۞ عربي     ۞  Kurdi       ۞  Deutsch     ۞ English

 

 ۞  Nûçe

 ۞  Daxuyanî

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞   Lînk 

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf

 
Google

 
 
 
 

Nûçe

 

 Kurd dikarin di parliyamenta Ewropa de bi zimanê xwe bipeyivin

 
 

 

PNA
Cihgirê serokê parliyamenta kurdistanê da xuyakirin ku di kombûna alîyên Iraqî de li parliyamenta Ewropa daxwaz ji her kurdekî kiriye ku heger bixwaze serdana parliyamenta Ewropa bike, bila berî hingê alîyên peywendîdar agahdar bike, da ku bikaribe bi zimanê xwe bipeyive. Cihgirê serokê parliyamenta kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî jî da zanîn ku di evê dawîyê de ew çûye Ewropa, bi revenda kurd re kombûn danîye û beşdarî di kombûneka parliyamenta Ewropa de jî kiriye. Ew kombûna han jî li ser daxwaz û banga hinek endamên parliyamenta Ewropa hatibû pêkanîn û alîyên Iraqî yên kurd, sunneyî û şî`eyî hatibûn daxwazkirin, da ku guft û goyan li ser rewşa Iraqê bikin.
Cihgirê serokê parliyamenta kurdistanê da zanîn jî ku alîyê sunneyî di evê kombûna parliyamenta Ewropa de daxwaz kiriye ku destûra Iraqê nehê pejirandin, maddeya 140 bi cih nehê û hukûmetek navendî li Baxdadê bihê damezrandin ku hemû desthiladarî di destên wê de bin. Dr. Kemal Kerkûkî jî di evê kombûnê de behsa Iraqê û kurdistanê kiribû û bi taybetî jî behsa serpêhatîyên milletê kurd kiribû. Dr. Kerkûkî di hinek gotinên xwe de ev gotibû: em gelê kurd in.. em xwedîyên zimanê xwe yê taybetî ne.. zimanê me di destûra Iraqê de wek zimanê duyemê Iraqê hatiye zanîn, belê em nikarin li vir pê bipeyivin. Dr. Kerkûkî got piştî evan gotinên me parliyamenta Ewropa ragihand ku ji niha û pê ve her kurdekî ku bihê nêv parliyamenta Ewropa dikare bi zimanê xwe bipeyive û dê di evan çend rojên bihên de çend endamên parliyamenta Ewropa serdana kurdistanê bikin.

 

info@kurdroj.com

 
 

 

 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005