| |
Tengezar
Marînî
Dema ko mirov li ser rêjîm û sîstemên
totalîtar, raweste, û bizane kî bûn, bêguman
yên wek Hitler, Lenîn, Stalîn, Mosilînî,
Franko, Saddam Husên, Kastro,Assad û htd..Lê
dema mirov li ser hizirvanên ko xwe bi mijar
û babetên westandin, li çimabûna pêkhatina
wan û metirsiyana berdewambûnê, li ser
mirovatiyê, dê pêrgî çend navan bibe mina
Gramicci û çendekê din, lê hizirvanên ko
babeta totalîtarîzmê kirine babetên seminar
û pirtûkên xwe, dê li ser lîstê nave
hizirvana cihû û profesora penaber Hannah
Arendt bibe.
Ne tenê ji ber ko wê li ser rêjîmên weha
nivîsandin û bi taybetî li ser rêjîma Nazî,
ko Hitler bi şêweyekî nemirovane her kesekî
ne wek wî hizir dikir ji kokê radikir, belkî
ji ber felsefa xwe li ser wê hindê avakir,
ku system û rêjîmên totalîter, li kû bibin,
û eger hat alîgeriya xelk û neteweyên mirov
jî kiribin, dimînin cihê metirsiyana
mirovayetiyê.
Hannah Arendt, bi xwe cihû ye û dema di dema
cenga cîhanî ya diwan reviya çû Ferensa û
digel Ziyonistan kar dikir û li ser prosesa
Eichman nivîsî, ko ji Mosadên Israêlî ji
Arcentîn revandibûn û anîbûn Israêlê nivîsî
û her weha li ser rêjîma Stalîn nivîsî û bi
tundî rexnekir, cihû li dijî wê rabûn, çimkî
piraniya cihuyan li Stalîn wek xelaskerekî
ji xwe re didît.
Di vê sale bîranîna 100 sala Hanna Arendt e.
Siyasetmedar û hizirvanên siyasî li
seranserî Elmaniya û bi taybetî li bajarê ko
Hannah Arendt lê hatiye dinyayê Hannover,
xwe amade kirine û kolana zêgeha wê bi
wêneyên wê û pirtûkên wê xemilandine.
Hêjayê gotinê ku bajarê Hannover, kolanek bi
nave wê kirine, her weha pirtûkxaneyeke
taybet bi wê, di şaredariyê jî cihekî taybet
bi wêneyên wê yên hatine nîgarkirin heye, di
nav wan de, wêneyekî wê ko hunermendê Kurd
Şîraz Çeto nîgar kiriye,ji bilî ko bajarê
Hannoverê zemaleyek bi navê wê bi nav
kiribû, û didin nivîskarên ji wan welatên,
ko nikarin bi vehesînî nivîsên xwe
binivîsin. Yê dawî ko zemale wergirt,
nivîskar û siyasetmedarê kurd Merwan Osman
bû û herdû nivîskarên din yên beriya wî
wergirtibûn, Ales Resenau ji Bîlerûsiya û
Carlos Valerino yê Kûbî bû.
• * Di 14.10.1906 li Linden / Hannover Ji
dayik bû.
• Piştî ko bavê wê nexweş ket, vegerane
bajarê xwe ê berê Königsberg û di maleke
sozialdemokrat de perwerde bû
• 1913 bavê wê bi êşa Syphilis wexer dike.
• 1920 Martha Arendt dayka Hanna mêrekî din
bi navê Martin Beerwald dike û ê dî di gel
dayka xwe li ba zirbavê xwe dijî.
• 1924 Bekeloriya (Abitur) werdigire.
• ji 1924: dest bi xwendina zanîngehê dike û
beşê Philosophie, Theologie û Philologie
klasîkî (Grîkî) li Marburg, li ba 2
mamosteyên Philosohie ên mezin Martin
Heidegger û Rudolf Bultmann, û li
Freiburg/Br. Li nik Edmund Husserl
(1858-1938) û ji sala 1925 li Heidelberg li
ba Karl Jaspers.
• 1928/29 Promotion li ba Japsers:
"ciwantirîn têgeh li ba Augustinus ".
