| |
Zinar Mistefa
(1) Tank ji balafirê
Qewîntire !
Li ser dengekî bilind, Şiyar derbas bûbû oda
hemşerîyên xwe de. Hingê, Civat li wir
gihabû hev. Çiku; du şagirtiyên nû ji Sûrî
gihabûn bajarê (A), qene xwendina xwe li
zanîngehên Sovyetî bidomînin.Yekî ji
mêhvanên nuh, bi qurretî digot: Ne hewceye
ku hun bikin serê min de, balafir ji tankê
ne qewîntir e. Ev karê Min bû; çar salan,
eskeriya xwe, min li ser tankekê qedandin.
Li cenga (Oktoberê), di sala 1973 an de, me
bi dihan ji top û tankên
(Israîliyan) li qada şêr felişandin. Wilo
jî; me bi fûzeyên xwe balafirên wan tanîne
xwar . Delalên Min! tank bûka herbê ye. Ma
balafir hamberî wê li erdê çi dikare bike?!.
"Belê.. belê, gotina teye birayê Hemed, tank
ji balafirê Qewîntire", yê meezûmvan xwest
gotinê bibire. Xort di bîn lêvan re beşişîn,
lê îde kesî hew pêre dirêj kir.
Şiyar di dilê xwe de digot:" wele bavo,
xwendin ji vî qerte-eskerî kêm mabû?!"
- Tu rengê Xwendevanan li Hemed ne diket, û
roniya jîrbûnê jî di çavên wî de nebû. Vêce,
ku çakêt û pantiron ne lê bana, mirovê
Gotibane: "ew ji sed salê 19 an ve fiştiqiye
vî zemanî".
Hemd digot : Ez bîst û heft salî me, lê
qermîçonkên di riwê wî de, û pora wî ya
sivik, çil sal temen didanêde. Ji lewra,
xortan digotnê de: "Emmo Hemed"
-Emmo Hemed =Mamê Hemed .
(2) Bi
keyfa xwe tefsîr bikin
Sala Pêşî , Hemed xwendina xwe bi qûnxişkê
xilas kir , lê nefêrbû zimanê Rûsî, û ne
tiştek ji xwere girt. Vêce, ew bû belak û
kete di sukra sovyetan de. Ji ber ku; hê
pênc sal xwendina Mihandiziyê li pêşiyê ma
bûn. Lê ne xema mêrik bû. Her wî digot :
pênc sal ne tiştekin bavo ! Xudê teala wê
biqedîne.
Sala dîtir , di heyva eylûnê de , dîse
şagirtiyên nû hatin xwendinê . Hemed çû xwe
li ser serên wan kire Mamoste . Rojên pêşî,
zaro pê hatin xapandin . Lê paşiyê, ew taze
naskirin . Ji lewra , xortekî nû ji Şiyar
pirsî . Go: Yaho ! Ev Hemed tiştekî ji Rûsî
nizane ?!
Çawa nizane ? Şiyar xwe ji qestî xaşo-maşo
kir .
Şagirtiyê nû lê vegerand . Go : Gava em
dibêjinê : wergera ku tu dikî û tiştê di
ferhengê de dûrî hevin. Hemed dibêje:"
Xemnîne , hemû weke heve , vêce hûn bi keyfa
xwe tefsîr bikinê!"
(3)
Kereke , wê xwe bigre !
Ji aliyê qîzikan ve, Hemed nejêhatî bû, û tu
dostikên wî jî nehbûn. Ji lewra, Şiyar rabû
gotiyê: Heyran! Ka em havaleke te bibînin.
Hemed weke yekî ku xwe bixeyidîne, go: na
bavo, tu çi dibêjî?!
Qey ne şerme ji yekî weke min re, ku
dergistiya xwe bixapîne?
( Dergistiya Hemed li Sûrî li hêviya wî bû)
Bi şik, Şiyar jê pirsî. Go: Gelo, ma wê hê
pênc salên dîtir xwe li benda te bigre ?
"Kereke, wê xwe bigre!", Hemed wesa bi awakî
ji xwe razî lê vegerand.
"Şerme ji te re lawo! Ma ev gotine tu di
heqê keçikê de dibêjî?". Şiyar weke gazinekî
lê kir.
Hemed rabû bi zirt lê vegernd. Go: "Ew
mecbûre ku bisekine..ew mecbûre, lê nexwe ma
çi?!.
