| |
Zarathustra
News
Di cîhanê de balafirxaneyek ji yê herî mezin
li Erbîlê ava dibe. Dirêjiya balafirxaneya
îro heye 2800 meter e. Lê piştî peymana bi
şîrketa Swedavia ye re hate îmzekirin, ev
dirêjbûn dê bibe 4800 meter. Bi vê yekê di
cîhanê de bi meydana xwe ya fireh dê bibe
yek ji wan balafirgehên herî mezin. Zaniyarî
di malpera Insiktê ku organa
LFV-Luftfartsverket ê ye hate belavkirin.
LFV, birêvebiriya balafirxaneyên li Swêdê û
trafîka wê dike. Bi rêya şîrketek kurd dest
bi kar kiriye. Raçavkirin û piştgiriya vê
projeyê ji aliyê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ve tê kirin. Ji aliyê swêdiyan jî
Bengt Parliden kar dide meşandin.
Wisan dibêje Parlidan: Ev ji aliyê me ve
destpêk e. Bi serkevtina vê projeyê
danûstandiyên me yê bazirganî dikare bi
kurdan re pir baştir bibe. Lê ev kar ne
hêsan e. Hêviyên wan mezin in ku karek baş
bê kirin. Ji xwe kesên ku em bi wan re
têkiliyê datînin, li Swêdê mane, bi swêdî
zanin û bi germî nêzî me dibin. Ev yek
girêdanên swêdiyan û kurdan xurtir dike.
Balafirxaneya nû dê bibe eynika welatê wan.
Ew jî dixwazin ku ew pir delal be. Îro heft
kes hene ku berpirsiyarê balafirxaneya
Erbîlê ne. Lê 14 kesên din jî dê dest bi kar
bike. Ji bo perwerdekirina kesên nû li Swêdê
pêşniyaz hatiye kirin. Pêwîst e balafirxane
di aheng û li gorî standartên ICAO xebata
xwe bide meşandin, em dê ji bo vê yekê
alîkariyê bikin. Xeta esmanî di çarçoveyekê
navnetewî de bidin rûniştandin ku kar baş
bimeşe. Projeya xebatê dest pê kiriye.
Hejmarek kes di tebaxê de hatin Swêdê û li
balafirxaneyên Arlanda, Sturup û Norrköpingê
nêrîn. Balafirxaneya nû li Erbîlê, di dawiya
vê salê de dê bi dawî were . |
|