| |
Zûbêr
Yûsiv
Her miletek ji hunermendên xwe
hezdike û bi taybetî dengbêjên xwe yên
mezin, û ji bo wilo berhemên wan diparêzin û
pir bi nazikî û pîrozî nêzik wan dibin,û
stranên wan ji hêla dengbêjên nifşê nû her û
her tên histrandin.
Lê kurd heta filiklorê xwe serûbinî hev
dikin, stranên xwe yê kevin dikin kirasê
stranên disko û... htd ,.... (modêrn
kirin??).
Strana nemir M. Şêxo " min bihîstî tu
nexweshê dilo" ji hêla berêz Xêro Ebbas û
denbêjeke jin hatiya xwendin.
Ez dixwazim çend têbîniyan bibêjim;
hêvîdarim bi sîngeke fireh ev nerîna min û
pirsên min werin danûstandin bi her awayî.
Cîranên ereb gava Abdil-helîm hafiz yan
Feyrûz ...M.Ebdil-Wehab .... Um-Kelsûm....
distrên; ne milodiyê diguherînin nejî şêweyê
bilêvkirin û dirêjkirin- kurtkirin û
vezilandina tîpan di guherînin. Her kes bi
dengê xwe dibêje lê bi giyanê dengbêjê pêşî;
û carna nefesa wîjî navêjin..belê ji xwe re
dikin stîl û dibistan,û wek şopmayînê
hiltînin ji generationên nûhatî re.
Strana M. Şêxo ne ji bo 2 kesan hatiyê
çêkirin (ne ji bo dudo bavêjin ber hev ) lê
belê derd û azarên evîndarekî xemgîne û hêdî
hêdî di ber xwe de digrî, şîrove dike..
bibûrîne min ji bîr kiriye ew gotinên kî ne
!!
Ango Şert û rewşa evîndariya deşta Cezîrê
berî 30-50 salî çav axaftin, dîtina bi
dizîka, şibaka malê ,gundê biçhûk, adet û
zorî û....... .
Min bihîstî tu nexweşe dilo
çi bikim bextê min tim reşe dilo (Bihîstin,
û neçarî ku nikare li keçikê bipirse yanî
hest şikestî.)
Hêsir ji çavên min tên xwarê dilo
wek hûr xûnavên buharê dilo..(Ti qêrîn tune
ye di van gotinan de, hêstir nermin wek
xunava bûharê.)
Nayêm ba we tu li min negrî dilo
çima wilo tu bê sebrî dilo …..(Lêborîn,
sebir)
Alem tev de di kevin xwê dilo
çavê min bo te shiyarin dilo (Şev, xew,
xortekî bi tenê hişyar, bi zorê dikare denk
bike, melûlî, dilşikestî.)
...........................................derdê
xwe ji kesî re nabêje dilo (dîsa deng nizmî
bi ser di keve yanî wek M. Şêxo; yanî
mirovekî wek Mihemmed Şêxo, ku helbest pirr
bi zanebûn di bijart; û helbet li gorî denk
û dereceyên deng yê xwe.
Bi rastî û bi hezkirin gerek bête zanîn ku
hûnera Şêxo deştiye ne çiyayî ye
- Nerme, xemgîne, ne qêrîne.
- Vezilandina deng wek tirk yan ereban
(dengbêjên îro jî)ne efqasî hebû li ba
M.Şêxo.
- Ez gûhertina şêweyê xwendina stranekê, wek
windakirina guhdarên strana kûrdî dibînim
(têkçûna gûhê kûrdî) ew jî wek hilweşandina
bingên avayakî ye.
Û her bûhar hûn û dengê M. Şêxo hebin.
|
|