( 4 )
Ev gol bi du golaye
Leyistik germ bûbû, loma jî, çavên
temaşevanan di wan saniyên girîng de, mabûn
li ser ekrana televizyonê - yek bi sifir ( 1
– 0 ) team* a (Keneda) li pêşiya team a(
Sovyet) bû, di leyistika ( hokê ) li ser
qeşayê de." De canê mino ... De, ka hûn
golekê naynin". Wesa yekî Ji xortan dibakir
Hokevanên navdar:" Mîxayîlov – Petrov –
Xarlamov". Ji êrîşeke berûvajîve , piştî ku
qursika hokê, ji ber kaşo yê hokevanê
(Kenedî) ve firî golê de , (Sovyetan) gola
xwe ya wekehevî anîn. Temaşevanên di odê de,
bi yek dengî bakirin: Goool .... eva yek bi
yekê.
Hemed go: Dido ..Dido, dido bi yekî ye. Ev
gol bi du golaye, ji ber ku; leyîstikvanê
(Kenedî) gol li xwe bire der.
Şiyar rabû bi qehir lê vegerand. Go: De here
looo, maxwene ev jî bû weke meseleta tank û
balefirê?. Yek bi yekê ye, û tu bi xwe
tiştekî ji hokê fêhim nakî!
( 5 ) Emmo
Hemed mijûl dibe
yan:
yixtiyar tu hatî Sovyet !
Êvar bû, gava Şiyar û hevala xwe ya (Rûsî)
ji mala şagirtiyan – avayiya ku şagirtî têde
dijîn – derketin. Hingê, Hemed li bir
dergihê Avayiyê darî wan xortên ku bi gokê
dileyîstin dikir.
- Merheba ji te re Emmo Hemed. Tu çi dikî li
vir?
Şiyar silav lê kir.
Hemed, silava xwe veda, û weke her car got:
- Em ji xwe re mijûl dibin. Ma emê çi bikin
? "
- Ev çi tebaye?
Qîzika Rûsî ji (Şiyar) pirsî.
-"Evv ? Ev Emmo Hemed e , ew jî, ji Sûrîye".
Şiyar bersiva wê da .
- "Tu dizanî ku ev ê Han, ji seet sisyê
piştî nîvro ve, wesa şipiya, li vê derê
sekiniye!".
Matmayî keçkê jê re got.
-"Ma ti ji kû dizanî ?"
Şiyar, devê wî li ken, ji keçike pirsî.
- "Qey te ji bîrkir?, ne îro du caran, min
pirsa te kiribû. Vêce hingê, ew halo şipya,
li vî cihî bi xwe sekinîbû."
Keçika Rûsî li (Şiyar) vegerand.
- Tu ne şaşî hevala delal. Ev rêzika han, ne
biyaniye ser Emmo Hemed. Ne bi seetan, lê
belê Bi rojan, ew dikare halo mijûl bibe. Ne
ji minê, û ne ji te yê, ewî ha ji bayê
felekê jî nîne. Her dem bettale, bi xudê, ew
tu xwendinê jî nake.
Şiyar wesa ji keçikê re behsa (Hemed) kir.
Ya (Rûsî ), ji kinarê xwe ve, jê pirsî. Go:
- Ma wilo dibe?!.
Şiyar got yê:
- Ji Emmo Hemed re diqede. Wê roja ha,
profêsorê (Fîzîka )li ber hevalan gotibûyê:
Tu tiştekî ji fîzîka fêhim nakî. Ez îde
nizanim çi bi te bikim?!. ku berdim te?, wê
bibêjin: Sovyetan yekî feqîr qewirandin. De
here babo here emrê min ji rebbê banî re- ji
ber temen ê te yê mezin, ezê Imtîhanê bi te
dim.Wa (Hemed)!, tu yixtiyar hatî Sovyet.
Yixtiyar tu hatî.. bavê min!.
( 6 ) Xudê
Bike kurê Min, tu her sal du sefan derxînî
Sê sal çûn, bêyî ku Hemed serekî jî bide dê
û bavên Xwe li Sûrî. Xudê giravî, mêrik
ewqasî ne ewle bû li ( Saloxgerî ) ku izna
vegerê bidyêde. Ji lewra jî, nûçe ji ehil û
mirovan bi rêya name û hevalên ku ji welêt
dihatin, digihanêde. Lê vêce, di Tebaxa sala
1977an de, kasêtek ku dengê (Dadê) têde
nivîsandîbû, gihayêde. Ew (havalê) ku bi
Hemed re di odê de, ji Şiyar pirsî:
- Ka tu bi ser me de nehatî ? Qey tu naxwazî
dengê Pîrê bibhîzî?
