| |
Selam Dari
Ji malbateke gundî belengaz , helbestvanê
Kurd yê nûjen Cegerxwîn sala 1903 z li gundê
Hesarê yê ku dikeve Kurdistana bakur de hat
dinê .
Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê
Eliye .
qey qederê wisa dixwest , ku Cegerxwîn
jiyaneke zor û zehmet derbaske , dema dê û
bavê wî mirin û sêwî ma .
Vêce ji neçarî bû şivan û paleyî jî dikir .
Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket , û
berê xwe da zanistiyê , û li zanînê geriya
li cem şêx û melan , û dest bixwendina
feqetiyê kir .
Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewakir
,û ( icaza ) xwe li cem mele Fethule stand
,pişre hinekî meletiya gundan kir .
Du bûyerên mezin di herêmêde çêbûn , ev
bûyer bûn sedemên guhertinê di kesîtiya
Cegerxwîn de , û berê wî bi xurtî ber bi
niştimanperweriyê de dan :
1- cenga cîhanî ya yekem , û tiştên jê
veketin , mîna serxwebûna gelên bindestê
Turkan , û peymana taybet bo Kurdistana
bakur ya ku bi navê ( Sêver )tê nasîn, û
leystikên Turkan dijî wê peymanê .
2- Heriftina şoreşa Şêx Seîd 1925 z , û di
pêre çavsoriya ku Turkan li gelê Kurd
kirin.bi kuştina hezarê şoreşgêran ,. Heme
bi seda ji wan şoreşgêran gihiştin Sûriyê .
ewan şoreîgêran komelek bi navê (xweyîbûn )
saz kirin , sala 1927 z. Cegerxwîn tevlî vê
komelê bû û bû yek ji endamên wê .
di vê demêde Cegerxwîn dest bi nivîsandina
helbestê kir û di kovara Hewarde helbestên
xwe di weşandin .
piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958 z .
Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zanko ya
Bexdê di beşê wêjeyande xwend .
di sala 1963 z . dîsa vegeriya Sûriyê , ta
sala 1979 z . û di wê salêde berê xwe da
Siwêdê û li bajarê Stokholmê cîwar bû .
di 22 çiriya pêşînde 1984 z . li bajarê
Stokholmê dilê wî rawesta û çû dilovaniya
xudê.
Ez bawerim kesekî mîna cegerxwîn tekê zemanê
xwe bû . bi hiş û ramanê xwe , bi bîr û
bawerên xwe , niştimanperwerekî bê hempa ,
di nêv miletekî nezan û perîşande , ku bi
sedê salan zilm û zordariyê dikêşe .
Cegerxwîn ev rasteqînî baş dizanî , ji ber
ku gelek bûyerên mezin di Kurdistanêde li
ber çavê wî çêbûn , vêce giha encamekê , ku
miletê di vê rewşa xirabde bijî , divêt
mirov bêhnê lê fireh bike , û hin bi hin
mirov wî bighîne baweriyên zanistî , û
girêdanekê di navbera wî û doza azadiyê de
pêk bîne .
Lê carna bê hêvî dibû û digot :( gulek nake
buhar ) . lê di dema nihade neviyên
Cegerxwîn bîr û baweriyên wî di dilê xwede
çandin , û li ser rêça wî gavan tavêjin .
Di dawîde em dikarin rastiya vê helbesta wî
berbiçav bikin dema di bêje :
Meyger tu binê ez li dinê her wekî fîlim
Şûva ko me ajotiye tovê xwe biçînin
Mizgîn li te be me tovê xwe çand , û gelekî
nêzîk ewê kat bide !!!!!!!!!
Cegerxwin
mamustayê gel
Dema Cegerxwîn bû yek ji endamê komela
Xweyîbûnê , ew komele bû mîna dibistana
niştimanperweriyê jêre , û bi vî awayî ket
riya kar û xwbatê de.
Û di vê riyê re têkiliyên wî bi Celadet
Bedirxan re çêbûn . di wê demêde Celadet
Kovara Hewar derdixist .
Vêce Cegerxwîn helbest ristin û ji kovara
Hewar re rêkirin .helbestên xwe bi Kurdîke
sade di nivîsand , bi zimanekî hêsan
nêzîkayî li giyanê gelê Kurd kir, û bi vî
şêweyî helbestên wî bûn sirûd ser zimanê
Kurdan .
Helbestên Cegerxwîn sînor derbas kirin , û
nizanîbûn bê sînor çine , û di demeke kurt
de helbestên wî li her çar parçên Kurdistanê
belav bûn .
