| |
kurdroj-qamishlo-heleb - taybet
Ev
demeke ne ji zû de ye, li kurdistana perçeyê
Sûrî, li Cezîrê ku bi piraniya xwe kurd in,
hewildanên ji vî rengî ji hinek alîyan ve
tên kirin. Peyamnêra me (V. J) dibêje ev
rûdaneke bi xeter e, li ser tevaya gelê Sûrî
û bi taybetî li ser gelê Kurd. Ji me re
piştrast dike, ku destê Êraniyan û bi
piştgiriya muxaberatê Sûrî ev pilana teşîiye
pêk tê. Dibêje: ew kesê ku ev doseya li jor,
li ser milê xwe hilgirtîye, kesekî ji
rewşenbîriya Êranîyan e, û li Helebê
rûniştiye, navê wî Edulsahib Almewsewî ye.
Ew kes bi serbestiya xwe yî di zimanê erebî
de tê naskirin û ew bi xwe ji Erebên Ahwazê
ye. Hate ragihandin ku gelekan li Sûriyê
amade dike û wan dişîne Êranê, da ku baş
rêbaz û mezhebê Şî´î nas bikin da ku vê
rêbaza nih, li nav xelkê belav bike. Li
hemberî ku ew jî alîkariya wan dikin di
xwendina wan de bi awayekî mecanî, bê pere
piştgir in. Hin caran jî, wan û malbatên wan
rêdikin gundên başûrê Libnanê. Wisa tê dîtin
ku gelek ji berbirsiyarên wan ji alîyê
hikûmeta Sûrî ve tên parastin û ji wan re
destûr dane ku li kîjan misgeftê be, dikarin
tiştên xwe wek ew dixwazin bibêjin. Ew bi
imkanên xwe yên diravî tên naskirin û her
kesê ku bibe endamê rêxistina wan ji 5 – 10
hezar lêreyên Sûrî werdigrin, yanî her mehê
nêzîkî 200 $.
Yek ji
wan kesên ku peyamnêrame (V.J) xwe
gihandibûyê, jêre ev yek hatibû
pêşinyarkirin navê wî (N. A) dibêje: “ji
zûve ye ku fikra dewleta Fatimî, ku bi ola
xwe Şî´î ne, bi hevbendiya Sûrî û Êran û
hinek deverên din wek Huzbulahh li Libnanê û
li Siûdiya Erebistanê pêk bînin. Bi taybet
jî, piştî wê dema ku gelek zextên dunyayê li
rêjîma Sûrî zêde bûne, xwestin ku bingehek
cemawerî ji Kurdan, ji xwe re ava bikin. Bi
tevayî ji bo tevliheviya ku li heremê zêde
bikin û bi vê rêbaza nû temenê rêjima xwe
dirêj bikin. Lewra ku îro bi teşîa gelê Kurd
li herema Cezîrê li Sûrî radibin. Di
baweriya me de, ku ev rûdaneke bi xeter e,
ji ber vê yekê, em bangî gelê xwe dikin ku
ji bo van planan hay ji xwe hebin, ku
pirojeyên Huseyniyan li ser wan pêk neyên.
Hate
ragihandin ku ev armanc li ser tiştine din
jî ava dibin. Ne tenê ji bo gelê Kurd bikin
şî´î, lê belê dixwazin wek leşkerên Mihdî ku
niha li Îraqê hene li Sûrî jî herweha
leşkeriyekê ava bikin.
Da ku
wek Huzbulahê rêjîma Bass biparêzin. Li gor
hinek çavkanî ji jêderekî rojnamegeriya
Fransî jî, gihan destê me dibêji ku destê
Zêdan Xezalî yek ji mirovên ceneralê Sûrî
Rustem Al-xezalî ye, di vê plankirinê de
heye. Tê gotin bi awayekî nedîrek û bi
organizekirina bi Abdulsahib Almewsewî û
istixbarata Sûrî re, ev dûseya hanê tê
meşandin. Ew kes jî dibistana Huseyniyan ji
bajarê Sûrî Deraa bingeha diravî (madî) û
pilankirinê distînin. Bi awayekî rasterast
talîmatên xwe ji balyozê Êranê Mihemed Hesen
Exterî werdigri. Hin cavkanî dibêjin: ew bi
xwe endamekî komeleya Murteda ya ku di bin
rêvebiriya Cemîl Al-esed, birayê Hafiz
Al-esed bûye. Di salên heyştêyî, ji serdsala
derbasbûyî ve. Hinek ragihandin gihan
malpera me, ku hin malbatên ku nexwestine vê
rêbazê bipejirînin û fikra Sunî dane pêş,
hatine tewmbarkirin bi endametiya (Cund
Alşam) ku li Sûriyê qedexe ye û sê hefteyan
di bin çavan de mane û piştre jî hatine
berdan. Yek ji wan Kurdên herma Cezîrê, ku
jêre dibêji Masûm. B, ku niha ji aliyê gel
ve baş tê naskirin, bi vî karî di nav Kurdan
de radibe û navdar e.
Mezhebê Şî´î, yek ji wan mezhebên ku
dijminayetîya Kurd dikin û nahêlin ku
pêwidiyên zewacê di navbera wan û Kurdan de
pêkwerin. Di lêvegreke wanî nivîskî de wisa
hatiye “Ji Kurdan ne zewicin, ji ber ku ew
ji Cinan in û hatine eşkerekirin”.
Herweha Kelînî jî di pirtûka xwe ya navdar
(Alkafî) de ji devê Ebî Rebî Alşamî girtîye,
ji Eba Abdulah pirsîye gotiye: “li cem me
gelek heye jêre dibêjin Kurd, em pêwindî û
ticaretê bi wan re dikin, jêre gotiye ey Eba
Rebî ev gel mar e, ji wan marên ku ji Cinan
cêbûne, Xwedan ew eşkere kirine, bi wan re
nekeve pêwendiyan”.
|
|