- Çawa ez naxwazim? Belê Wele, bila bêhna
welêt li min jî bixe.
Şiyar bi henek lê vegerand.
Herdu xortan dane dora hev, û berê xwe dane
odê nik Hemed. Li hindirû, silav lê kirin, û
rehet.. rehet ser textê vala rûniştin.
-Ka Emmo Hemed, heram bê, te dengê (Dadê) Ji
min re ne danî ser?
Şiyar weke gazinekî lê kir.
Hemed go:
- O o o h .... De dev ji me biqere l o o o,
tiştek tê de nîne.
-Belê .. belê duayê Pîrê tê de heye. De
deyne ser ... De deyne.
Hevalê wî yê di odê de, lê jidand.
Hemed ( Recorder ) gerand. Vêce, dengê
giriyê (Pîrê) kete guhê haziran de. Ewê
gelekî bêriya kurê xwe yê piçûk kiribû (
tevde du kurê Pîrê hebûn). Pîrê ditirseha
bimre beriya ku Hemed ê xwe careke dîtir
bibîne. Vecê, wê hewara xwe digihande Xudê
Teala, ku kurê Wê bisitirîne,û hefza wî ji
qeza û belan bike. Herwesa, wê digot:
- Rebbî kurê min: "tu her sal du sefan
derxînî, qene tu zû vegerî cem min û bavê
xwe yê pîr, ne me gelekî bêriya te kiriye. "
Şiyar rabû dilê wî xweşkir, û bi henek jê
pirsî, û go:
- Erê welehî dadê gelekî bêriya te kiriye.
Lê îsal, tê meseleta wan herdu sefan çawa
çareser bikî?
Hemed di ber xwe de beşişî û got:
- De rebenê yixtiyare looo, û tiştekî ji
xwendinê nizane.
( 7 ) Me
esker xwar !!
Tiştek nedima, ku Hemed bêhvila xwe ne
kiriba di nav de. Di her tevdankê de, pareke
wî dehbelorî hebû. Vêce êvarekê ji êvaran,
Hemed xwest şensê xwe di Setrencê de
biceribîne. Rabû, leh-leh li yekî ji xortan
kir, ku pêre bi Setrencê bileyîze. Camêro jê
pirsî. Go:
- Emmo Hemed! tu û settrencê?! Lê xemnîne,
ez dilê te nahêlim. De ka .. ka, ji min re
kevirên xwe rêzbike. Herdiwan dest bi
leyîstikê kirin, xorto zane bû, ji lewra, ew
zû bi pêş ve çû, û derfet li Hemed teng kir.
Zarwên hawîrdor gotnê:
-- Ev çiye Emmo Hemed?, tu zû revî bavo?!
-Na.. na, xemnîne. Ka hûn bêhna xwe li min
fereh bikin, ezê niha tora bênim serê wî .
Lê ew gotinên Hemed, mane gotin. Ewî tiştek
ne kir. Berûvajî; xorto nezma wî girt -
wezîr û hespekî wî kuştin. Hamberî wê
xisarê; firsendek ji Hemed re hat, ku fîl,
yan jî eskerkî xorto bikuje. Zarwan bakirnê:
-Yella Emmo Hemed .. yella Emmo Hemed. De
heryê. De Fîl bikuje. De bixwe.
Lê vêce, şûna ku Hemed wî fîlê tirtire bibe,
çû xwe avête ser wî eskerê reben û got:
- Me esker xwar!!
Pirqênî bi xortan ket. Ma îde kî karîbû devê
Xwe ji kena bigre.
Şiyar gotyê:
- Eferim ji tere Emmo Hemed .. eferim! Yan
weke te Sertrencvan, Yan na?. Ev leyîstika
ku te kir, kesekî ji beriya te ne kir !.
( 8 ) "
Gogol" bi erebî nîne.
"Kurrrrro ....!! va (Gur¹) hat " ji nişkave,
Şiyar bakire hevalê Xwe (Ebû Hedîd), yê ku
li belkonê firavîn li kuç dikir, û di cih de
jî; dest avête pirtûka Gogol: ''Soraxvanê
Giştî", û xwe pê miştixuland.
- Gur û van deran?!. Qey wî şopa xwe winda
kiriye?.
Bi tinaz, (Ebû Hedîd) lê vegerand.
- Ma qey te bihîstiye ku Hemed, rojekê ji
rojan, rêya ûrê xwe winda kiribe ?!. Va ye,
wê ji korîdorê ve bi ser me de tê. Hê Şiyar
wilo diştexilî, Hemed ji deriyê vekirî ve
derbas bû odê de.
