۞ عربي     ۞  Kurdi       ۞  Deutsch     ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞   Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf

 
Google

 
 
 
 

Nûçe

 

Di salvegera 19-a de HELEBÇE li Stockholmê hat bîranîn

 
 

 

Kurdroj-Stockholm
Tevkujiya Helebçê di roja 16ê adarê de li Stockholmê hat bîranîn. Li meydana nav bajêr Sergeltorg, mûm hatin vêxistin, gotar hatin xwendin, helbest, stran û sirûd hatin gotin. Di destpêkê de seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslanê û nûnerê Komîteya Hevkarî Ata Beney qisekirin.Wan giringiya bîranîna vê rojê anîn zimên û daxwazên xwe ji saziyên navnetewî û ji hukumeta herêma Kurdistanê kirin. Wan got Helebca hîna jî birîndar e. Divê birînên wê bên derman kirin, û pêwîstiya xelkê Helebcê û derdorê wê bi alikarî avadankirina jiyaneke bêxeter heye.
Nûnerên partiyên siyasî yên Swêdê jî beş dar bûn û di gotarên xwe de piştgiriya xwe ji gelê kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê re diyar kirin. Sekreterê Partiaya Çep, dostekî eyan yê gelê kurd Lars Ohly, di axaftina xwe de ragihand ku partiya wî dixebite ku roja Helebçê bike rojeke navnetewî. Ohly got; ”Em vî tiştî ne tenê ji bo ku bala dinyayê bikşînin ser rewşa gelê kurd, lê her wisa ji bo ku ev roja han bibe roja qedexikirina çekên kîmyayî, atomî di cîhanê de. Bila careke din li hiç dereke cîhanê bûyerên wek ya Helebcê neqewimin. Sekreterê Partiay Lîberalan Erik Ullenhag û nûnerê Sosyal Demokratan Clas Nordmark jî ev hêvî û daxwaz pêşde anîn.

 

kurdroj-kurdi@hotmail.de

 
 

 

 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005