| |
Mano Xelîl
Al-anfal
"Bi navê Allah, Bes û Seddam "
Li ser Kenala TV8 a Televizîona Swêdî sê
caran tê pêşkêşkirin
Weşandin a yekemîn roja Sêşem, 24.10.2006
seat 21.00 û duberekirin hema şev seat 23.30
Weşandina duemîn roja Carşem 25.10.2006 Seat
18.00.
Filmê Al-anfal, ji produksîon û derhênana
Rejîsêrê kurd Mano Khalîlˆe Piştî ku filmê
Al-anfal li çend festivalên navnetewî weke
festîvala Solothurn, Singapur, Panorana hate
helbijartin û demek nêzîk li Montréal û li
London tê şanîdan.
Berî çend mehan li televizîona Swîsrî du
caran hatibu belavkirin. Pistî çend rojan wê
li Televizîona Swêdî kenala TV8 sê caran bê
weşanin .
Roja Sêşem 24.10.2006 seat 21.00 û seat
23.30 deqe tê dubarekirin û roja çaşem
25.10.2006 seat 18.00. Film wê bi zimanê
Kurdî û wergirandina zimanê Swêdî bê
pêşkêşkiin.. Tê zanîn ku filmê Al-Anfal berî
salekê bi produksiona derhinêrê Kurd Mano
Khalil û bi alîkariya televizîona Swîsri
hatibu amadekirin. Giringîa filmê Al-anfal
li wire, ji ber ku cara yekemîn bi rengekî
paqij û firah û hesan operasîonên xwînxwarên
Besê ereb li Iraqê ku dijî miletê kurd
kiribun tîne ser ekranan. Ev operasîon ku
navê wê al-anfal bu.
Enfal weke ku tê zanîn sureta 8 a Quranê ye,
ku li ser Pêximberê ereb Muhamad daketibu, û
têde li ser talankirina mal û milkê „
Gauiran“ daxive, talankirina jin, zarok û
hetra dewarê „Gawiran“. Diktatorê Ereb
Saddam Huseyn, ku kur amê xwe Ali Hasan
Al-magid di sala 1987 kire berpirsîarê
kurdistan ê yekemin, Ali Hasan almagid jî
dest bi qirkirina miletê kurd kir, bêhtir ji
182 Hezar mirov hatin kuştin û bêhtir ji
4500 gund hatin xira kirin.
Filmê Al-Anfal ronî dide serekî ku dinyayê
ji bîr kiribu, di riya hevpeyvîn û ersîv û
dîmenan de, xwesik sanî dide bê bi ci regê
wehsîtî Besîên ereb kur qelandin…
" em tev bi du hev re mesîan, esker li alîkî
û em li alîki yek bi du yek de, du
serleskerên ereb hebun, yek navê wî Muhamad
bu, yek jî Abbas bu, gava ku em gihan vî
cihî, yekî ji hrduserleskeran da qêrîn,
bisekinin, û di hema demê de, got bikuj…“ Ji
axivtina Kerîm Nayef ku ji komkujîkê xelas
bu.
Bo informasionan li ser Kenala TV8 A swêdî û
programê Televizîonê li vir binere:
http://www.tv8.se/index.php?option=com_wrapper&Itemid=71 |
|