- "Esselamû eleykom"
Hemed silaveke li ser piyan kir, û bi ser
belkonê de çû. Qederê deqîqekê li wir ma.
Dûvre, hat raserî Şiyar rawesteha, û pirsî:
- Ka ew çi pirtûke di nav destên de?
- Ev?, Ev çîrokên "Gogol"² in,
Şiyar bersiva wî da "
-"Gogol" kiye?!
Matmayî Hemed jê pirsî.
-"Gogol" ? qey hê ti wî nasnakî?!. Ew jî,
nivîskarekî (Rûsîyî) navdare, ji sed salê
19an ve.
Şiyar wesa "Gogol" pê de naskirin.
- Em "Gogol" nasnakin. Ka ti wê pirtûkê bide
min. Bi kotekî, wî pirtûk ji nav destên
Şiyar kişkişand. nav û nîşana wê ne bi
timamî xwend û got:
- Heh, vaye. Navê wî " nîkolay" e.
Wesa ji xwe razî, Hemed gote şiyar.
- Xeberê Emmo Hemed e. " Gogol" bi erebî
nîne. Li nik me "Nîkolay" navdar e. Wilo
(Ebû Hedîd) hişt ku Hemed bêhtir bizirtike,
û ji ya xwe newe xwar.
Neyse, Gur( yanî Hemed ), ne ji ber wê yekê
hatibû. Firavîn
hazir bû, û ewî xwar, heta ku binê lalîkê jî
alîst.
( 9 )
Emmo Hemed qulipt.
Çawa Hemed pesnê Xwe di eskeriyê de diveda,
wilo jî; wî bi qurretî behsa kar û xebata
xwe di Partiya Komûnîst a Sûrî de dikir. Her
û herî wî digot:
- Ez Komûnîstekî Internasionalîstim. Ji
lewra jî: Ezê herdem, dijê (netewe-perestan)
di hindirwê Partiyê de rawestim.
( ji kongrêya çaran ve, ya ku di sala 1974
an de hatibû girêdan, cudabûn ketibû nava
Partiyê de. Alîyek jê: Ya Sikritêr ê giştî
yê patiyê(yê kosmopolît) "Xalid Begdaş" bû.
Şiyar û Hemed ji vê berekê bûn . Alîyê
dîtir, ya cîgirê Sikritêrê giştî yê patiyê
(yê netewe perest) "Ûsiv Feysel" bû.
Bi rastî jî , Hemed çend salekî, li ser ya
xwe ma. Lê vêce, çûna wî ya (Moskova), di
sala 1979 an de, her tişt tevlîhevkir. Di
encamê de, xebatkarê Internasyonalîst ji
bereka " Begdêş" çû giha bereka "Feysel".
Hevalan digotin: Ev çi hatiye serê zilamê
me, ta ku wilo bêserî çû wî milî ?!.
Şiyar rabû kete binde, da bizanibe sedema
guhertina wî ya rastekî çiye? .
Ewilkarkê, Hemed xwe virde-wêde da . Lê
dûvre, mikur hat ku: birayê wî yê mezin, di
namekê de, ew şîretkirbû ; ku rastî bi
havalê "Faysel" re ye. Ji lewra, divîbû ku
Hemed kirasê xwe biguhere.
Şiyar bi ken lahewlilwela xwe anî û got:
- Hema wilo te pozisiya xwe di (Hizbê) de
guhert!. Min digo qey tiştne nû qewimîne?.
Qet ne li bîra min bû; ku namekî ti wesa
totlanî hev kirî ?!.
Hemed hêncet-mêncetne dî kirin , lê Şiyar
îde guh nedayê de.
Ev bû çîroka Emmo Hemed. Di sala 1980 yî de,
piştî ku şeş salên xwe qedandin, wî Dîploma
Endeziyariyê Sitand û vegerha welatê Xwe.
____________________________
* Gotina team, me ji zimanê Ingilîzî
standiye
¹ - Hemed bi navê "Gur" jî dihate
naskirin: ji ber ku; ew mirovekî kunj û
çillek bû . Vêce, gava ku ew birçî dibû ,wî
weke gurekî har êrîş dikir ser odekekê Ji
odeyên hevalan, qene ji xwe re firavînekê,
an şîveke belaş qizinc bike
² - "Gogol" : navê nivîskarê Rûsî yê navdar
bi kurtiye . Nav û nîşana wî bi timamî ;
"Nîkolay Gogol"e
|
|