| |
Dr.
Zara Brahîm
Eger em deriyê pirtûkxana wêjeya
kurdî vekin, li rojavayê Kurdistanê, em
karin navê nivîskarên romanê û berhemên wan
li ser tiliyan bijmêrin. Çîrokên gelerî,
danhevên kelepurî û çîroka kin baş li nik me
peyda dibin, ji xwe gotin nayê ser helbestê
û helbestvanan û pirbûna wan di wêjeya kurdî
de, çiku her kesekî ku hînî zimanê kurdî
dibe, dicî de helbesta rêz dike, eger wî
dawiya gotina weke hev derxist, ji xwe wê
navê (helbesta kilasîk) lêbike. Lê eger pêre
neçû serî û fam nekir, wê navê (helbesta
nûjen)
lêbike, da êdî kes wî rexne nekê û karibe
xwe bêtir winda bike dinav mij û morana
(nûjeniyê) de. Loma pirseke giring xwe tênê
ziman di vî warî de, ku em bi rastî vegerne
xwendinê berî ku em bikevine van tevlîheviya
de, da ku em karibin astê rewþebîriya kurdî
bilind bikin.
Roman bi zimanê kurdî gelek kêm hatine
nivîsandin, loma çi berhemên di vî warî de
tên weşandin cihê sipasiyê ne. Navê nivîskar
Helîm Yûsif, bi xurtî cî girtiye di beşê
wêjeyê de, çi çîrok yan jî roman û berhemê
wînî dawî romana bi navê(tirsa bê diran) bû.
Roman bi
zimanekî kurdî( kurmancî) hesanî û xweş
hatiye nivîsandin, wêneyeke rastî ji rewşa
hindirê welat di romanê de hatiye
xuyanîkirin, bi xeyaleke romansazî hatiye
hûnandin û ew wêneya tirsê di rûyê xeyala wî
kesê ku hergav dev ji Mûsa nediberda û dawî
wêneya wî bi xwe bû, vê xeyalê bêtir
teybetmendî da romanê. Bûyerên romanê li
bajarê Qamişlo pêktên, lê gava mirov
naveroka wê dixwêne, bala wî diçe bajarê
Amûdê. Li vir, em karin bêjin ku nivîskar
nikarîbû kirasê amûdiyan ji xwe bike, çi ji
aliyê lehengên romanê ve û çi ji aliyê
peyvên wan ve be, loma wî bi xeyaleke xweş û
hesanî bûyerên Amûdê, yên 12adarê
nivîsandibûn, lê bi wê serbestiyê nikarîbû
wêneya bûyerên Qamişlo rêz bike li ser
rûpelan. Di vir de bandora cî û dîtinê tê
xuyanîkirin.
Mûsa lehengê serekî yê romanê ye, ji nifşê
wê 30 saliya tirsê ye, weke geleke din ji
xeynî wî ve, bandora îdyolojî û perwerdeya
yekreng ji destpêkê ta dawiya romanê tê
xuyakirin, Mûsa ditirsa xwe de dimîne ta
dawiya romanê.Ji zaroktiya wî ve û gava ku
wî û hevalên xwe teriyê keran dibirîn, gava
dibe mamoste, lê hîn jî ditirse, serhildan
jî çêdibe û hîn ew ditirse. Peyre Mûsa
direvê dervey welat, lê hîn jî bi tirse,
tevlî ku muxaberat li wan dera nînin jî, lê
ew sax nabe ji vê nexweşiyê, dikeve aso û
atmosfêrek azad de li europa, lê her û her
ew di wê tirsa xwede ye!!!!.
