| |
Kurdroj
Rejîma Sûriyê
Şêx Muradê Xeznewî kurê şehîd Dr. Meşûqê
Xeznewî girt. Dema ku şêx Mûrad li ser
sînorê Sûrî bû û dixwest here Urdinê hêzên
dewletê ew girtin û birin ciyek nediyar. Ev
nûçe hat zanîn di hevpeyvînek tilifonî de li
gel şêx Murşid Xeznewî birayê wî. Tê zanîn
ku ev du mehên hêzên hikometê biryara
girtina Murşid Xeznewî daye, lê ew ji dervey
welatem û wek tê diyarkirin ku girtina
birayê wî pilanek ji dewletê li ser wî. Şêx
Murşid diyar kir ku birayê wî bi tilifonê
pêre axiviye û jêre gotiye ku ew li cem
awlekariyê sînor girtiye li (Nisîb) navbera
Sûriyê û Urdinê de; û tilifon hate birîn
çinkî hêzên ewlekariyê tilifona wî ya desta
ji wî standin. Û li ser zimanê hevjîna şêx
Murad, şêx Murşid got ku ew û zarokê wê ji
şêx Murad dûrkirine û ew girtin û nizane bi
kuda birin.
Û hêjayê gotinê ye ku Murad Xeznewî nexweşe
û dermanî wî bi zarokî wî re maye, cinkî
leşkeran nehêlane ku bi xwe re bibe.
Şêx Muradê Xeznewî kurê şêx Meşûqê Xeznewî
yê mezine di sala 1973 de hatiye dinê, û sê
zarokê wî hene. |
|