| |
Kurdroj - nuçe
Di hevpeyvînekê de ji
bo rojnameya Kiwêtî El Enbaa, serokê Suriyê
Beşar Al Asad, ragihand ku Israîl
amadekariyê şerekî dijwar li dijî Suriyê
dike, û ew ji bo vê yekê amade ne bersivê
bidin û xwe biparêzin.
Esed, got, her kes dizane ku Îsraîl xwediyê
hêzeke leşkerî ya xurte û Amerîka bi her
awahî piştgiriya wê dike.
Esede diyar kir ku, Îsraîlê bi hatina
hikûmeta Areêl Şaron re dest pişta xwe da
aştiyê û wisa diyare ku wê di demeke nêzîk
de aştî pêk neyê.
Serokê Suriyê, di hevpeyvîna xwe de eşkere
kir ku, Îsraîl ji bo şerekî li dijî Suriyê
xwe amade dike û ewê jî li gora derfeta xwe,
bersivê bidin.
Sala 2000, dema ku Suriyê ji Îsraîlê daxwaza
Girên Golanê kiribû, dawî li hevdîtinên
aştiyê yên di navbera her du welatan de
hatibû.
Ji aliyê din ve, Kurdên Suriyê, li gelek
paytextên Ewropa 44 saliya serhejmartina
sala 1962 şermezarkirin, ku di encama wê de,
nasname ji bêhtirî 120 hezar Kurdan hate
standin û niha ne hemwelatî ne. |
|