| |
Kurdroj-Dêrika Hemko
Di pevçûnekê de di navebra çend ciwanên kurd
û yên fileh de, duh (Duşemê) li bajarê
Dêrikê li Kurdistana Suriyê ciwanê kurd
Ciwan Ehmed Mihemed (25) salî, bi kêran hate
kuştin. Du ciwanên dî bi navên Cemal Ni`met
û Heval Izedîn birîndar bûn, rewşa yekî ji
wan pirr dijwar e. Xortê ku hate kuştin, îro
(Sêşemê) bi beşdarbûna hejmareke mezin ji
hevwelatiyên bajêr li goristanê hate
veşartin. Berpirsên ewlekariyê yên rêjîma
Suriyê rê li ber veşartina xortê mirî
girtibû. Da ku hêzên ewlekariyê îro xelkên
ku beşdarî cenazeyê bûyîn û ji ber bûyera
duh bi hêrs bûn, ji hev belav bike, wan gaza
hêstirrij bi kar anîn û fîşek teqandin
ezmanan. Di encama bûyera duh de, dora 30
kesên kurd û fileh hatin girtin. Hêzên
ewlekariyê îro hemî rêyên ku diçin Dêrikê,
girtine û derketina derve ji nişteciyên
bajêr re qedexe kiriye. Li gorî agahiyan,
pevçûna duh ji ber sedemên civakî ne; ne yê
siyasî ne. Şandek ji Kurd û Filehan çûye
Dêrikê, da ku hewil bidin ku ev bûyer
mezintir nebe. Mizgeftên bajêr bang li milet
kirin ku biçin karên xwe û zarokan bişînin
dibistanan.
Li bajarê Dêrikê taxeke Filan heye. Ta roja
îro jî Kurd û Fileh bi hev re dijîn û ti
pirsgirêkên mezin di navbera wan de
çênebûne; tevî ku fileh tim bi aliyê
hikometê bûn û tim hewil didan zoriyê li
kurdan bikin lê belê ku ji wan ne dihat;
pirr mixabin ku di mejiyê gelek filan de
hatiye çandin ku fermana wan bi destê kurdan
bû, û ta roja îro jî di wê baweriya şaş de
ne, ew baweriya hikomatên erebî û tirkî di
sere wan de çandiye…
Hêjayê gotinê ye ku kurd bi aştî tim destê
wan dirêjkirî van miletên diya çi erebin û
çi siryanî bi, lê belê ji nexweşiyê pêvatir
bi ser kurdan de naşînin û naxwazin, sed
heyf û mixabin!!???.
|
|