| |
Mizgîn Mehmûd
Ji buharê ta buharê
Çend binefş bişkivîn….?
Çend nêrgiz çilmisîn….?
Çend gelawêj çirisîn.…?
Çend barbang fetisîn….?
Ji Helabça ta Qamişlo
Çend aheng
Çend festîvalên jiyanê
Têne li darxistin….?
Ji cejnên mirinê ta cejnên jînê
Çend Leyla
Çend Agîd
Çend Samî
Çend Ciwan
çend Qasimlo
Ji dayîk dibin….?
Çend Pêxemberên nuh
Çend Zaradeştên
kal
Avistayê didomînin….?
Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên hetaw
têne der….?
Çend Qadî
Di zikê Mihabadê de
Bûne çira û fener
Çend şêx Seyidên nuh
Ji mizgeftan
Ji hicrikên bi ocax
Vedan kesser
Çend Maşûqên nuh
Dijîn bi hêrs
Bo qada sor û zer
Ji adarê ta adarê
Çend Anahîta
Çend Yezdanên dilbijok
Têne xapandin
Çend şaxoþînên nuh
Têne perçiqandin
Ji serê salê ta binê salê
Çend bêrîkirin
Dikevin bin pêlavên biyaniyê de
Çend firmêsk
Di qermîçokên riwên zuha de
Têne veþartin
Ji Nesrînê ta M.
şêxo
Çend şeydayên nuh
Distirînin ji bo Dilberê….?
çend zeriyên nuh
Dinerin ji pencerê....?
Ji Cegerxwîn ta Tîrêj
Çend helbestvanên nuh
Dest tavêjin kemberê….?
Ji Işqa Nîşanî ta evîna
Feqhê gerhok
Çend Bêkesên nuh
Hildigrin pênûs û fenerê.…?
Çend Agirdadên nuh
Vêdixin luksa berê….?
Ji Urkêş ta Qamişlo
Çend Pakrewan
Ji pêsîra goristanan
Ber bi asîman ve hilperikîn
Çend Agirdadên nuh
Ji xuncên gulan herikîn….?
Dê tu Agirdad bî
Dê 12 adarê jî cejn bî....!
Ji buharê ta buharê
Dê tu Agirdad bî
Samana Newroza me bî
Dê tu arama çavên ku di bendamanê de
Melûl,….melûl
Þilo pilo dibin
û dîsa bi omîdên dîtinê avis dibin
Ji adarê ta adarê
Çendîn mahîtab rawistandin
Çendîn afîtab di binê awran de nixumandin
Dê tu Agirdad bî
Dê tu ronî bikî xewnên me
Dê tu germ bikî dilkê dilê me
Dê tu Agirdad bî
keftelefta mendalekî
Ku ji nuh, îro ji dayîk dibe
Dê tu hilm û bîna rîhaneke
di nav kavilên wêran de
Hewl didî ku serî rakî
Dê tu bejna findeke
Ku ji nuh ve tête vêxistin
Dê tu Agirdad bî
Di þopên buhara me de
Tu ne buyer î
Di hinavê dîroka me de tu SERHILDAN Î
|
|