• Hanna Arendt dikeve bi kartêkirina Bûnewrî
(Existentialismus) û diyardeyaniyê
(Phänomenologie).
• 1929: mala xwe dibe Berlin û bi Günter
Stern (Anders) dizewice.
1930-1933: lêkolînana li ser Romantik a
Elman çêdike.
Lêkolînên wê di sala 1959 de, di bin
navê"Rahel Varnhagen. De têne weşandin, ew
jî jiyana jineke cihû di dema Romantîk de
ye.". ji bo Hanna gengaşiyeke zor giring bû,
di hêla civakî de, ko yeke Elman li ser
rewşa cihûyekê binivîse, çimkî şert û mercên
civakê hatin roxandin, ew civaka dixwest
hemî tiştî asîmîle bike. Xanim Arendt di
rêya philosophiya Bûneweriyê de, lêkolîna
xwe bi dawî anîbû.”
• 1933: demeke kurt li ba (Gestapo) tête
girtin.
• 1933 bazdide Ferensa, di rêya Karlsbad û
Genf re. Û li ser wek şêrwerkareke civakî li
nik gelek grûp û komeleyan kar dike û di wê
demê de Walter Benjamin dinasê.
• 1935: Geşta wê a yekem bo Felestîn.
• 1937: zewaca wê bi Anders re têkdiçe.
• 1940: bi Philosophê Elman Heinrich Blücher
re dizewce.
• 1940/1941: koçber dibe û bi mêrê xwe û
dayka xwe re di rêya Marseille (1940) û
Lissabon û diçe USA. Li wir di kovara
heftaneyî "Aufbau= Avakirin" û kovara
"Parisian Review" di gel hinek nivîskaran
weshand.
• Her di sala yekem de, rikberî kete navbera
wê û tevgera Zionîzmê, ji ber di bîr û
baweriyên xwe yên siyasî de, li dijî her
sîstemeke Totalîter bû û ew bîr û bawerî di
gel bîr û bawerîyên wê ên Siyasî-
Philosophie ne digunciyan.
• Hanna Arendt banoreke mezin li warê
siyaseta Philosophie di sedsaliya 20an de
kir . û bi taybetî Thêsa wê ” Diyardeyên
Totalîtarîzmê û kêşeya Modernîzmê û
modernîzim wek qeyranekê”. EV bîrdoziya ko
ne tenê behsa Qeyran û kêşeya çarçeweya
kevneşopiyê a xwetêgehîştinê di navbera
mirovan de dike, lê belê behsa hemî cîhanê û
têkiliyên wan bi hev re dike.
• Hannah Arendt herdem ewthêse tanî rojevê.
Sîsika baweriya wê digot: ` Havîbûna cîhanê
û xwehavîkirin wek Marx bawer dikir, ko ev
nîşana dema nû ye.(Vita activa, S. 249)."
• Ji wan serpêhatiyên xwe Hannah Arendt
bîrdoziyeke nû ko navê wê kire ” forma nû ji
têgeha siyasetê re”Theoriya komarê û
damezirandina karênji nîşka ve bi
danûstendeneke hevbeş”
• 1944-1946: Seroka grûpa Lêkolîneran
(rêvebir) der "Conference on Jewish
Relations= Konfiransa cihûyan bo pêwendiyan"
• 1946-1948: Weşanger li Weşanxaneya "Salman
Schocken " (Schocken Books)
• 1948: Mirina dayka wê Martha
Beerwald-Arendt.
• ji 1950 di pirtûka xwe de ” Derbasbûna nav
siyasetê" kar dikir ta 1959 û di wê salê de
pîlana wê tewaw bû û di sala 1960 peymanekbi
weşanxaneya amerîkanî danî. 1950/1951: bû
hevwelatiyeke Amrîkî
• 1950/1951: pirtûka xwe a bi navê "The
Origins of Totalitarianism, New York 1951"
weşand a ko pistre bi Elmanî bi navê
("Elemente und Ursprünge totaler Herrschaft,
1955= regez kevin ên desthilatdariya
giştî"). Hanna di vê pirtûka xwe de,
girêdanek di navbera şertên pêkhatina
totalîtara welatên nationalîst ê sedsaliya
19an û Antîzîmîtizmus de çêdike. Hanna bi vê
Têgeha xwe Totalitarîzmus ezmûna avahiya
wekheviya di navbera Faşîzmus û Stalînîzmus
diyar dike. Bi vê bîrdoziya xwe Hanna
Arendt, dibe yek ji ên siyasetzanên herî
giring di cîhanê de, ko xwedî bîrdoziyeke
taybet e.