Nivîskar ji mere tirs daye nasîn weke
nexweşiyek bêçare û bêderman, gava xwe
diberde canê mirovan, û her kes biwê
nesaxiyê ketiye, tevlî ku du raperînên mezin
pêkhatin. Di vê xalê de bandora mercê dîtinê
pêknehatiye, çiku nivîskar ne dinav bûyera
de bû, tenê ew tişta ku bihîstibû û jêre
hatibû gotin. Eva ha diyare, ji ber ku
serpêhatiyên dema ku ew li Sûrî bû, xweşik
li ser wan sekiniye, nemaze salên zaroktî û
pey wêre jî rewşa xwendinê li dibistan û
zanîngihan, tirsa ji polis û hêzên
ewlekariyê, wêneyê bîr û ramanê basî û
erebkirinê, ta ku ew dighijê serhildana 12
avdarê. Serhildan bixwe mêraniyeke mezin û
bêhempe bû, gelê kurd tev pêrabû, ew dîwarê
tirsê hêrivî, zarok û mezin, xort û qîz û çi
kesê kurd beşdarbû divê serhildanê de,
comerdiyeke bêsînor ji rexê miletê kurd ve
çêbû,
tu rojan mirov bawer nedikir ku wê rojeke
bivî rengî ku kurd hemû yekbûn û yekdestbûn
li dijî desthilatdaran. Çiqasî em li ser vê
serhildanê bi axivin, emê nikaribin mafê wê
bidnê, çikû weke xewnekê bû, lê bû rastiyek
û bi destê millet hemiyan çêbû, û tev jî
leheng û gernas bûn.
Li vir em lêburînê ji birader Helîm
dixwazin, ji ber ku wî di romanê de ev wene
neda xuyanîkirin, û her û her ew tirs bû ku
biherkesî re dima, piştî ku serhildanê jî
hîn ew tirs berdewam bû û eva han di
kesayetiya lehengên romanê de hate xuyakirin
ku pirê wan çûn dervey welat.
Miletê kurd ku cara yekemîn bû perda tirsê
çirand, pêşî gava ku girtiyên kurd hatin
berdan ji zindanê û çalakiyên li bin konê
wan, peyre serhildana 12 avdarê ya pîroz,
piştî wêre bûyera şêx Maşûq û kuştina wî,
dîse jî kurdan kêmasî nekir. Meşeke mezin
lidarket li
bajarê Qamişlo berî kuştinê, ji xwe gava
termê wî anîn, millet sax li kolana bû û
Qamişlo wê rojê hate hejandin, peyre meşeke
din pêkhat û bi hezaran kurd beşdarbûn û li
vir divê em wê mêraniya pîrekên kurdan jibîr
nekin li dijî hêz û eskerên rêjîmê, tevlî ku
gelek ji wan keç û pîrekan birîndar jî bûn,
lê çavên wan ji kesî neşikestin û her û her
û ta roja îro jî di hemû çalakiyan de
beşdarin û yan dawî ji wan ew sêsaliya
serhildanê bû.
Kurdan dîrokeke nû ji xwere nivîsandin ji
dema serhildanê û vir de û êdî ew tirsa ku
hin mirov têde ne, şikest û nema divegere û
ev tişta han roj biroj bêtir xuya dike û
diyare.
Em karin bêjin ku dîtin û bihîstin tucarî
nabin wekhev. Erê mirov digot ma gelo wê
rojek halo were!! Ew roj hat û tevahiya
millet pêrabû, pirsa kurdî hişkere û bi
xurtî cî girt ku bêçareserkirin ji vê pirsê
re, pêvejoiya guhertin û demokrasiyê naçê
serî û tişta mayî dimîne ser bizava kurdî ku
karibê vî miletê comerd lidor xwe bide hev û
yekîtiya wan xurt bike.
Li dawî em karin bêjin ku roman xweş hatiye
hunandin û bi xeyalek romansazî xurt, tevlî
ku hin têbîniyên me li ser hebûn, lê ji
nirxê wê romansazî kêm nabe û ev berhem
pirtûkxana romana kurdî zengîn dike û em
bihêvî ne ku di paşerojê de hîn bêtir hebe.
|
|