| |
kurdroj-
Elmanya
Roja yekşemê 04.06.2005 li bajarê Mîndin
(Minden) yê Elmanî salvegera şehîdbûna Dr.
Mehmed Meşûqê Xeznewî hate bîranîn; bi
amedekirina herdu pariyên kurdî (Azadî û
Yekitî).. û bi amedebûna komek ji nivîskar û
nûner û welatparêzên kurd.
Bîranîn bi rawestandina bîstekî li ser canê
şehîd Şêx Meşûq û canên şehîdên Kurdistanê
dest pêkir..
Helbestvana kurd (Mizgîn Hesko Mehmûd) bi
dengê xwe yê germ û aza pêşkêşkirinek taybet
dikir.. bi kurdîkî paqij û bi zimanekî
wêjeyî hinek helbestên xwe û yên çend
helpestvanên dî di lîland, diyar dikir ku bi
zanebûn hatine hilbijartin..
Û gotin û helbest û bexşanên partî û
nivîskar û helbestvanan bi rengekî nazik û
şaristanî bûne rêz:
- Gotina herdu partiyên amadekar (Yekitî û
Azadî) hate xwendin.
- Ji welêt berêz mamoste (Hasen Salih) bi
tilîfonê beşdar bû.
- Brosknama komela kurdên Birêmin ê hate
xwendin.
- Nivîskar Qenewatê Gemo.
- gotina malbata Xeznewî ji (M. Munzir
Xeznewî) hate xwendin.
- Berêz (Şêx Muradê Xeznewî) kurê şehîdê
nemir bi tilîfonê ji welêt beşdar bû.
- Bi navê jinên kurd calakvanê kurd (Ferhe
Xalîl) gotinek bi hêz û têr raman nuhrand.
- Gotina Partiya Demoqratî Kurdistan li
Sûrî.
- Berêz nivîskar (Ibrahîm El-yûsiv) ji welêt
bi dirêjayî li ser tilîfonê axivî.
- Berêz mamoste ( Xêredîn Murad) biroskek
şand.
- Gotina Munteda Şêx Meşûq bi kurtayî hate
xwendin.
- Nivîskar (Silêman Elî) jî beşdar bû.
- Partiya ereb (El-hedase li Sûrî) bi
gotinek erebî beşdar bû.
- Partiya ereb (El-isslah) gotina xwe bi
zimanê erebî gotin.
- Tevgera Rastiya Kurdistan bi zimanê kurdî
xwendin.
- Bi gotina Partiya Azadî Demoqrtî Kurdistan
beşdarên delal bi dawî hatin..
Û sîroda (Ey reqîb) dawiya salvegerê
xemiland.
Beşdaran bi zanistî li ser jiyan û şehîdbûna
Şêx Meşûq peyivîn.. hinekan bi hestan û
hiekan bi nerînên siyasî doza şehîdê hêja
zelal kirin.. û rijêma Sûrî gunehkar
didîtin; û hêviyên xwe pirrtir dikirin ji bo
yekitiya gelê kurd û xebata wî li dijî zor û
sitemê.
|
|