۞ عربي     ۞  Kurdi     ۞  Deutsch    ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf

 
Google

 
 

Nivîsar

 

Kurdno mizgîn li we..bi lîlînin,Tirkno hûn ji jehrê bixwin û bi nalînin!!!!!!

 
   

Y. Sabri Qamişloki
Raste kû berê ji pêşiyan gotiye *Giya di bin keviran de namîne*, û dibê ev ji mîna berê vegere cihê xwe ku jê di herikî.
Sed mixabin, ku zordarî, qirkirin û talanên dem dirêj ku feleka bêbext û xayin bi serê mede anîbûn, em ji her jiyaneke xweş û Şêrîn bê par kirin, em bûne qûrbaniyên cîhaneke bê wijdan û Rojhilateke Navîn bê bext. Bera her kes zanibe, ku ti hêz li vê jiyanê nikare navê Kurdistan û gelê kurd winda bike, ti Hêz jî nikare me ji hev dûr bikin, ne ba danîna Sînorên bi zorê, ne jî bi çandina bomban û zêdebûna zervanan, şahidê vê jî, daxwiyaniyên serokên rêxistin û partiyên me, berpisiyar û nûnerên gelê me li her quncikeke cihan û Kurdistanê ji Amed bigre ta Qamişlo û derbasî Mihabad, Hewlêr, Silêmanî û Batmanê bibe, tev bi helwesteka netwî banga yekitiya kurda dikin, gefên dijwar li dijmin û dagirkerên xaka welatê me dikin.
Bi teyibetî ji di van her şeş mehên dawî de, nêzîkbûna gelê me li her çar parçan zêdetir dibe, ku serokê DTP (Partiya Civaka Demokratik) di 04.02.2006 li ahenga liqê Istenbolê, bi zimanekî tûj û mêranî êrîşî dewileta Tirkî kir û got** Eger hûn hewl bidin tirkmanan weki karteki li gel Kurda bikar binîn, emê li himber we rawestin**www.netkurd.org/kaxiz.asp.

Her wiha, ji aliyê dî jî, wezîrê rewişenbirî yê Herêma Kurdistana Federal birêz Felekedin Kakayî di hevpeyivînekê de li gel rojnameya Mîdiya di 30.01.2007 di hijmara 275 dabû xwiyakirin, ku Abdullah Ocelan girtiyekî siyasiye û pirsgireka wî pisgîrêke hemû gelê kurde, û divê em hemû çi hikûmet çi rewişenbîr çi rêxistin em kar bikin, ji bo azadiya Ocelan.

Gavên netwî û welatparêzî ji bo yekîtiya kurdan roj bi roj zêdetir bûn, mîna rêzdar Hilmî Ayid Ugdu serokê partiya Civaka Demokratîk yê şaxê Amedê, dema di ragihandineke de 22.02.2007 bo Rojnama Tirkî *Miliyet* Got: Her êrîşek li ser Kerkûkê êrîşeke li ser Diyarbekirê ye, û Bajarê Kerkûkê ji bo her Kurdekî giringe û di 23.02.2007 ji bo van gotinan hate binçavkirin*www.peyamner.com/print.aspx*.

Ji xwe jî nema pirr pêwîste ku em gefên serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî bînin ser ziman, ew bi mêranî û serfirazî daxwaza dewileteke Kurdistanê dike, û her demê ew bersiva Tirka û dijminên Kurdan dike, wî di hevpeyîvîna xwe ya li gel Kenala Tirkî NTV de berî heftîkê, bi firehî dabû xwiyakirin, ku em şerê PKK nakin, û Kerkûk dilê Kurdistanê ye, û dewileteke Kurdî rastiyeke.
Wekî me hemiyan di çapemeniyan de xwend, ji bo gotinên serokê Kurdistanê, pirr ziman dirêjî û bê exlaqî ji aliyê pir nijadperestên Tirkan ve hate xwiyakirin, mîna serokê ANAP ê Erkan Mumcu.
Dibê her kes bi zanibe em miletekin, ti hêz nema dikare zordariyê li me bike, em ber bi avakirina dewiletekî de diçin, em bûne hêzek di vê herêmê de, karê avakirin û xerakirnê, karê aştî û şer bi me diqede, em ne xwînmij, zikreş û şerxwazin, lê em nema mîna berê jî bindestiyê qebûl dikin.

 

kurdroj-kurdi@hotmail.de

 
 
 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞

 


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005