesek neşiyaye serjimêriyeka rast û dirust û
bêalî bike ku bizane hejmara Kurda ya rastî
çende. Îca ya din dimîne ka ew kesê
serjimêrî nivêsî kîye û helwêsta wî ji
Kurdan çiye.
Eger em temaşey van serçavkan teva bikîn û
nîvişkê wan wergirîn dê bînîn ku sê cor
dîtin û serjimêriyên ji hev cuda hene. Ku ew
jî evin:
1. Çavkanî û nivîsên dewletên dagîrkerên
Kurdistanê: ku piraniya wan hejmara Kurdan
bi nêzîkî 10-15 milyona didanin.
2. Çavkaniyên welatên bêalî, bi taybetî
welatên rojavayî: ew jî bi 20-25 milyon
texmîn dikin.
3. Çavkanî û nivîsên me Kurdan bixwe jî: bi
35-40 milyon di danin.
Helbet ta serjimêriyeka bêalî û li bin
sîbera azadiyeka temam neyê kirin hejamra
rast û dirusta me dernakeve.
Lê dîsa jî eger em bêjin me serjimêriyeka
bêalî kir û 40 milyon kesa xwe wek Kurd
tomarkirn. Gelo em dişên bêjin em Kurd 40
milyon kesin..?
Helbet xuyaye bersiva we xwendevanên hêja bê
yek û dû ERÊ ye…!! Lê mixabin bersiva min
bixwe NEXÊR e…??!
Hûnê bipirsin çima û ezê jî li xwarê bersiva
we bidim !
Tiştek xuyaye ku eger em xelkek bi gel û yan
netewe bi nav bikin, çar bingehên serekî
hene divê ew çar bingeh li ba wî xelkî hebin
da ku ew wek gel yan neteweyek cuda û xweser
bêne hejmartin. Ku ew jî evên xwarê ne:
1. Ax: divê wî xelkî axek yan xakek taybta
xwe hebe, ku li ser bijîn.
2. Dîrûk: dîrûkeka xwe ya taybet hebe ku
netewebûn û pêvajoya wan ya derbazbûy
piştrast bike.
3. Kultûr: her neteweyeka cîhanê kultûrê xwe
yê taybet heye û eve jî dab û nerît û tore û
huner û folklor û mozîk stiran û hemû corên
din yên roşinbîriya wê netewê bixweve digire.
4. Ziman: her neteweyekê zimanê xwe yê
taybet heye ku giringtirîn metod û rêka di
hevgeheştinê û peywendî kirinê ye bi hev re.
Em divî babetê xwe de dê xalekê ji van jê
girîn û li ser rawestîn. Ew jî ZIMAN e. Bi
dîtina min Ziman merc û bingeheke here
serekiye ji bo netewebûnê. Ji ber ku nuha li
cîhanê bi taybetî piştî şorişa globalîzmê (
cîhanîbûnê) gelek ji nerît û tore û
karûkiryar û rabûn û rûniştinên xelkê cîhanê
weke hev lêhatine. Lê tiştê herî giring ku
wan ji hev cuda dike ZIMAN e. Yan eger em
temaşey welatekî weke Tirkî bikîn ku xelkê
wê yên Tirkên resen bixwe ji Mengolya hatine.
Lê gelo nuha em çend Tirka dibînin li
Tirkiyê ku çav û dêmên wan weke yên
Mengoliyan bin..? Ez dibêjim belkî em 5% jî
ji wan nebînin. Yên din tev wekî me xelkê wê
deverê ne. Eve jî wê xuya dike ku xelkê ku
nuha bi NETEWA TIRK tête hisabkirin 95% ji
wan Kurd, Ermenî, Girîkî, Çerkez, Suryanî û
neteweyên dinin ku Tirka bi zorê hînî zimanê
xwe kirine û zimanê wan ji bîrê birine û
nuha bûne Tirk. Nuha jî to biçî Stenbolê
eger to xwe bi zimanê Tirkî neyînî der, hema
kî to bi Kurdî pêre baxivî, wê bibêje wela
babê min jî yan bapîrê min jî Kurd bû lê ez
Kurdî nizanim..yanî bab û bapîrên min Kurd
bûn lê ez bûme Tirk..!!
