|
|
| |
|
Nivîsar |
| |
Pirsa
Kurdistan`ên` din |
|
| |
*Stiran
Ebdullah
Veguheztin ji Soranî: Perîşan
Pirsa kurdî li beşên din ên kurdistan ber bi
geşbûnê ve diçe, di demekê de qezencên li
başûrê Kurdistanê, ku ev 15 sal in hatine
bidestxistin, ketine qûnaxeke destûrî û tenê
maye ku bikeve warê Bikaranînê.
Li Kurdistana bakûr, piştî hedan û
bêdengiyeke demkî ku jiber binçavkirina
serokê Partiya karkirên Kurdistan Ebdullah
Ocalan derketibû holê, dîsa hestê Netewî
bilind bû û çalakiyên wî beşî bi awayekî
berfireh derketin holê û astê hişyariya
netewî kete qûnaxeke pêşketî û berdewam.
Piştî nêzîkbûna Receb Teyib Erdoxan ji
rastiya pirsa kurdî re, çalakvan,
siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetiyên kurd
li Bakûrê Kurdistan dikarin vê derfetê bixin
bin xizmeta xwe de, û serokwezîrên Tirkiyê
han bidin ku wan gotinên xwe bixe warê
Pêkênanê de. raste heya anuha ew gotin bê
kiryare lê belê xwezî hikêmetên berê jî û
hikûmetên cîran jî ,bi derewî jî ba, gotinên
wisa gotibana.
Siyaseta Kurdistanî li bakûr pêwîstî bi
lixwebûrîniyê heye, her wuha pêwîste xebat û
keda xwe ya serekî bixe xizmeta bakûr de.
Li rojhilata Kurdistan Kurdayetî li ser du
asteyan geş dibe: asteyek navxweyiye ku di
hêla têkoşîna çandî û civakî de gehiştiye
qûnaxeke giring û bûye cihê Rêz û şanaziya
hemûyan, ew kulleka çandî ya biçûk ku ketiye
dest kurdên rojhilat, bi mebestên cuda tê
bikaranîn û îro bûye pencereke mezin ji bo
geşbûna çanda netewî li wî parçeyê giring ji
Kurdistan.
Asteya din, tevgera diplomasî ya
serkirdayetiyên hêzên kurd li Ewrupa û anuha
li Dewletên Yekîtiya Emerîka ne. vêca ji
hêzên kurd ên Rojhilat tê xwestin ku rê
nedin pirsgirêka otomî û dubendiya Ideologi,
ku di navbera îran û DYA bi taybet û
dewletên rojava de bi giştî, derketiye holê,
ku pirsgirêka kurdan binax bike. û pêwîste
pirsa wî beşî ji Kurdistan bighînin asteya
pirsa otomî ya ku ketiye rojeva dewletên
rojava.
Rojavayê Kurdistan jî" kurdistana di bin
destê Sûryê de" qet serdemek wek ya anuha,
ku stêra bextê wan têde çirisiye, bi dest
wan neketiye, û pirsa wan nêzîk dibe ku bide
pêş pirsa Bakûr û rojhilatê Kurdistanê. ew
nakokî û pêşberka di navbera hêzên siyasî ên
kurdên Sûryê de qet nabe wek pirsgirêkeke
asê eger ew bikaribin rewşa tenahiyê ya ku
Sûryê têdeye bixin xizmeta xwe de. lê belê
pêngava mezin di têkoşîna rojavayê Kurdistan
de ewe ku cara yekemîne kurdên Rojava xebata
xwe dixin xizmeta parçeyê Xwe de.
Berî anuha, kurdên bindestê Sûryê, ji ber
cihê Cografî û giyanê Netewî yê bilind li
cem wan, herdem pêşmergeyên dilsoz bûn bo
Kurdayetî û beşên din yên Kurdistan û ji
qezencan bê par bûn, lê anuha xema xwe dixun
û ji bo xwe dixebitin û ev yek ji mafê wan
e.
