| |
Weregr ji
Rûssî Y. Sabri Qamisloki
Sed mixabin, bê ciqas bi min zehmet û ne
xweşe, kû min bi vê sernivîsa tehil,Gotare
xwe dest pê kir, ji ber kû hestê mini netewi,
rê neda min go ez dest girti rawestim û
bersivê nedimê.Ev pesnê kû em bê
tewambarkirina, tenê xwînmijê mirovati û her
weha jî Erebên nijatperest, Tirkên Faşist û
Farisên Fundemindal vî navê li me dikin , ji
ber kû ew dijminê mene û hoîtiya xwe bi
sedên salane li ser me dimeşînin, lê
mixabin, em xemgîn dibin, kû yeki Nivîskar,
Rewişenbîr, ji nevendeka kû bi dehê salan
xwe hevalên bindesti û azadiyê bun, bi vî
rengi binivîsênê, kû ticare gelê kurd
dijberiya welat û netewa wan nebûya,berûvajî,
me her demê bi Idiolojiya wa sûnd dixwar û
xwe dostê herî nêz ji wan re ditît Divêt bû
xwendevnan şîrove bikim û bi weşînim, dakû
ji were bê ronîkirin bê xwedanê vê helwesta
bê wijdan nasbikin û bi kîjan pênûsa xedar
nivîsaiya.
Beri demekê, min Pirtûkeke Nivîskarên Rûssi
Yevgênî Kojûşko, kû bi Zimanê Rûssiya, bi
dest xist, navê wê TERORIZMA NÛJEN ne, kû di
Sala 2000 de hatiya capkirin.
Bêgûman, Navê Pirtûkê bala min pir kişand,
pişti min despêka wê xwendina naveroka wê
kir, di nav de xalek jê, kû ji sê Rûpela pêk
dihat di bin Nivîsa Teroristên Kurd, û min
xwest go ez ji Zimanê Rûssi Wergerênim Kurdi
û ji Gelê xwere bidim xwiyakirin, bû, ji de
gelek Netewan û Kesan bi Gotina Terorizmê
tewembar dikê, lê hate diyarkirin, kû ew bi
xwe ne pir şarezayê Dîrok û Faktorên va
Netewa ya. Ezê bes nimûnekê tenê bidim
xwiyakirin, Bi ci mafî ew dikarê Gelê kurd û
Şervanên wa mîna Terorist tewambar dikê, ya
din ji dema wî Gelê kurd da nasîn, wî
Parceyê Rojava Kurdistanê ne aniya ser ziman,
û gelek kêmasi û şaşîti yê din hene, lê ezê
ji were rêzdaran bihêlim. Ezê bi rengeki
berfireh di Capemeniya Rûssi de Bersiva vî
Nivîskarî bikim. Nivis bi gotin gotin hatiya
Wergerandin :
Teroristên Kurd Yêvgênî Kojûşko
Kurd : ev Gel nifûsa wan zêdeyi 20 milion
kesîne, ew bi xogirî li Bakûrê Iraqê, li
Başûrê-Rojhilatê Tirkiyê û Rojavayê Iranê
dijin.
Welatê serbixwe yê Kurda li ti derê nebûya,
heka em Otonomoya Iraqê jê derxin.
Di Sala 1978 li ser Xake Tirki, go hijmare
Kurda li vir zêdetirî ji Iraq û Iranê ne, li
vî beşî Partiya Karkerên Kurdistan(PKK)
hatibû damezirandin, di bin serokatiya
Abdullah Ocelan de.Ev Parti bi Armenca
avakirina Dewileteka kurda ya serbixwe li
ser xake van Welatan, go bi sedê Salan lê
dijin.
Bê gûman hikûmetê van Welatan bi awaki
nigativ li diji vê xwestekê rawestan.
Berxwedana Siyasi ya vê Partiyê zû bû bi
fermi. PKK di Sala 1984 de şerê Cekdari li
diji Dewileta Tirki ravkir. Bi vê Armencê
Struktura hêzên şer hatibû avakirin: (ARGK)Aretêşa
Rizgariya Gelê Kurdistan,(ARNK) Aniya
Rizgariya Netewa Kurdistan, û avakirine
grûpên li cihê xwe(di nav Enqere û Istanbûlê
de) û her weha grûpên din, tevahiya hijmara
wan gihişte nêziki 5 hezar kesan.Yekemin
calekiya wan, bû li ser Bajarê Riha li
Kurdistana Tirki di 15.08.1984. PKK mîna hêz
Tektîka Pêşmergatiyê li Ciyayê xwe pêk tînê.
