| |
Nefel-Parîs
Derhênerê kurd
Behmen Qubadî ko li gelek festîvalan xelatên
mezin bi fîlmên xwe bi dest xistine û di nav
100 derhênerên serketî yên dijî de hatiye
hilbijartin, Wezareta Çandî ya Îranê
destûrnameşa wî ya ji bo kişandina fîlman a
li Îranê betal kir. Qubadî got ko ji ber ew
kurd e qedexe li hemberî wî hatiye danîn.
Daîreya Sînemayê ya Girêdayî Wezareta
Rêberiya Îslamê û Çandê ya Îranê biryar girt
ko ji ber Behmen Qubadî bi kîte kîte qala
fîlmên ko dê bikişîne nake, destûrnameyê wî
ya kişandina fîlman betal kir. Qubadî ko
berê di fîlmên xwe de mijara kurd,
Kurdistanê bikar dianî bi "Cudaxwazî" hatibû
sûçdarkirin û niha jî bi vê biryarê êdî dê
nikaribe li Îranê fîlman bikişîne. Bi vê
yekê bêtehamuliya dewleta Îranê ya li
hemberî hunermend û nasnameya kurd derket
holê.
'Ezê li hember sansurê ber xwe bidim'
Li ser vê yekê Behmen Qubadî da zanîn ko ji
ber ko ew kurd e biryareke wisa hatiye
girtin û got ko ger biryar neyê betalkirin
ewê li derveyî Îranê cihên ko guncan be
fîlmên xwe bikişîne.
Derhêner Qubadî da zanîn ko qedexe tişteke
şerm e û digel hemû astengiyan jî ewê karê
xwe yê kişandina fîlman bidomîne. Her wiha
wî di malpera xwe Mij Fîlm de nameyeke ji
raya giştî re nivîsand û da zanîn ko ewê li
hemberî lijneya sansurê ber xwe bide.
Qubadî da zanîn ko dema wî biryara qedexeyê
li malpere sînemayê dîtiye gelek şaş bûye û
anî ziman ko Wezareta Çandî ya Îranê ji ber
sedemên ne diyar biryara fîlmkişandina wî ya
li Îranê girtiye. Qubadî wiha domand: "Li
ser vê yekê me ji Ofîsa Giştî ya Sansur û
Saziya Sînemayê ev biryar pirsî wan got
biryareke wisa nîn e. Me got, wê çaxê
daxuyaniyeke resmî bidin û pêşî li nûçeyên
wisa bigirin, lê tişteke nekirin. Ev yek jî
nîşan dide ko tiştên ko rayedar dibêjin û
dikin ji hev cihê ne. Bi qasî ko ez dizanim
piştî şoreşê yekem car biryareke li hemberî
derhênerekî ko li dinyayê navdar e tê
girtin."
Jêre gotibûn bi kurdî nekişîne
Derhêner Behmen Qubadî diyar kir ko heta
niha ew rastî gelek astengiyan hatiye,
astengiyên ko di dema kişandina fîlmê Nîvê
Heyvê ko gelek xelat girtin de derketin holê
niha baş fêm dike. Qubadî astengiyên di dema
kişandina vî fîlmî de bibîr xist û got:
"Dema ji min re gotin fîlm bi kurdî nekişîne
min hîs kiribû ko hin derdor dixwazin
pirsgirêkan derxe, paşê negatîf nedabûn min,
kamera nedabûn min." Her wiha Qubadî
qedexeya nîşandayîna fîlmê "Nîvê Heyvê" ya
li Îranê jî bibîr xist.
Qubadî da zanîn ko wî digel di fîlmê Nîvê
Heyvê de hin sahne birîbûn jî destûr nedane
ko li Îranê nîşan bide û fîlmê nû ko digel
li Tehranê dikişîne û ne li ser kurdan e jî
ev sê meh zêdetir in ko destûr nedane ko
bikişîne.
Qubadî da zanîn ko destûr nedin wî li Îranê
fîlm bikişîne dê bi lîstikvanên ko dixwezi,
li cihê ko bixwize û guncan be dê fîlmê xwe
bikişîne.