• 1953-1956/58: Pir semînaran li Princeton,
Harvard û "New School" dide dibe Professur
li Brooklyn College li New York.
• 1954: Professur li University of
California li Berkeley
• 1957: „Pirsên kevneşopî di hizrê siyasî,
di dema em tê de“ 4. cild. Frankfurt 1957"
• 1958: Arendt dibe endama Deutschen
Akademie für Sprache und Dichtung Akadîmiya
elmanî bo ziman û helbestê
• 1958: Xelata Aştiyê a pirtûkê wergirt.
• 1959: professora mêvan li zankoya
Princeton
• 1959: Lêkolîn wek pirtûk"Rahel Varnhagen"
• 1959: Xelata Lessing a bajarê Hamburg
• 1960: professora mêvan li zankoya Columbia
• 1960: jiyan aktîv an jî jiyana di kar de".
Li vir Hanna Arendt sê çalakiyên mirovane ji
êkudo cuda dike: Kar, Bikaranîna Kar û
danûstendin bi kar re. Arendt ravedike, ko
ji destpêka modêrnîzma kar ji bo barê
azadiya bazirganiya siyaseta bilind û giran
bike.
• 1961: Pirtûka wê ” Di navebera dema buhurî
û dema bêy de= Between Past and Future"
• 1962: Bûyereke zor û nexwesh bi Taxi li
New York.
• 1962: Seredaneke Europa bi Heinrich
Blücher bo Grîkstanê û Italiya
• 1962/63: " On Revolution" ("Li ser şoreşê
= Über die Revolution") û "Eichmann li
Jerusalem. Reportajek li ser savabûna
şerxwazan." (= Daneheva gotarên sala 1961ê =
Sammlung der Artikel von 1961)
• 1963-1967: Professora bîrdoziya siyasetê
li Zanîngeha (University of Chicago li
Berkeley )
• 1966: 60. zêbûna wê û destpêkirina
hevaltiya di nav wê û Uwe Johnson de
• 1967/68-1975: Professor li "New School for
Social Research" New York
• 1968: "Men in Dark Times= mêrên di demên
tarî de"
• 1968: cihgirê rêvberê 1ê li peymangeha jib
o Huner.
• 1968 Di vir de dema nerehetî û
xwepêşandanên xwendekarên zankoyan li Europa
û Amêrîka çêbûn, pir sûde ji bîrdoziya Hanna
kirin
• 1970: Oktoberê: Heinrich Blücher wexer
dike.
• 1970: pirtûka wê "On Violence"
("Desthilatdarî û Zordarî= Macht und
Gewalt") tête weşandin.
• 1972: pirtûka wê "= qeyranên komarê =
Crises of Republic"
• 1973: Arendt dibe endama serkirdayetiya
navenda PEN Amerîkî.
• 1974: êşa dil pê re çêdibe.
• 1975: Seredan bo Europa bo Marbach, Tegna
û Freiburg nik Heidegger.
• + 04.12.1975: wexer dike û li New York
tête veşartin
Di pey wexerkirina wê re pir tiştên bi nirx
bi navê wê çêdibin.
o 1992: Bîranîn û gotarên wê ên ji
1926-1969, di pirtûkekê de têne weşandin.
o 1993: Hannah-Arendt-Institut li Dresden
dest bi kar dike.
o 1994: Xelata Hannah-Arendt li Bremen
o 2000: Navenda Hannah-Arendt li zanîngeha
Oldenburg tête dameziran.
o 2000:Hannover cihê jidayikbûna Hanna
Arendt dibe bajarê nivîskarên ko di ber bîrû
baweriyên xwe tadê dixwin, dibe bajarê ji bo
penaberan û salê nivîskarekî tade lê hatî bo
maweyî salekê vedixwîne, bo bi aramî
binivîse (Zemale) |
|