|
|
| |
|
Nivîsar |
| |
Rî dibe bost
lê Dijmin nabe dost |
|
| |
Y. Sabri Qamisloki
Destan, Meselok, Pêkenok, Çîrok, Serpêhatî û
gotinên berê yên kû Bav û Kalan li peyî xwe
hiştina, çi hatibin nivîsandi, yan jî di nav
Gel de tên xwendin ne li walahî û boşê deya.
Her yek ji wan xwedan Wate, bûyer û Faktora
heta kû di nava civakê de xwe zindî kiriya.
Bêgûman dema go em vegirin berî niha bi
seden Salan û li Dîroka xwe bi rengekî aktîv
bişopînin, analîz bikin, em têra dibînin kû
her dem em kurdên dilzîz, belengaz û
yeqînkar hatina xapandin, û me baweri bi
Erebên şovînî, Ecemên fûndemindal û Tirkên
faşist aniya. Di her Wextî de jî em di
xapandin, ci bi navê biryên hev yên Misilman
û sozên careserkirina pirsgirêka kurd.
Ji ber go em iro jî newin wan lyîstikên
qirêj yên Dîrokî, dibê em bigihin qenaetekî,
kû wan nijatperestan, ne ji bo Rişka Çavê
myî reşbû û ne ji bo kû wan ji me hisdikir,
lê mixabin, ew dikete nav tengazî, zehmetî û
gefên dijwar, wî li kêleka xwe ti dost,
heval û rast û dirûst ne didît ji kurdan
pêve. Wan mîna her car xwe tavêtin kurdan,
lêbûrîn dixwestin, sûndên mezin, pyîmanên bê
Sînor, sozên ne bihisti didan. Lê dibê diyar
bê go kîna kurdan di Demarê wan de mîna
Eroînê hatiya belakirin.
Belê mixabin em ci bikin, em evin kurdin,
xwedan gotinên û biryarên xwene, fêrî xap,
çûr, fît û karên genî nebûne, em dimînin,
qûrbanî û canfîda dilnazî û paqijiya xwe û
ev ji mere pir xeter û şaşîtiyaa.
Ez texmîn dikim, belkî jî gelek dereng bê jî,
lê dîsa wekî pêşiya gotî“ çiqas derngbê jî,
çêtire ji bini newê kirin“.
Piraniya van bûyer, Şer û Nakokî yên kû li
Cîhanê û bi teyibetî jî, li Rojhilata Navîn
diqewmin wekî rûxandina rêjîma Seddam yê
Diktator, Aloziyên di navbera Libnan û Sûri
de piştî kûştina Refîq Alherîrî û cend kesên
din yên dijî Rêjîma Sûrî di peyivîn,
Pirsgirêkên di navbera Ereban bi teyibetîji
di ya Filestînî û Israyîliyan, Gefên Emerîka
û çend Dewletên Europi li Iranê tên kirin ji
bo Programên cekên wê Newewî, nerazîbûna YE
ji Tirkî bo Mafê mirovan û xwesteka wê bo
çareserkirina problêma kurdî, Nakokiyê Tirk
û Yonanistan li ser Qûbrisê tên û hemû karên
Teroristî yên li tevahiya Cîhanê pêk tên,
mînaka kû Aramî, Stabil û xweşî nakevê vê
Herêmê û Cîhanê de. Li vir dibê her Hêzek û
Dewletek xwedan Selatdar, ji xwe bipirsê,
şîrove bikê, çima careserî, pêk nayê ?
Ev hemû qonaxeka pir dilnazik û giringe ji
bo Gelê meyî Kurd. Gelek leyistik, planên û
provakasionên qirêj ji aliyê hinek hêzên
Şovînî, dijminên Gelê me, yên nijadperest,
bê wijdan tên amede kirin. Ewin Mirov yên go
soz bime didan, peyiman bi her deh Tiliyên
Destan imza dikirin, sûnda wan bûbû
Kurdistan, bûbûna Nûner û berdevkên Serokên
Kurd, û niha ji di Iraqê bûne bi nabv û deng,
bi dehan caran xwe avêtina bextê Kurda,
Pariyê Zarokên xwe, me dixista devên wa, bi
Çekên Pêşmergên qehreman di hatin perastin,
li wan bûbû xewin kû carekê nigê wan bi kevê
xaka Iraqê. Ez dikarim bi dehan ji van kesan
bi nav bikim, lê mixabin wê incam cibê…..?
Tiştê kû wan li diji kurdan di van herdû
Salên dawîde digotin û heta kirin jî, ji ber
go bûna xwedan hêz, gotin û berpirsiyar,
heta gihane Posteyê heri mezin, mîna Serok
Wezîr, lê em bipirsin, van ci sozên me dane
anîn bici, Pirsgirêka Kerkukê Careserkirine.
Tê wê Watê, kû raste pêşiya gotiya „Rî dibê
bost, lê Dijmin nabê dost“.
Piştî giş bûyerê, caleki, nakokî, ser yê kû
li Cîhan û Kurdistanê pêktên û wê hê ji
Meztir bibin, go min dane xwiyakirin û rewşa
Kurda bi ci rengê derbas dibê, ez gihiştime
encamekê û qenaetekî ; dibê em hemû rehm,
dilnaziî, dilşewatî û sozan li pyi xwe
bihêlin, bavêjin Deryayên herî kûr û dûr,
dibê em li dûv bercewendiyên xwe yên netewî
bimeşin, destê xwe dirêjî her Hêzekê,
Dewletekê kû ez bizanibin ewê me azadbikin,
biparêzin, dev ji bercewendiyên partîtî,
şexsî berdin, dev ji şerên navxweyî yê
Capemenî berdin û destê xwe dirêjî biratî,
yekbûn bikin, banga Azadî û Mafê xwe yê
Carenûs bikin, ji ber derfetê em têda
zehmeta her demê werin. Gotinê her kurdeki û
banag wen eve, Kurdistan yek parceya,
Qamislo Helebceya û Kerkûk Dilê Kurdistana.
Sebri1969@yahoo.de
|
|
|
|
info@kurdroj.com |
|
|
|