Hêzên wê şerê Aretêşa Tirk û Polisa li
Başûrê Dewletê, cihê kû kurd lê dijin dikin
li gel wê ji PKK Tektîka Terora Bajaran bi
kar tînê.
Ev Şervan, Karmendan, Leşgeran,
Siyasetmedaran û Diplomasiyan li Tirki û
Europa dikûjin û amedekirina êrişên bi her
awaki dikin. Sêweki din yê Terorizmê,
avêtina li ser Tûrîstên Biyani, bi armenca
tirsa Biyaniyan, ji ber go Tûrîzm serena ya
aboriya Tirki ya.
Ji Sala 1984-1999 de, di encamên vi şerî de,
ji herdû aliyan, nêzîkî: 37 hezar kes hatina
kûştin.
Tenê di Sala 1993 de cend Narîncok avêtin
Restorantan, Cayîxanan û Navende Tûrîzmê li
Antaliya.
25 Temûzê di teqîna Bombekî li Istanbolê 2
Tûrîstên Itali hatibûn birîndarkirin. 18
Tebaxê ji ber teqîna Narîncokekê, Tûrîstên
Meceristanê û hin welatî hatibûn
brîndarkirin. Di Ilon û Cotmehê de Cekdarên
PKK 19 Tûrîst rehîna girtibûn ( piştra ew
hatin rizgarkirin). Di 29 Cotmehê de 3
Terorîstên Kurd êrîşî Banka Tirki (BASFOR)
li Parîsê kiribûn, li vir 4 Kes hatibûn
brîndarkirin. Di 4 Mijdarê de, Cekdarên PKK
li şeş welatên Europi, orgenîzakirina
teqînan li Navendên Diplomasi û Bazrgani
kirin, yek kûşti û nêzî 20 birîndarbûbûn.
Yek ji Sûcê herî krêt yên Terorîstên Kurd,
bûbû kûştina Serok Wezîrê Siwêdê ÛLAF PALMA.
Di 28 Sibata 1986 de dema kû ew û xanima xwe
ji Sînemê vedigeriyan Malê, kesek nêzîki wî
dibê û bi xwîneke cemîdî: cend Gûle bi
Dermancê lêdixê, û di cîda PLMA tê kûştin.
Di vekolînê de ti encam diyar ne bûn, lê
pişti 13 Salan, A.Ocelan , dema kû di hate
mehkeme kirin, da xwiyakirin, kû 4 cekdarên
PKK bi serokatiya xanima wî ya berê, ev
kûştin amede kiribûn. Ev Hovên ha, bi
mebesta kû cima Siwêd Mafê Penaberiyê nadê
kurdên, go Tirki navê wan daya Qada
navnetewî.
PKK hevkariya xwe ya Ser bi Terorîstên
Ermenî re girêdan. Her yek ji sê Cekdarên
PKK bûbû Ermeni, ji bê wiha ji, Rêxistinên
Ermenî yê ne Legal, tecrîbeyên xwe pêşkêşê
PKK dikirin. Ekonomiya PKK ji nav Gelê kurd
ve tê û di seri de li Tirki. Lê rola heri
giring di xwedankirina vê hêzê de,
bazirganiya Nerkotîkê ya.
Ji Sala 1999 Leşkerên Tirk û Polîsa gelek
êrîşên mezin li diji Şervanên PKK pêk anîn,
di encam de nêzîkî 2,5 hezar cekdar kûştibûn.
Pişti hemû berxwedan û calekiyên aktiv, yên
Terorîstên Kurd, bi 10 cara hate kêm kirin,
heke em himber sala 1993 bikin.Serokatiya
PKK mecbûr dibê, go gûhertinê dixê Tektik û
Straticiya xwe. Wekî Nimûne, PKK da
xwiyakirin, go Armenca wan, ne Parcebûna
Kurdistanê ji Tirki ye, belam Otonomiyê ji
bo kurdane.Û Derba heri gewira, kû li PKK
ket, di bihare 1999 an de bû, gava
Istexbaratê Tirk li Kîniya yê, A. Ocelan
girtin û ew revandin Tirki, wî Mehkeme kirin
û Cezayê Idamê lê birîn. Birasti ew niha
weki Rehîneki ya: heke kurd karê Teroristi
bikin, wê demê yê wî Idam bikin, ji ber wiha
jî Kurd, ji Havîna 1999 şer dane rawestandin.
|
|