۞ عربي     ۞  Kurdi       ۞  Deutsch     ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîv

 
Google

 
 

Nûçe

 

Deriyê Kurdistanê li ber Şêx Murşid Xeznewî hat dadan

 
 

 

Kurdroj                                                                                     Şêx Murşid xeznewî kurê şêxê şehîdan Meşûq Xeznewî dixwest xwe bigîne herêma kurdistanê; lê mixabin derfet jeer çênebû ku derbasî kurdistanê bibe. Li gur nuçeyan û li ser zimanê Şêx Murşid hêzên ewlekariyê li Sûriyê fermana girtina wî dane ku dema derbasî Sûrî bibe; ji bo vê yekê biryar da ku berê xwe bide kurdistanê nexazim ku gelek rêxistin û kesên welatparêz têkilî bi herdû partiyên kurd re kirin ji bo pêşwaziya şêx Murşid.
Di despêkê de bi dil xweşî kêfa xwe anî; lê dema Şêx xwest ji welatek dî bifire Êraqê jê xwestin ku vîza êraqî hebe û erêtiya herêma kurdistanê jî peyda bike.
Li ser vê yekê ji nivîsingehên herdû partiyan daxwaz kir ku bêhên derbasî hêrêmê bibe, lê nexwestin vê yekê pêk bînin… bi hêceta ku dive serokê herêmê yan jî serokwezîr vê biryarê bide.
Di van sê heftiyê borî de gelek kesan kar kirin li gel hikometa herêmê ji bo derbasbûna Şêx, lê yek wan ji malpera Kurdroj ra da xuyanî ku kesin hene jib o berjewendiyên xwe naxwazin ew derbas bibe, tevî wê jî herêma kurdistanê naxwaze berjewendiyên wê bi Sûriyê re paş bikevin. Wê cavkanyê jî got ku çêdibe siyasetmedarek ji kurdên sûrî li hêrêmê dimîne ew li pişt vê yekê rawestiyaye û dixwaze Şêx Murşid bi alîkî ve bide ku destê xwe bike destê ebdilhelîm Xedam de.
Hêjayê gotinê ye ku rêveberên kurdistanê û serokatiya herdû partiyan (PDK, YNK) pê dizanin ku şêx Murşid dixwaze derbasî kurdistanê bibe, lê bersivekî nadin , ne erê û ne na, ji bo ew bê care bimîne û li welatekî li euripa li mafê penaberiyê bigere.
Ma gelo çiqasî Şêx Murşid Xeznewî wê ewlekariya kurdistanê li hev bêxe? Ev pirse em dişînin ji van kesan re: kak berêz Mesûd Barzanî serokê kurdistanê, berêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê kurdistanê, Mam Celal serokê Êraqa fidral…
Em hêviyek û daxwazekî ji hemo dezgeh û partî û rêxistinan ku li Şêx Murşid xwedî derkevin ji bo ewjî wek bavê xwe nebe qurbana jibînkirina gelê xwe… û rijêma Sûrî pilanên xwe yên qerêj li ser wî jî pêk neyne.
 

 

info@kurdroj.com

 

 

 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005