| |
Luqman
Silêman
Gundê tebkê li hêla koçera ye.
Ew hêl hatiye naskirin bi hêla koçera, çimkî
piraniya gundê wê, yê koçerane, û ev gund bi
xwe ne ji zûde hatine avakirin, ji ber ku
koçera di dema berê de gund ava nedikirn ew
koçerbûn, havînê diçûn zozana û zivistanê
dihatin germiyane, ew xwediyê sewêl bûn
dema ku çêra sewalê wa li beriyê nedima û
diniya gerim dibû, konê xwe datanîn û berê
xwe didan zozanê fereşîna. Sînor tunebûn,
kurdistan hemî dibin destê Osmaniya debû, û
berya ku berfa potik li zozana dest pêbikê
koçera berê xwe didane beriyê, beriya wa jî,
ji çiya yê qereçox dest pêdikir ta bi çiya
yê şingalê, ev berî hemî li pêşiya koçera
fekirîbû, lê piştî ku sînor ketin nava
kurdistanê, ser xet û bi xet çêbûn, koçerajî
dev ji koçiriya xwe berda û gund ji xwe re
ava kirn.
Der dora gundê tepkê di buharêde pir
xweşdibê, ji ber ku hemî qelaçin, ew qelaç
bi gul kulîlkê rengî têne xemilandin. Gundê
tebkê dused û hevtî û heşt(278) malin, û şeş
hezar û dused(6200) mirovin. Mirov dikarê
bêjê ji seda heft yan heşt, ji va şeş hezar
û duse da, xwedî nas namene û yê dî tev bê
nas namene.
Gundê tebkê hemî koçerin, muxtarê gund,mala
Ebdil Ezîzê Belîne.
Li der dorê tebkê çi heye:
Li hêla bakir, Gundê mêrga Mîra ye, tê
gotin: ku ev gund gevne ji ber nêzîk bûna wî
ji bajarê kurik re, ew bajar bi xwe îro
nemaye lê dema ku mirov diçê ciyê bajêr
mirov dizanê ku ev der barê bajar bû, û hin
dibêjin ku ev bajar beriya sed û pêncî salî
avabû, û ew derev hemî li ser wî bajarîbûn,
lê pirsek tê bîra mirov? Çima û çawe ew
bajar xirabûye û xelkê wî kîbûn, gelo ew
bajarê kurdabû, kurda avakir û biyaniya
xirakir, yan biyaniya avakir û kurda
xirakir!? Birastî min ji gelek kale mêra
pirsiye lê mixabin kes tiştekî li ser vî
bajarî nizanê, wekî dî di dar di ser şûn
warê baêre hene yek jêre dibêjin dara keçikê
û yadî jêre dibêjin dara kurik, dibê ku
çîroka keçikê û kurik girêdayy bê bi
xirakirina bajêrve.?
li hêla roj hilat, Gundê Besta sûse, ewjî
gundê koçera ye û herdû gund pir nêzîkê
hevin.
li hêla roj ava gundê, Girê reşe, ev gund ne
koçerin.
li hêla başûr, gundê Sê giraye, ewjî
koçerin.
lê li başûr û roj hilat Gundê Girzîroye, ev
gund hin koçerin û hin ne koçerin, yê ne
koçerbê koçer ji ware dibêjin( dê manî) .
Dora gund hemî hêrik û newalin, ciyê gund yê
kevin ew newale lê îro gund ji hev bela
bûye, bi serê wa hêra ketine wek bajarekî
piçûk lê hatiye, ne xasim dema ku mirov ji
hêla başûr ve lê binêrê.
Li başûrî gund berîka valeye,lê li roj hilat
û roj ava û bakur hemî hêrik û newalin, û bi
seda bîrê betrolê li wa qelaça hatine kolan,
û betrol tê derxistin!?
Di nav bera Gundê Tebkê û Gundê Besta sos de
newalek heye, dema ku melayê Besta sos bang
didê dengê wî dighê Tebkê û bi vî rengîjî
Gundê Girê reş ewjî wesa nêzîkî Tebkêye li
hêla bakur Gundê Mêrga Mîra jî nêzîkî
Tebkêye............
|
|