| |
Kurdroj-Kurdistan
Piştî belavkirina rapora Baker-Hamilton di
derbarê Iraq û rojhilata navîn de serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek belav
kir û ew bi tundî rexne kir.
Li gora rojnameya XEBAT ya PDK, Barzanî di
wê daxuyaniya xwe de çend xalan wiha rêz
dike:
1- Nehatina Komîteya Backer-Hamilton a
Kurdistanê sedem çi dibe bila bibe,
kêmasiyeke mezin di nirxandina raporê de
peyda kiriye ku wê bawerîpêanîna xwe wenda
kiriye.
2- Di pêşniyara hejmara 26ê de Gruba Xebatê
doza guhertina destûrê a bi beşdariya
pisporên Neteweyên Yekbûyî kiriye. Hemî
guhertinên li ser destûra Îraqê divê di
çarçoveya vê mekanîzmayê de bin ku di
destûrê de hatine diyarkirin. Destkariyeka
ji bilî vê hebe em red dikin û divê hemû alî
baş bizanibin ku yekîtiya axa Îraqê bi
qebûlkirin û pêrebûna vê destûre ve girêdayî
ye.
3-Di pêşniyara hejmara 28ê de hatiye
diyarkirin ku hatiniya neftê têkeve destê
desthilatdariya hukumeta navendî û li gor
hejmara runiştiyan jî bê parvekirin. Her
weha goya desthilata herêmê ya li ser bîrên
neftê yên nuh li gel pêvajoya aştiya
niştimanî ne li hev e. Li hemberî vê
pêşniyariyê, em pêrebûna xwe bi destûra nuha
dubare dikin ku rêya çareseriyêka lêhatî
dîtiye û em her awe guhertin û
desttêwerdanên din red dikin.
4-Di pêşniyara hejmara 30ê de li ser mesela
Kerkûkê behsa guhertina plana cîbicîkirina
madeya 140 tê kirin û daxwaz tê kirin ku
çareserkirina vê pirsê jî têkeve ser milê
grûba navdewletî ya piştevaniya Iraqê.
Raya me ew e ku destûrê mekanizm û mudetê
cîbicîkirina madeya 140ê diyar kiriye û ev
kêmtirîn tişt e kurd pê razî bûne. Ji bo vê
çendê, her paşdexistineke cîbicîkirina
madeya 140ê talûkeyek pirr mezin e, bi tu
awayî ev ji alî gelê Kurdistanê ve nayê
qebûlkirin.
5- Di raporê de giringî bi bihêzkirina
hukumeta navendî û lawazkirina desthilata
Herêma Kurdistanê hatiye dayin ku ev bi xwe
li hember prensîbên federalizm û wê destûrê
ye ku weka bingehekê Îraqa nû li ser hatiye
damezirandin. Em li vê derê dubare dikin ku
awayê federalîzmê take rê ye ji bo parastina
yekîtiya Iraqê.
6 –Di çend ciyên raporê de berjewendî û
gazinên dewletên cîranên Iraqê li ber çav
hetiye girtin û doza zêdekirina rola wan
hatiye kirin. Em welê dizanin ku ev li dijî
berjewendîya gel û axa Iraqê ye. Bi taybetî
li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye,
destavêtina nav kar û barên Îraqê ye.
7- Di çend madeyên raporê de ên wek
pêşniyariya hejmarên 27 û 35an de doza wê
hatiye kirin ku ew aliyên li dijî pêvajoya
siyasî bûn û karên tundîtî jî kirine, bên
efûkirin û razîkirin bi riya beşdarîkirina
wan di hukûmet û desthilatê de ku ev jî li
gor boçûna me, li dijî berjewendiyên
piraniya xelkê Iraqê û pêvajoya demokrasiyê
ye.
8- Li gel spasî û pêzanînên me ên ji bo
serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
George. W. Bush û îdareya Amerîkayê li ser
hilweşandina rejîma pêşiyê û hewldanên ji bo
avakirina Îraqeka anû, tê dîtin ku komîteya
Backer –Hamilton çend pêşniyarên ne maqûl û
nebikêrhatî pêşkêş kirine goya alikariya
Amerîkayê dikin ji bo derketina ji vê
tengavê. Eger bi van bahaneyan bê xwestin ev
pêşniyariyên nelirê li ser me bên ferzkirin,
em jî bi navê gelê Kurdistanê radigihînin ku
ew li dijî destûr û berjewendiya Kurdistan û
Iraqê ne û em wan qebûl nakin.
9- Ev rapor li dijî wan axaftinên birêz
James Backer e ku bi telefonê ragihandibû
min û diyar kiribû ku teybetmendiya Herêma
Kurdistanê li berçav hatiye girtin.
Her çiqas beriya belavkirina raporê me bîr û
baweriyên Kurdistanê jî ji wan re diyar
kirin, lê mixabin Komîteyê hîç giringiyek
nedaye nemeyê û ew nexwendiye jî.
Di dawiyê de em dibêjin ku, bi hîç awayekî
ew rapor me girê nade ku dixwaze pêvajoya
demokrasiyê û destkevtiyên gelên Îraqê bi
giştî û gelê Kurdistanê bi teybetî vala
derxe, bi taybetî pîştî hilbijartinan û wê
destûra ku ji bal % 80yê gelê Iraqê hatiye
qebûl kirin, civaka navnetewî û beriya
hemîyan jî DYAyê piştgirî dayê.
Berî wê ku pirsgirêkên Iraqê ji bal xelkê ve
bên çareserkirin bila xwedîyên Iraqê ji bo
lihevhatina nistimanî bên ba hev. Em dozê li
hemî hêzên iraqî dikin, yên ku bawerîya wan
bi pêvajoya siyasî, destûr, Iraqa federal û
demokratîk heye, gavên bingehîn ji bo
çareseriya pirsgirêkan bavêjin, da ji
çareserî pêşniyarên hêzên herêmî û cîhanî
rizgar bibin. |
|