| |
Mihemed
Elî Cûcû
Şevek zivistanê
eger ez mam dereng ji sozê
çavên xwe di çavên min de neşkîne.
Hêsirên germ
mîna qurşînan
bi canê min de nehelîne.
Tu mûm û findan
li çar koşeyên hundir
vêxîne.
Kulîlkek sor
di piyalek avê de
biçîne.
Şûşekî ji meya kevin
li ser masakê
bixemlîne.
Ji gulîstana wî sîngî
bi du kulîlkan bes
birînên min bikewîne.
Ezê ji te re bêjim
piştî nîvê şevê :
Ez mûmek şewitî me
bi roj, bi şev
herdem digrîme
baranek bê çax
ez berfa helî me
kulîlka ber delavan
bi her kesî re kenîme
bi her kesî re digrîme
para ber devê guran
nêçîra avsîna me.
Erê xanima min
erê gulîsora min
eger çirîsûka mûman e
wê şevê ,
tu pifêke
vemrîne,
min têxîn şevek tarî
bê deng
bê tirs
canê xwe li canê min
bipêçîne!!
|
|