Belê tiştê çû êdî nazivire, lê xema mezin
ewe nuha jî ev pirosesa he hêjî berdewame.
Aha li vêderê emê dîsa vegerin û temaşekin
ka gelo em Kurd 40 milyonin yan ne?
Raste ez jî bawer dikim ku kesên ku bav û
bapîrên wan Kurd bûne hejmara wan digehê 40
milyonan. Lê gelo çend kes ji wan di mal de,
di kar û jiyana xwe ya rojane da Kurdî wek
zimanê xwe bikartînin…? Ez bawer dikim kes
ji we li dijî bersiva min nabe eger ku ez
bêjim pitir ji 50 % ji Kurdên bakûr Tirkî (
ne Kurdî ) wek zimanê xwe yê jiyana rojane
bikartînin û Kurdî jî car car ligel dê û
bavên xwe yên ku Tirkî nizanin bikartînin.
Ka çima ev xelke zimanê Tirkî wek zimanê xwe
bikartînin û ne zimanê Kurdî, ev jî mijareke
dine, em hîvîdarin delîve hebe careka din em
taybet li ser binvêsin.
Îca eger zimanê mirovî ne Kurdî be, bi Kurdî
ne axive, nexwîne, ne nivîsîne û pê hizir
neke û piraniya nerît û tore jî bûne yên wan
gelên dagîrkerên Kurdistan. Gelo ma çi
dimîne..? Bi baweriya min mirovekî hosa ku
zimanê wî ne Kurdî ew Kurd nayê hesabkirin.
Ji xwe eger wesa bê ku her kesê bi eslê xwe
Kurd bû be û nuha bi zimanê dagîrkeran
baxive em wî Kurd hisab bikin, wî demî divê
em bi kêmatî 50 % Tirkan û 10 % Erebên Îraqê
û gelek jî ji Farsan Kurd hisab bikin û wî
demî hejmara Kurdan nabe tenê 40 milyon,
belkî dibe di ser 70 milyonan re û eve jî
teoriyeke şaş û ne zanstî û realîzme.
Ji ber van egerên me li jûr aşkera kirîn ez
dibêjim eger em dûr ji hestên Kurdayetî û
neteweyî û bi pîvaneka zanistî û realîzim li
vê meselê temaşe bikîn, em dê bigehine wê
encamê ku tenê ew kesên bi Kurdî daxivin û
Kurdî wek zimanê xwe yê malê û jiyana rojane
bikartînin wê wek Kurd bêne hejmartin û
kesên ku bi zimanê Tirkî yan jî her zimanekê
din daxivin, eger çend jî bêjin em Kurdin,
li gor pîvanên zanistî ew nayêne hejmartin
Kurd ji ber ku yek ji mercên here giringên
Kurdbûnê ku zimane wan ji dest daye. Husa jî
ew ji wê netewê têne hejmartin ya ku bi
zimanê wê daxivin.
Bi vî awayî û li gor van pîvanan jî dema em
tenê Kurdên Kurdîaxêv bi hejmêrin, em çi
bikin em nabin 40 milyon kes.
Li vêderê jî dû rê li ber mene: yan divê em
careka din çavekî bi hisabên xwe de bînin û
hisabên xwe li gor vê pîvanê eyar bikin da
ku em pitir nêzîkî realîteya xwe bibin û xwe
ji qewareya xwe ya rastîn mezintir nebînin.
Yan jî divê şorişeka hişyarkirina neteweyî
ya seranserî li gor pilaneka zanistî ya
darêtî dest pêbikin ji bo wî xelkê ku xwe
Kurd hisab dikin û ji xwe nagirin bi zimanê
Kurdî baxivin û zimanê dagîrkera wek zimanê
xwe dibînin û ew bêne têgehandin ku hêdî
hêdî sîfetên xwe yên neteweyî ji dest didin
û ji netewa xwe vediqetin û diçine ser
hisaba neteweyeke din
|
|
|
|
info@kurdroj.com |
|
|
|