Helbestvanê me nameyek wî hebû , nameya wî
ew bû : doza azadiyê , wekheviyê ,
mirovantiyê bû , dijî sitemkar û zordaran .
Hevalbendê karker û cotkaran bû .
Cegerxwîn bû evîdarê welêt , û bi evîndarî
ser dinvîsî ji lema dengê wî ji dil derdiket
û bandora dengê wî bi xurtî digha milet :
Ji bona her kesek yarek heye ê min welat
yare
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û
xedare
Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim
zanîn
Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û
cebbare
Cegerxwîn bû aşiqê Kurdistanê û di çavê wî
de bi bedwbûna xwe bûka cîhanê bû :
Welatê min tiwî bûka cîhanî hemî bax û
bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî gelek şêrîn
û rind û pir ciwanî
Serî taca Selaheddînê Kurdî enî roje di
birca asîmanî
Bi vî awayî pesnê welêt dida , welatekî bi
ciwaniya surişta xwe navdare , her wiha tijî
zîv û zêre:
Welatê Kurda tev xêr û bêre hemî madene tev
zîv û zêre
Lê çibkim îro maye ji xelkêre
Û di nerîna wîde ciwantirîn welatê rojhilata
navîn Kurdistane :
Gula baxê bihişta rojhilatim
Di tarîka şevê rojim hilatim
Ji nav sînga demê pijqîme îro
Di tarîxê fireh hatim feratim
Hemî jînim dixwazim xweş vejînim
Hezar û nehsedî şînbûme katim
Cegerxîn ser rewşa gelê xwe rawesta , û êş û
azarê wî naskirin , û digot du janên milet
yê mezin hene yek nezaniye û yê dî xizaniye
:
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
xizanî yek , ewê dî her nezanî
boyî vê yekê şerekî dijwar bi nezaniyêre
dikir . û berê gel dida xwendinê ji ber ku
ew bawer bû ku xwendin miletekî hişyar
çêdike :
xwendin nebî kes naçe pêş peyda dibin pir
derd û êş
herdem li bin destê neyar em dê bidin xûkî û
bêş
ev tac û şewket xwendine ev dîn û dewlet
xwendine
ev ser bilindî xwendine ev dewlemendî
xwendine
wiha rege pesindana xortên xwendevan , û
ewin hêviya milet di riya têkoşînêde dijî
kedxuran :
rêçka keşaf û xortan yektî û dilpaqijî
em dixwînin da mezin bin ser tijî eql û mejî
pêşî her tiştî riya me zanebûn û pêşketin
em fidakarê welatin rêçinasê miletin
Cegerxwîn bi serfirazî li nivîskarê dema xwe
dinêrî , û ewî pênûs û şûr li himber hev
danîn , û bi dil şadî name ji wanre rêkirin
, û helbest di pesnê wande ristin . bi vî
rengî ser Celadet nivîsiye :
Begê min serwerê min ey Celadet
Şehê min rêberê min pir edalet
Tu binvîse di hawarê selaman
Ji min bighîne Kurmanca temaman
Dêmek helbestvanê me gelek rêz û qîmet ji
xudanê pênûsê re di girt . lewra li ser
Osman sebrî hêstir dirijandin :
Erê Osman te agir da dilê min te pir kir
derd û êş û hem kulê min
Te da destê me carek destê Ristem te zenar û
kemer dane milê min
ji hêleke dîve helbestvanê me didît ku axa û
şêx kelemne mezinin di riya pêşketina
miletde, û rêçika wan çewte :
şêxê min destê îdî maçî nakim ez bese
kavil û wêran te hiştin ev sera û medrese
şêxê ewrûpa binêre wane hasin birne jor
em bi xişt û def û dîlan, paşketin tev mane
kor
û her û her bi dijwarî şerê axa û şêxan
dikir , û ew didîtin mina nexweşiyekê di
laşê miletde :
pir nexoşî , ev du sed sal bû li te jana
zirav
şêx û axa bûne miqrob ketne laşê tey zere
ev çiye ey miletim bê dost û dijmin bê jimar
rêçka ko şêx û axa dane ber te tê mere
ew bi xwe parsê dikî kengî xwedê wer gotiye
ma keramet tizbiye yan tang û top û qunbere
xaniyê axê mezin he rdem di ser gundre