Ji ber fîlmê wî "Nîvê Heyvê" ew wekî
cudaxwazekî hatibû bi nav kirin lê ew xwe
wekî kurdek Îranê dibîne û li hember
parçebûna Îranê ye. Ew bibîr dixwe ko beyî
jêrnivîs fîlmê wî "Nîvê Heyvê" bi rexnegirên
sînemayê yên ko kurdî nizanin daye
temaşekirin, li ser vê gotine ko di fîlm de
bal dikişîne ser serketina rêberên kurdan û
wiha domand: "Lê fîlm û bûyerên ko ew qal
dikin di navbera her duyan de 10 salan
zêdetir dem heye û cihêbûn heye."
Dema wî xwestiye destûra nîşandayîna Nîvê
Heyvê bigire, rojnameyeke neteweyî yê
alîgirê rejîmê li hemberî wî raporeke
weşandiye û hewl daye ko sînemager li
hemberî wî rabin. Ew dibêje ko piştî vê
weşanê pirsgirêkên bi Daîreya Sînemayêre
zêde bûne û di dawiyê de destûrnameya wî
hatiye betalkirin.
Destûr nedin jî ezê li Tehranê fîlm
bikişînim
Qubadî wiha domand: "Bi weşanên wisa
dixwazin bi aciz bikin û cudaxwazî ew bi xwe
dikin. Ji bo pêşî li hin derhênerên alîgirên
rejimê vekin xwe tevî min û hin derhênerên
serketî dikin. Lê divê vê bizanibin ko min
bi ricaya kesî dest bi derhênerî nekiriye û
ezê bi ricaya hinan xwe nedim alî. Wekî
derhênereî kurd ê li dinyayê navdar ez
dibêjim ko li hemberî astengiyan min dengê
xwe nekir, lê astengî zêdebûn. Ez niha we
hişyar dikim. Li gor zagona bingehîn kes an
rêxistin nikarin pêşî li fîlmkişandina min
bigirin. Daîreya Sînemayê bi derhênerên wekî
me heye û hebûna wê bi xebatên me ve
girêdayî ye. Li saziya ko ji bo xizmeta
sînemayê hatiye avakirin hin kes dixwazin ko
ez li gor berjewendiyên wan tevbigerim. Ji
ber ko tekane sûcê min ez kurd im. Biryara
qedexeya ya vê saziyê ne ez ne jî dîrok dê
ji bîr bike, ji bîr nekin ko dadgehê mezin
dîrok e. Li vê erdnîgariyê rojekê dê dîrok û
sînema ji ber vê yekê bidarizîne. Ez we
hişyar dikim, ger Ofîsa Sansurê di gaveke
zûtir de destûrê nede min ezê kameraya xwe
bigirim û li kûçeyên Tehranê dest bi
kişandina fîlmê xwe bikim. Wê çaxê werin
kameraya min bigirin ko ez fêm bikim ko dê
bi kîjan zagonê kameraya min destên we
bişikîne û fîlmê min çavên we kor bike."
Qedexe ne nû ne
Qubadî bi "Nîvê Heyvê" li 54'emîn Festîvala
Fîlman a Navneteweyî ya San Sebastiyanê
Xelata Îstîrîdyeya Zêrîn girtibû lê fîlm li
Îranê bi "Cudaxwazî" hatibû binavkirin û
nîşandayîna wî hatibû qedexekirin. Dema
Qubadî ji wezaretê qedexe pirsî bû, bersiva
"Vî fîlmî ji bîr bike, dest bi yekî din
bike" girtibû.
Qubadî dema ji bo destûrnameya nîşandayîna
duyemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj "Stranên
Welatê Dayika Min" dabû bi gotinên
"Kurdperest" hatibû sûcdarkirin û xwestibûn
ko navê fîlm biguherîne, lê wî ev daxwaz red
kiribû. Ji ber vê yekê "Stranên Welatê
Dayika Min" li Îranê ji bilî eyaleta
Kurdistanê li Tehranê tenê li sînemayekê
hatibû nîşandayîn. |
|