| |
Ebdilmecît
Şêxo
Nanê min
ji yê te xweştir e,
çimkî
keçên min
li ser alafên
dilên xwe,
ji min re
nanê min dipêjin.
Nanê min
Ji yê te xweştir e,
çimkî
keçên min
dirumên hêviyên
PÊŞEROJÊ,
bi dilopên
stêrên xwe
hevîra nanê xwe
distirên
Nanê min
Ji yê te xweştir e,
çimkî
keçên min
berbangê
bi xûnava gulên
gundê me ,
bi hêvana
hêviyên LORIYA re
bi germî
li ber serê min
bi findên
narîn
dîdiniiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiin.
Tuttlingên ,2005
(X):Loriya
keça min e, ji roja dayikbûna xwe
de,27.04.2004 û ta niha ji ber sedema
nexweşiya xanima min li nik malbeteke Almen
dijî, û ewa malbeta dixwaze Loriya ji xwe re
zep bikin .
|
|