| |
Selam
Darî
- Bê guman jin makdera jiyanê ye ,
û herwiha kaniya dilovanî û evînê ye jî , û
jinan evîn li cîhaê hemî belav kirin .
Ji lewra helbestvanan , jin kirin babetek
sereke di helbestên xwe de .
Û li ser rewşa wê helbest ristin , û bîr û
baweriyên xwe li ser vê babetê berçav kirin
. û di toreya Kurdîde , em dikarin wek
nimûne , ser nerîna helbestvanê hêja
Cegerxwîn derbarî jinê rawestin .
Cegerxwîn mîna mirovekî pêşverû, ti cudabûn
di navbera jin û mêrande nedidît . û doza
wekheviyê di navbera wan de di kir .
Vêce Cegerxwîn beşek fereh ji dîwanên xwe ,
ser rewşa jinê bi helbestî rist . û ew rewşa
xirab da xuya kirin .
Û bi azadiya jinan bang dikir . û ewî di dît
ku pîrek jin e , yan xuşk e yan jî yar e .
Cegerxwîn jin mîna dibistanekê di dît , û di
got eger jin bi awayekî durust bête perwerde
kirin , wê civateke çak peyda bi bibe .
Ji ber ku jin bi roleyeke giring radibin , û
perwerdeya zarokan di destê wan de ye , bi
vê yekê di karin nifşekî xwedî bîr û bawerî
, bi hestên niştimanperweriyê ewan perwerde
bikin .
Lewma xwesteka wî ya serek e ji jinan ew bû,
ku bi xwînin da ku têkevin ser riya
pêşveçûnêde , û nifşeke hişyar ji Kurdan re
pêk bê .
Ji hêleke dîve bi xwendinê jin dê bi ghêje
serbestiyê :
Ey keçê rabe bixwîne da tu serbest her bijî
Zû ji xew tu ser hilîne bes bimîne bê mejî
Rencbera hundir tiwî tim rind û jîr û zanebe
Bo te bêtir her divêtin xwendewarî paqijî
Wa hevalên te li her cî serbilind pêşve
diçin
Rabe serxwe ey keça Kurd serbilind bimre tu
jî
Ger bixwînî dê bidî xwendin tu ê hundir teva
Ger nexwînî kes ji bo me êş û derda nakujî
- Helbestvanê me bi Navtêdana jinan , marş û
sirûd saz dikirin , boyî jin cihê xwe di
tevgerêde bi bînin .û mil bi mil bi mêranre
bi meşin . di got dakevin meydana azadiyê da
ku em welatekî serbixwe ava bikin :
Ey keça Kurd nû gihame tim dixwazim pêşveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn
Tim divê ku em bixwînin da nemînin jar û dîl
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl
Paqijî karê meye seydayê hundir her emin
Dayika Guhderz û Rustim Kurdperest û
dilxemin
- Bi hatina cejna jinan cegerxwîn gelekî
dilxweş dibû , û bi vê helkeftinê êş û
azarên jinan ber çav dikirin . û hêz di da
wan ku qeyd û zicîrên xwe bişkînin , da ku
gerdenazad bi bin , û jiyaneke bextewer
bijîn :
Heştê adarê roja me hilat cejna jinaye jinên
demuqrat
Vê roja pir xweş roja dilşadî roja serbestî
gerdenazadî
Qeydê lingê me wê rojê şikand ew çarika reş
me girt û çirand
Em bûne wek hev tevde jin û mêr li me zû
derket ev roj û stêr
- Cegerxwîn dixwest jinên Kurd jî pêşkevin ,
weke jinên Ewropê , û ew jî rêça ewan
bigirin , da ku jin nas bike , ku ew jî
nekêmî mêraye dema ku xebat jê bête xwestin
, wek nimûne Layka tîne holê , ew jina ku
derket ezmanan û navê jinan li banî bi tîpne
zêrîn nivîsî :
Ey Layka hêja segê bextiyar me tu şande jor
em mane li xwar
Dengê te ê xweş ilham didî min bêtêlika te
peyxam didî min
Heyva tu têde çi renge ew heyv ? çawan dighê
me ew deng û ew peyv?
- Banga helbestvanê me hin caran bi hêz
dihat , da ku jin bi lez xwe bigihîne asteke
bilind di warê ronakbîriyêde . û gav bi gav
, bi rola xweyî bingihîn di nav civatêde
rabe , û mil bi mil bi mêr rebe di hemû
beşên xebatê de. Bi vî awayî civata jina
nûjen pêk tê , bi bîr û bawerîne zanistî ,
bi hişekî taze , jineke girêdayî bi doz û
daxwaziya gelê xwe ve peyda di be :
keçê rabe serî hilde , di vê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana , heta kengî di xewda
bî
Bere gundî û rencber bî , welatparêz û
perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî , wekî fanos û finda
bî
Erê şoxê erê şengê , bi hevre em herin cengê
Girêdayî heta kengî , bimînî dîl û wenda bî
- Xebata jinê li gel mêran bo rizgariya
welêt , jinê dixe rêza azadîxwazan ,boyî vê
yekê Cegerxwîn ji jinan dixwest ku dakevin
meydana şer , û bi vê gava pîroz rabin
Jinê rabe ser xwe , tu destan vemal
Tu rextan girêde li bejna delal
Di gel min were da bikin em xebat
Li ser min li ser te felata welat
Wekî min tu xweş dawer û bîrewere
Dixwazim bi hev re herin ceng û şer
Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
Bi hev re herin pêş hemî mil bi mil - Dêmek
Cegerxwîn azadiya jinan kiribû armanca xwe
ya bingihîn . û dijî nerînên çewt rawesta ,
doza wî ew bû peydakirina jinên demuqrat ,
pêşveçûyî , gerdenazad .
Da ku civakeke pêşketî ava bi be , ew civak
şaristaniyek e nûjen di rojhilata navînde
belav bike .
selamdari@yahoo.com
|
|