bilind
lîs û hêlîna dizaye wek şikefta sêdere
doza hişyariyê yek ji karên Cegerxwînî
sereke bû . û bi pesindana milet gazî dikir
ku rabe heyfa xwe ji dijminan hilîne :
ser ji xew rake binêre ro ji bircê da dere
guh bidêre çarkenarê te bi halan û şere
zanibe ey miletim ev dem ne ya razan û xew
ev dema gurmîn û ceng û tîp û top û leşkere
sed wekî Guhderz û Rustem wan bi te deng dan
cîhan
ma ne şerme ko tu îro maye bê mîr û sere
gelek caran li dîroka Kurd vedigeriya da ku
mêraniya lehengên meyî dîrokî bi milet bide
naskirin . boyî milet bide ser şopa wan , bê
tirs here şerê neyaran , û welatê xwe ji bin
destan rizgar bike :
lo lo pismamo çima dey nakî serê xwe carek
bilind ranakî
leşkerê dijmin li çiyayê jorîn weke
xweşmêran ji hev belanakî
lo lo pismamo zanim xweşmêrî pismamê Rustem
yan Ezdînşêrî
bi keleke germ , bi dilekî birîn hewara xwe
dighand gel , ku rabe dakeve meydana şer û
xwe ji vê rewşa koletiyê derîne :
bi ser çiyan ketim ez karê mine bez û rev
cî nîne têde rûnim , ne bi roj û ne bi şev
cihê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
dijmin îro têdeye , dibêjî min tu derkev
vaye buhar bi xêr tê , xwe kar bikin ji bo
şer
êrîş bikin neyaran wekî mêran hemî tev
Cegerxwîn di demeke kin de bû dengê şoreşê ,
û agirê şoreşê li nig wî roj bi roj gur di
bû . meydana şer ber bi çav dikir , û
mêrxasiya pêşmergan di şerde dida xuyakirin
, û bi çelengiya wan lehengan dilşa dibû :
Şoreş destpêkir qêrîn û gurmîn gule barandin
li hawîr û xurmîn
Li jor firokin li jêr tang û top ji xwînê
sor bûne hemî der û şop
Lê Kurdên gernas ketin ser çiya di xwazin
bigrin axa Mîdiya
Êrîşî dijmin dikin weke şêr hawîr dişkênin
li jor û li jêr
welat bê al nabe . û al nîşana serxwebûnêye
, vêce xewneke şêrîn bû ku cegerxwîn ala
regîn di destê xortande bidiya , û bi
serfirazî bilind kiribana li seranserî welêt
:
ala rengîn pîrozî xweş te hildigirim diçim
bi meş
tu l ser milê xortên ciwan di nav te de yek
roja geş
ala sê rengî tû
bê nav û dengî tû
nîşana cengî tû
ey xortên Kurdan,
silavê lê bikin
Cegerxîn di helbesta (
kîme ez ) de digihe asteke bilind di warê
nivîsandina helbesta netewî de . ji ber ku
ev helbest mîna dastanekêye , hizr û bîrên
miletê Kurd têde eşkere xuyane .
Ji hêla dîve jî dîroka miletekî kevnar xwedî
şaristaniyek zanistî di rojhilata navînde
ber çav dike .
Lewra helbestvanê me bi şanaziyek mezin
dibêje ( kîme ez ) :
Ezim ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di singa dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hepê min
Digirt padîşah
Ezim ew gernas
Ew Selahidîn
Bi pirs ji Hetîn
Kîme ez ?
Berhemên Cegerxwîn:
Dîwanên helbestan :
1- pirîsk û pêt Şam 1945
2- sewra azadî Şam 1954
3- kîme ez ? Beyrût 1973
4- Ronak Swêd 1980
5- Zendavîsta Swêd 1981
6- Şefaq Swêd 1982
7- Hêvî Swêd 1983
8- Aşitî Swêd 1985
çîrokên Cegerxwîn :
1- Cîm û Gulperî 1948 Şam
2- Reşiwê Darî 1956 Şam
3- Salar û mîdya 1973 Beyrût
Ziman û Rêziman:
1- Gotinên pêşiyan 1957 Şam
2- Destûra zimanê Kurdî- 1961 Bexda
3- Ferheng (perçê yekem )1962 Bexda
4- Ferheng (perçê diwen) 1962 Bexda
5- Tarîxa kurdistan - 1985 swêd
Makder :
1- Jînîgariya min . Cegerxwîn
2- dengê Cegerxwîn . bavê Zozanê
موجز تاريخ الادب الكردي المعاصر د . معروف
خزنه دار -3
4-pirîsk û pêt . Cegerxwîn
5-Sewra azadî Cegerxwîn
6- Kîme ez . Cegerxwîn |
|