| |
Kurdroj-Hewlêr
Hijmara nû (23) a meha Çileya Pêşîn ji
kovara Hawara Nû li Hewlêrê paytexta herêma
Kurdistana federe bi herdû zimanên Erebî û
Kurdî(kurmancî û Soranî) derket.Hijmara nû
gelek gotar û lêkolînên çandî û siyasî û
wêjeyî dihewîne li gel quncikên herdemî .
Sergotara kovarê bi navnîşana " Gelên
Rojhilata Navîn li şayisteyên xwe digerin"
bû.Burhan Xeliyom nivîsa xwe a bi navê"
derbarê wateya berxwedana niştimanî de "
dide weşandin.Mehmûd Rêmawî li ser " Hamas
li Israil mikur nayê anjî….li dîroka xebata
Filistînî?" dinivîse.Can Hêmin ronahiyê dixe
ser devera ( Nebî Horê"Sîros –Qureş") .Her
weha,deqên hemî semînerên konferansa ko
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ew berî demekê
bi navê (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin:
Semyan û Rehendên wê) li Hewlêra paytext
lidarxistibû ciyê xwe di kovarê de
digirin:semînera birêz Sero Qadir
"Ragihandin û Rojhilata Navîn a Nû",semînera
birêz Selah Bedredîn"rehendê kurdistanî yê
projeya rojhilata navîna a nû", semînera
birêz Dr.Şêrzad Neccar "berhevkirinek di
navbera projeya rojhilata navîn a nû û mezin
de ",semînera birêz Karwan Akreyî"rehendê
neteweyî yê projeya rojhilata navîn a nû",
semînera birêz Ferhad Emîn Selîm "projeya
rojhilata navîn a mezin û siyaseta derve ya
DYA ",semînera birêz Dr.Azad
Neqşebendî"rehendê stratîcîk yê projeya
rojhilata navîn a nû "û semînera birêz
Dr.Xalid Seîd " projeya rojhilata navîan a
nû û mafê neteweyan di destnîşankirina
çarenûsa xwe de " .Di beşê Latînî yê kovarê
de birêz Hesen Huseyn Denîz lêkolîna xwe a
derbarê" Em taybetmendiyên zimanê xwe
binasin ku lê xwedî derbikevin" didomîne ,
li gel helbesta Aras Dîbo " Kurdê Bêkes im"
û quncika herdemî a nivîskar Besam Mistefa û
şîrovekirina wî ji pirtûkên ko ji aliyê
Kombendê ve hatine weşandin.Ji bo agahiyên
zêde Hawarê li ser vê navnîşanê
bixwînin:www.hevgirtin.net.
Sergotar:
Gelên
Rojhilata Navîn li şayisteyên xwe digerin
Di operasiyoneke aloze de,hêzên navxwe û
derveyî raûboçûn û proje û pilanên bi akama
dirûstkirina çareseriyeke tevav ji nakokiya
ku li gel serhildana welat û kiyanên paş
herdû cengên cîhanî û rûxana emperatoriyeta
Osmanî serî hildane,kêş dikin.
Ravekar û çavdêrên rûdan û pêşhatiyên
navçeyê û pêşbîniyên hêzên navneteweyî yên
mezin bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê(DYA)li hev dikin ku di çend heyvên
bê de guherînên kûr di gorepana Rojhilata
Navîn de pektên,ku buneyad û pêkhateya wê ya
ciyo-siyasî digirin ber xwe û rêjîmên
tepeser weke herdû rêjîmên Dîmeşeq û Tehranê
dê ne bê par bin ji guherînên behskirî.
Her weha,komikên–Islama Siyasî-yên tunderew
û terorîst dê armanceke herdemî bin ji
rûbirûbûna siyasî û rewşeenbîrî û leşkerî ji
layê hêzên guherîna demokrasî yên navxewyî û
herêmî û dost û hevpeymanên wan li her
deverê.
Eger ku"hevpeymana dijayetîker"(rêjîmên
tepeser û rêxistinên Islama Siyasî yên
tunderew)hewil dide ku rûpelan tevlî hev
bike û hundir û derve bixapîne û pîstirîn
rengên demagojiyê bikar tîne û tawanên
tunekirin û destkuştinan li dijî takakes û
hêzên siyasî yên aştîxwaz encam dide û
diruşmên opozisyona niştimanî didize û rola
xemxur li ser serxwebûn û serdestiyê
dilîze,hêzên guherînê xwediyên kêşeyên gel û
niştiman û berpirsên niha û paşeorjê û
sazkerên çarenûsê divên ku li pêşî bin di
warê zelalkirina dîmenê û eşkerkirina
rastiyan de weke derewên"hevpeymana
dijayetîker"û gerîna li baştriîn rê bo
gihîştina formkirina bername û planên
stratîcî û pratîk û xwendina asoyên paşerojê
bi şêweyeke dirust û misogerkirina mercên
pêwîst bo pêkanîna serkeftinê û têkbirina
hevpeymana li dijî guherîn û çaksaziyê ku
çavkaniya teror û nakokiyên teyafgerî û
regezperestiyane li dijî gelan û neteweyên
ne ereb e.
Ji ber vê çendê,Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
heleqeyeke lêkolînî bi navnîşana "projeya
Rohilata Navîn a Nû,semyan û rehendên
wê"sazkir ku tê de heşt mijar li dora tavilê
rehendên projeyê navhatî ji layê pisporên
siyaset û yasa û ragihandin ve li dirêjahiya
du rojan hatine pêşkêşkirin.Rol û pêgeh û
nêrîn û paşeroja milletê Kurd di bin saya
projeya rojhilata navîna nû de,xala herî
berz û balêkêş bû. |
|