۞ عربي     ۞  Kurdi     ۞  Deutsch      ۞ English

 

 ۞  Nûçe

    Daxuyanî  ۞ 

 ۞  Nivîsar

 ۞  Hevdîtin

 ۞  Mûzîk

 ۞  e.pirtûk

 ۞  Wêje û huner

 ۞  Lînk

 ۞  Têkilî

 ۞  Erşîf  

 
Google

 
 

Helbest

 

Pakrewan

 
   

Dr. Kamiran Bêkes            Diyarî ji Şehîdên Adara Rojava re

Dil dixwaze tiştekî bêje
Pênûs dixweze tiştekî binivîse
Bêdengî jî dixweze baxêve, biqîre...

Ne ziman digere,
Ne jî pênûs îro digre lîwanê
Her du jî guh li pêlên dilxwestinê nakin...

Em ne gihan xêtir ji hev bixwazin
Dil ji lewre birîndar e,
ziman di kelogiriyê de lal bûye
dil jî di liberketinê de diperite, dişewite...

– Çawa tuyê neşewitî, neperitî,
gava ewqas jêhez û delal ji ber çavan bar bikin û di dilî de xwe bi cî bikin?!
Çawa tiwê neşewitî…?!

Liberketinê dêmek, dilê min, tu guvaştî
û xemxweriyê.
Na, na
xwe mede destê vî xinizhevalî.
Mehêle kûr, kûr birîn bike te û ramanî.
Mirin destpêka jiyanê ye,
pageha yekem e
di rêveçûna zindiyê de.

Megrî, dilo megrî!
Ji bo lêgerînê tu çê bûye
ji bo bibî tîrêj jî
lê didî.
Tîrêjeke ronakdar
Tîrêjeke germdar.

– Ji kê re tîrêja nirxjîn?
Mepirse, dilo,
mepirse!
Belkî ji giyan û canekî re
ku hîn çirûsk nenasîne
ne jî ronahî...

Megrî, dilê min, megrî!
Jiyan tenê
navgîna gihîştina aliyê din ê jiyanê ye
keştiya rêveçûna jormirovatiyê ye...

Çi mezin û gewre yî,
ey pakrewan!
Çi berz û bilind î,
ey cangorî!
 

 

kurdroj-kurdi@hotmail.de

 

 

۞
۞۞
۞
۞۞
۞


©www.kurdroj.com
Vebûna malperê 21.06.2005