| |
Y.Sabri Qamişloki
Dema kû kîn, kerb û zikreşî di
nava rihê meriv hatibê çandin, pirr zehmete
ew karibê bibe însan û bikeve nav çivaka
mirovahiyê de, û mîna her keseki
danûstandinê bike, ji ber kû di nava demarê
wî de tişteki balkêş heya, kû nayê şîrove
kirin, lê hemid ji xwedan re, go bûyerên wan
yên qirêj, hovana, bê exlaq û karên va
Faşistên xwînmij yê Teroristi, dihêlê kû her
kes wa nasbikê, pêwistî bi analizkirinê
tinebê.
Bi sedê salane,ku êrîşên xwe yên qirêj, ji
Impratoriya Osmanî bigre, kû li diji
piraniya miletên Cîhanê pêktanî û bi
teyibeti jî, li diji gelê me yê Kurd bû û
heta avakirina dewileta wan ya Kemalist kû
li ser xapan, xwînmijî û qirkirina gelan
hatibû avakirin û heta îro vî karê gemar li
himber me dimeşînin, û di nerînên wan de
gavên ber bi aşti û biratiyê de qedexeye.
Wekî em hemû dizanin, her kiryarên xwe yê
qirêj yên cûda, bi kuştin, qirkirin,
talankirin, zilm, zordarî kû li diji hemû
Zagonên cihanî û Şerita îslamî û hemû
Mirovahiyê li me dikirin û dikin, tenê
gûnehê me ewe ji ber em Kurdin û zimanê me
kurdiya û Welatê me Kurdistana.
Di navbera her demekê de û bi teyibeti ji,
pişti hilweşandina rêjîma Diktator ya
Bexdayê, kû hate diyarkirin, weki rastiyekê
kû nema tê veşartin, bi avakirina Dewileteka
Fidiral û Dimoqrat di herêmeka xwedan
nijadperst kû Serokên wa bi darê zordariyê û
bingeheka gemar hatina ser Destselatdariyê û
xwe têde asêkirin. Ev Welatê ha (Tirkiya)
her tiştê xwe yê ne baş pêkanîn, destê
dosteniyê dirêjî her Erebeki Şovîni,
Terorist û bê Exlaqan li Iraqê kirin, bi
teyibeti ji kû ew kesê go her tim li diji
îradeya gelê kurd radiwestin, van kesan
didin xapandin bi Dolaran, û cend şevên xweş
yê razanê li Otêlên 5 Stêrik, û bi Firokên
teyibet wa di navber Bexda û Enqera de dibin
û tînin. ji ber wan tiştê pozîtîv ji mirovên
Demoqrat, Libiral û baş nedîtin.
Bêgûman piştî ketina wî dîwarê zilmê li
îraqê di Nîsana 2003, vê Dewileta Kemalîstî
Faşîst, xwe bi her awayi nêzîkî Kesaetiyên
îraqê kirin, bi teyibeti ji yê kû li diji
Federalizim û Nerîndîmoqrat û Insanetiyê ne.
Xwe avêtin piraniya Siyasetmedarên vî
Welatê, ji hemî hikûmeta, ji Eyad Alawî
bigre û derbasi Ibrahim Alceferî bibe kû ev
dawî hinekî hate xapandin, cend cîvînên bi
dizî, li pişt Perdê bi Tirkiya re cêkirin,
kû ew bû nakokiya herî mezin di navbera
Kurda û Erebê Şîîa û bi vê ji Kûrda ev
hikûmet rûxand.
Dijminan siyaseta xwe ya bê insaf li diji
Kurda hê dewam dikin. Berî 3 mehan wa li ser
Xaka fitnê li Enqerê Konfiransek bi navê
(Serkeftina xwedanê îraqê) pêk anî, di wirde
pir ji Şovînyan û Rassistan beşdarî vê
Civînê bûn.
Vî Welatê dagirker xwe ji kiryarên xwe yê
Krîmînal dûr nekir, bangî cend şexsiyetên kû
Rol û behra wa di vê Hikûmeta nû de heya,
mîna Tariq Elhaşimî cigirê Serok komar û
Ednan Dilêmî Serokê Fraksiona Erebê Sinî di
Parlameta îraqê de, lê mixabin wa nikarîbû,
tisteki baş ji wan bgirin, ji ber ew bi xwe
ne di destê xwe dene, û her yekî bixwazê
Kurda bi xapînê, dema Ibrahîm Elceferi tê
bîra wan.
Tirko li Enqerê di 15-16 Yênayir 2007 mîna
Simînarek di bin navê (KERKUK 2007) amede
kir û weki hercar, cend kesên Mûflis û
Terorist û Şovînî pêva amede nebûbûn kû di
rêza serekî de Cebha Tûrkûmanî ya Tirkî bû,
lê sed mixabin kû ew ÎRAQÎ xwe dibînê.
Gefên Tirka roj bi roj li ser gelê me
dijwartir dibê, ew Plan û Provakasionên
qirêj li diji tevgera me amede dike, ji ber
kû hemû Cavkaniyên Kurda didin xwiyakirin,
go ew haziriya operasioneke gewira dike,
amedeyê Konfirenseka pir mezîn dikê, û wan
her kesekî îraqi kû li dijî Aşitî, Azadî,
Fidiralizim û Demoqrasiyê di sekinê dawet
kirina, û cend Rêxistinên Lîbîral ji di nav
de hena, lê hê ne diyare ka ew kesên ha wê
vê dawê qebûl kin ya na, wa tenê kurd di
virde bê behir weki hercar hiştina.
Dibê em ji bo her Tofan û Şeran re li himber
Faşistan, Dîktatoran û Fûndemîndalan
amedebin, destê birati, yekîtî, aşitî dirêji
hev bikin, dev ji hemû Alozî û Nakokiyan
berdin, wekî pêşiya gotiya(Xwîn nabê Av) û
pir gûnehe û xemgîniya kû em Berhemên Xwîna
Şehîdan bi dev wan de berdin.
|
|