Eger kurdên Sûryê kurdayetiyê li parçeyê xwe
payedar bikin dê bê wê wateyê Ku erkên li
ser xwe pêktînin: hem rojava ji zinara Erebî
û sitema civakî ,ku ji ber nebûna nasnameyê
peyda bûye, û ji bêmafiyê rizgar dibe. û hem
jî ew qezenc dikeve rûbarê kurdayetiyê û
hewde dighêje seranserê Kurdistana mezin.
Eger em bi çavekî "başûryane" li vê mijarê
binêrin dê bê xuyanî ku hunera siyasetkirinê
li Kurdistan`ên` din hatiye çespandin û bi
taybetî li Kurdistana Iraqê kurd fêr bûne ku
bidestxistinên xwe biparêzên û hayedarin ku
tayê ku wan bi derdora wan ve girêdide qut
nebe.
Aliyên herêmî vê yekê baş dizanin û hewl
didin ku vê lehiya kurdayetiyê, ku di
çarçoveya pêşketinê de ye, rawestînin. lê
belê tevgera siyasî rêya diplomatikê nas
kiriye û girêdaneke bihêz dinavbera bizavên
kurd ên her çar parçeyên Kurdistan de durist
bûye û bi vê yekê hunera siyasetkirinê ya
kurdan ketiye qûnaxeke nêzîk ji serkeftinê.
Ji mafê tevgera kurdî ye li parçeyên din ên
Kurdistanê ku berjewendiyên xwe bixe coka
berjewendiyên nêvdewletî de û fakterê
nêvdewletî rakêşe bi aliyê xwe de, her wuha
ji mafê wê ye ku xwe ji dava herêmî derbixe,
lê belê li vêderê du têbînî hene ku ji
kurdan tê xwestin hayedar bin derbarê wan :
*nabe kurd tevlî dubendiya siyasî bibin, ew
dubendiya ku di navbera dewletên herêmê û
dewletên rojava de derketiye holê.
*eger berjewendiyên kurdan bikevin aliyê
dewletên herêmê de pêwîste bi bîrwerî û
zanyarî nêzîkî rewşa nû bibin.
Li vêderê rewşa têkiliyên Başûrê Kurdistan
bi beşên din ên Kurdistanê re dimîne:
Eger Başûrê Kurdistan bikaribe rêya
federalîzmê berfireh bike û vî parçeyê
Kurdistan bi awayekî dezgehane ava bike û
navçeyên başûrê Kurdistan, ên pevçûn li ser
heye, bi temamî bixin destê xwe û wan
vegerînin nav xaka Başûr de, ez bawerim di
wê demê de xwedê, xelk û dîrok jî di roja
qiyametê de dê ji vî parçeyê Kurdistan razî
bin, çimkî erkê herî mezin û pîroz ewe ku
bingeheke bihêz ji bo kurdan bê afirandin.
Pêwîste kurd bash bizanin ku ev qezenc û
pêşketina wan ne bi hesanî hatiye
bidestxistin û barê wan girantir bûye… her
wuha pêwîste kurd hayedar bin ku qapanên
herêmî anuha li gor daxwaz û hêviyaye lê
belê liv û lerzeke bê bîrwerî û hişyarî
dikare çengên qapanê xwar bike û kurdan
vegerîne warê ku nayê heskirin….
wekheviya çengên qapanên herêmî giringe ji
bo kurdan li başûr û eger hin kêmasî di
alîkariya parçeyên din de hebe pêwîste
parçeyên din bi awireke zanyarî û bîrwer li
mijarê temaşe bikin ji ber serkeftina
parçeyekî dergehe ji bo sekeftina parçeyên
din.
____________
*Sernivîserê Rojnameya ASO li Başûrê
Kurdistan
|
|
|
|
info@kurdroj.com |
|
|
|